• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

An faşîzm an jî demokrasî

Rojger Botan / AW

15 HEZÎRAN 2025 - 08:28
Kategorî: FORUM, MANŞET
A A
Di 13ê hezîranê de Îsraîlê li dijî Îranê dest bi êrişên hewayî yên berfireh kir. Di van êrişan de 8 serfermandar hatin kuştin. Di êrişan de navendên Îranê yên nukleer û leşkerî hatin hedef girtin. Her çiqasî Îranê li dijî Îsraîlê banga şerê mezin û êrişên mezin kiribe jî, li hemberî Îsraîlê ev hêza wan xuya nake.

Bi êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê re konjonktura Rojhilata Navîn kete qonaxek din. Lewre bi salan bû hem Îran hem Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê gef li hev dixwarin. Îran, bi salan e di Rojhilata Navîn de xwe her wekî hêzek hegemon dibîne. Bi van êrişên nû Îsraîlê careke din Îran hişyar kir. Lewre di Rojhilata Navîn de di şexsê Îran û Îsraîlê de şerê modernîteyê tê jiyîn.

Ji bo ku rastiya Îranê baş bê fêhmkirin, pêwîste dîroka Îran û Rojhilatê Kurdistanê bê zanîn. Lewre erdnîgariya Îranê ji serdema şoreşa Neolîtîkê ve di rojeva cîhanê de ye. Di vê serdemê de nirxên civakî bi wekhevî û demokrasiya yekem tên vegotin. Belavbûna çand û zimanê Aryenîk li erdnigariya Rojhilatê Kurdistanê dest pê dike. Îranê di serdema kevnar de ji gelek şaristaniyan re dergûşvanî kiriye. Di vê serdemê de jî diyar e ku hem çanda wekhevî û demokratîk hem jî çanda dewlet û şaristaniyê bi hev re wekî du çeman diherikin.

Tê zanîn ji aliyê bawerî û fikir de erdnigariya Rojhilatê Kurdistanê di navendê de ye. Pêxember Zerduşt li ser vê erdnigariyê hatiye dinê û fikir, raman û baweriya wekhevî, azadî û parvekerinê ji vir daye belavkirin. Bi baweriya Mazdayî û Mîtrayî û tevî felsefeya Zerduşt erdnîgariya Rojhilatê Kurdistanê di her qonaxên dîrokê de wek cihekî bi adan hatiye naskirin.

Li ser felsefe, bîrdozî û exlaqê Zerdeştî, BZ. di 612yan de Împaratoriya Mediyan li dijî Împaratoriya Asûriyên zilimkar bi ser dikeve û serkeftina xwe îlan dike. Piştî vê serkeftinê Rojhilatê Kurdistanê bi çiyayên xwe yên Zagrosan rojeva cîhanê zêdetirî bikar dike. Piştî Mediyan Persî tên, Partî tên, Safevî tên û erdnigariya Rojhilatê Kurdistanê bi vî rengî populeriya xwe diparêze. Tê zanîn Îskenderê Mezin jî di dema xwe de berê xwe dide heta Hîndîstanê lê ji Zagrosan nikare derbas bibe.

Erdnigariya Rojhilatê Kurdistanê bi vî rengî bi hezaran salan e hem ji şaristaniya demokratîk hem jî ji şaristaniya dewletî re malavayiyê dike. Di Şoreşa Îslamî ya Îranê ya di 1979an de careke din ev rewş derdikeve li ber çavan. Lewre ev şoreş, bi gotina Rêber Abdullah Ocalan şoreşeke çandî bû. Ev şoreş jî hêza xwe ji çanda demokratîk a li Rojhilatê Kurdistanê digirt. Ev şoreş her wekî şoreşa Fransî û Rûs karaktarê netewa demokratîk di xwe de dihewand. Di destpêkê Kurd, Komunîst û gelek muxalîf cihê xwe di vê şoreşê de girtibûn. Lê ûlemayên Şiî û çîna navîn û bazirgan wekî wan ev şoreş pêk anîne dest danîn ser hemû nirxên vê şoreşê.

Piştî sala 1980yan û şûn ve hem li Îranê hem li Tirkiyeyê hem jî li hemû welatên li Rojhilata Navîn bîrdoziya faşîzma kesk a îslamî serwer dibe. Ji serdema Osmanî û Safewiyan ve, ev her du împaratorî ji bona herêmê mînak bûn. Di qirna 19mîn de bi polîtîkayên kapîtalîst û netewedewletî van her du dewletan jî veguhertinên nû yên siyasî, leşkerî û rêveberiyê pêk anîbûn. Ji vê serdemê ve hem dewleta Îranê hem jî dewleta Tirk careke din ji bona herêmê dewletên model ên mînak in.

