Hem dewleta Tirk hem jî desthilatdariya AKP-Erdogan bixwaze û nexwaze jî dê pirsgirêka Kurd çareser bibe û wê gelê Kurd bibe xwedî statu û maf.
Serokkomarê Tirk Erdogan di 21ê Îlona 2024an de çûbû Amerîkayê û plan kiribû ku hem bi serokê wê demê yê Amerîkayê Joe Biden re hem jî gelek kesên din re hevdîtin bikira. Lê Erdogan di 26ê Îlonê de bi lez û bez vegeriya Tirkiyeyê û ev yek gelek guman çêkirin. Her çiqasî hatina wî ya bi vî rengî li gorî hatî gotin ji ber bernameyek a ji rêzê be jî, rastî ne bi vî rengî bû.
Tayyip Erdogan di dema peywira Biden de hewl dida ku pê re hevdîtinê bike. Lê Biden bi wî re ev hevdîtin ne dikir. Çawa çê dibe ku Erdogan dema bi Biden re hevdîtinê bike ji ber bernameyek ji rêzê vedigere Tirkiyeyê. Her kes dizane ku rastî ne ev e. Ya rast rojeva pirsgirêka Kurd bû. Bi şiklekî ji Erdogan re hatiye gotin ku an di nava xwe de çareser bike an jî em ê çareser bikin. Ji wê demê û şûnde careke din hem bi Rêber Abdullah Ocalan re hem jî bi Tevgera Azadiya Kurd re hevdîtin hatin kirin. Lê hêj jî tu gav ne hatine avêtin.
Desthilatdariya AKP-Erdogan 23 sal in di Rojhilata Navîn de ji modernîteya kapîtalîst û pergala wê ya netew-dewletê re paragotiyê dike. Di nava 23 salan de tevî ku desthilatdariyê ev kirî, li dijî gelê Kurd û PKKê tawîz girtin da ku gelê Kurd îmha û înkar bike ê PKKê tasfiye bike. Çiqas derfetê vê desthilatdariyê hebe; siyasî, çandî, leşkerî, çapemenî, zaningeh, sazî û dezgeh, mizgeft û hwd. li dijî Kurdan bi kar anîn.
Pergala kapîtalîst her ji 25 an jî 50 salan carekê ji bo ku xwe ji krîz û kaosa di nav de ye xelas bike xwe nû û restore dike. Di salên 68-70an de bi têkoşîna tevgerên ciwanên şoreşger ev pergal bi krîzekê re rû bi rû ma bi kapîtalîzma fînansî ango bi lîberalîzmê xwe careke din restore kir û di nava wê kaosê de li her derê cihanê xurt derket.
Li Tirkiyeyê jî rewş bi heman rengî bû. Lewre di nava têkoşîna şoreşgerî ya 68-78an de dewleta Tirk jî ber bi têkçûnê ve çûbû û bi darbeyên salên 1971 û 1980’n xwe ser piyan girtibû û bi modela îslama siyasî xwe nû û restore kiribûn. Ev rewş heta sala 2002an rê li AKPê vekire. Heke em tenê li pêncî salên dawî binêrin dê paragotiya AKP-Erdogan a pergala kapîtalîst baştir werê fêmkirin.
Tê zanîn di sala 2023an de bi tevlîbûna Hîndîstan, Amerîka, Erebîstana Sûidî, Yekitiyên Ewropayê, Emîriyên Yekbûyî yên Ereban civîna G20an pêk anîbûn û di vê civînê de li ser riyên bazirganî û enerjiyên ên nû li hev kiribûn. Ev proje bi navê Korîdara Aboriyê ya Hîndîstan, Rojhilata Navîn û ya Ewropayê (IMEC) tê zanîn. Li gorî vê projeyê riyên bazirganî û enerjiyê ji Hîndîstanê heta Erebîstana Siûdî, Îsraîl û Kibrisê û di vir de heta bigihîje Ewropayê hatiye plankirin.
Dewleta Tirk hewl da ku careke din ji bona vê projeya modernîteyê paragotiyê bike, lê ev nehat qebûlkirin. Lewra dewleta Tirk ji ber têkçûna xwe ya li dijî gelê Kurd û PKKê pozîsyona xwe ya jeo-polîtîk û jeo-stratejîk winda kir. Dewleta Tirk ji ber vê pozîsyona xwe pêncî sal in hemû tawîz ji bona gelê Kurd û PKKê sitandin. Lê tê dîtin bi projeya IMECê re dewleta tirk û desthilatdariya AKP-Erdogan bi temamî têk çûye û winda kiriye.
Bi Rêber Ocalan re ji 28ê Berfanbarê heta niha 4 hevdîtin pêk hatin. Rêber Ocalan ji bo pirsgirêkên li herêmê bi Banga Sedsalê ya 27ê Sibatê bi çareseriya xwe pêşiya Tirkiye, Kurdistan û rojhilata Navîn vedike. Lê hêj jî desthilatdariya AKP-Erdogan bi ber bayê çareseriyê re nayê. Tevî ku desthilatdariyek qels û têkçûyî ye xwe dixwaze xurt nîşan bide. Bi pirsgirêka Kurd hêj jî dixwaze ji ABD-Îsraîlê tawîzan bigire. Ji bo ku desthilatdariya xwe ser piyan bigire bi wext re dileyîzin.
Hem dewleta Tirk hem jî desthilatdariya AKP-Erdogan bixwaze û nexwaze jî dê pirsgirêka Kurd çareser bibe û wê gelê Kurd bibe xwedî statu û maf. Ev pirsgirêk bi vê desthilatdariyê çareser nebe jî, bi alternatîfên cûr be cûr dikare bigihîje encamê. Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya di 26ê Nîsanê de vê rastiyê nîşan dide. Nemaze gelê Kurd bi vê konferansê hem gavek nû ji bona Yekitiya Netewî avêt hem jî hemû polîtîkayên kapîtalîstîk vale derxistin.
Ev rewşên diqewimin gotina “An çareseriya min an jî ya Amerîkayê” ya Rêber Abdullah Ocalan dide bibîrxistin. Gelê Kurd bi çareseriya Rêber Abdullah Ocalan û bi Yekitiya Neteweyî dê hemû pirsgirêkan re bibe bersiv û dê mohra xwe li rûpelên dîrokê bixe.