Bi bîrdoziya faşîzma kesk a îslamî jî careke din ji sala 1980yan şûn ve ev her du dewlet mînak in. 45 sal in ev bîrdozî serwer e. Ji bo ku pêşiya sosyalîzma Sovyetan û nemaze pêşiya PKKê bê girtin, pergala kapîtalîst qadên ku vala hiştiye bi îslama radîkal xwest dagir bike. Emerîka, Îngîltere û Îsraîl 45 sal in di vê xeta îslama radîkal de bîrdoziyê avadike û Îran jî ji Hîzbûllah, Hûsî, DAIŞ, El- Kaîde, Huda-Par, Hamas û Haşdî Şaabî re fînansoriyê dike.

Îran û erdnîgariya Rojhilatê Kurdistanê bi her avayî ji herêmên din cûdatir e. Lewre kevneşopiyeke Îranê ya dewletê heye. Ji serdema Mediyan ve heta niha Îran bi tu awayî nehatiye hilweşandin. Navê xwe guhertiye, lê tu carî têkçûyîna bi temamî nejiyiye. Bi vî awayî heta serdema îro li ser piyan maye.

Piştî Îsraîlê di 7ê Cotmeha 2023an da li Fîlîstînê êriş bir ser Hamasê, şerê di navbera Îsraîl û Îranê de destpê kiribû. Ji vê rojê ve ye, Îsraîl û Emerîka hemû hêzên paramîlîter ên girêdayî Îranê yên li Yemen, Fîlîstîn, Lubnan û yên li Sûriyeyê bê bandor kir. Niha jî di hedefa êrişan de rêveberiya Îranê û hêzên Haşdî Şaabî hene.

Îran di du sed salên dawî de nemaze bi polîtakayên şerîata Îslamî û îslama radîkal, cewherê çanda demokratîk a vê erdnîgariyê wêran kir. Îran bi salan e şoreşgerên Kurd, zarokên Kurdan darve dike. Li ser sînoran hema her rojê kolberekî qetil dike. Lê êdî gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê û hemû muxalîfên dijî vê rejîma hov, radibin ser piyan û her wekî çanda xwe ya kevnar bi pêşengtiya Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAKê) têkoşînê bilind dikin.

Niha li Îranê bi gotina Rêber Abdullah Ocalan şerê modernîteyê tê jiyîn. Bloka Îsraîl, Emerîka û Îngîltereyê ya kapîtalîst û bloka Îranê ev şer dan destpê kirin. Lê dê encamê gelê Kurd, hêzên demokrat û nemaze jinên têkoşer diyar bikin. Careke din li ser erdnîgariya Rojhilatê Kurdistanê du hêzên serdest, wekî şerê Îskender û Darîûs li hev didin. Lê ev her du xet jî ne xeta kapîtalîst ne jî xeta îslama radîkal nabin çareserî. Dê encama vî şerî, bi danehevî û felsefeya serdema Neolîtîk, Zerduşt, Mazda-Mîtrayî hêzên modernîteya demokratîk diyar bikin. Gelê Kurd û jinên Kurd ji her demê zêdetir bi têkoşîna Jin Jiyan Azadî û bi pêşengtiya PJAKê wê textê rejîma faşîst hilweşînin.

 

Etîket: ÎrankapîtalîstKurdMazdamodernîtePJAKşerZerdûşt
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

CENTCOM: Zêdetirî 300 leşker di şerê Îranê de birîndar bûne

CENTCOM: Zêdetirî 300 leşker di şerê Îranê de birîndar bûne

27 ADAR 2026
‘Meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi ser bikeve’

PJAKê têkildarî derxistina navê wê ji lîsteya vexwendina kongreyê daxuyanî da

27 ADAR 2026
PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

PJAKê lihevkirina neteweyî silav kir

26 ADAR 2026
DYA: Danûstandin didomin   Îran: Danûstadin tune ne

Îranê bersiva xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

26 ADAR 2026
DYA: Danûstandin didomin   Îran: Danûstadin tune ne

DYA: Danûstandin didomin
Îran: Danûstadin tune ne

26 ADAR 2026
Îranê şertên ji bo bidawîkirina şer diyar kir

Îranê şertên ji bo bidawîkirina şer diyar kir

25 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê gelê Kurd di şerê cîhanê yê sêyemîn de bibe yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çalakiyên ji bo aqûbeta windayan didome: Bila winda bên dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1089)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne