ANKA-DERê bi daxwaza zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî li ber MEBê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Rêvebera ANKA-Derê Emîne Oguz destnîşan kir ku daxwaza wan a sereke statuya kurdî ye.
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-Der), bi daxwaza “Statuya kurdî perwerdehiya kurdî” li ber avahiya Wezareta Perwerdehiya Netewî (MEB) daxuyanî da. Endamên ANKA-DERê, nênerên sazî û partiyên demokratik, parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulderen Varli tevlî daxuyaniyê bûn. Girse li ber avahiya ANKA-DERê ya kolana Menekşê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê heta ber avahiya MEBê meşiya û bi berzkirin dirûşmeyên, “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me rûmeta me ye” meşiyan. Her wiha girseyê dovîzên ku, “Bijî zimanê kurdî”, “Ziman jiyan e” û “Statuya kurdî” hilgirtin. Girseyê bi pankarta “Zimanê kurdî xeta me ya sor e, destên xwe jê vekişînin” li ber avahiya MEBê daxuyanî hat da.
Metna daxuyanyê ji aliyê rêvebera ANKA-Derê Emîne Oguz ve hat xwendin. Emîne Oguz bi lêv kir ku mafê zimanê kurdî weke hemû zimanan mafekî xwezayî ye û ev tişt gotin: “Di vê pêvajoya girîng de jî em dibînin ku astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê nasnekirina zimanê dayikê ye, misogernekirina nasnameya kurdan e. Me ev hişmendî li rûniştina komîsyonê di bêdengkirina Dayikên Aştiyê de jî dît. Eger ev zihniyet neşikê, xwişk û biratiyeke li ser esasê wekhevî û dadmendiyê pêk nayê; em nikarin qala aştiyeke mayînde bikin. Ji bo aştiyê, divê serê pêşîn zimanê gelê kurd di zagonan de bê misogerkirin û pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê were vekirin. Li dibistanên seranserê Tirkiye û Kurdistanê serdema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Ji bo kurdan û gelên din ev ne perwerde ye, ev dema helandinê ye û dema kuştina çandî û tunekirinê ye. Em naxwazin em êdî li dibistanan nasnameya xwe ji dest bidin. Em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Lazim e ku hemû astengiyên li pêşiya kurdî bên rakirin û statuya kurdî bê misogerkirin. Rêyeke din nîne.”
Daxwaza herî sereke statuya kurdî ye!
Emîne Oguz destnîşan kir ku daxwaza wan a herî bingehîn statuya zimanê kurdî ye û wiha pêde çû: “Nûman Kurtulmuş di axaftineke xwe de gotibû ‘Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê ti daxwaz nehatiye’. Ev dereweke mezin e! Ev bi salan e ku em dibêjin em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Nabe ku qedexekirin û asîmîlasyona sed salan ji îro bi şûn de bi heman awayî berdewam bike. Ji bo aştiyê, serê pêşîn lazim e ku maf û hiqûqa gelê kurd bên naskirin. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî herî bingehîn ê mirovan e, lewma êdî bêyî nîqaş û paşxistin, lazim e ku ev maf were bicihanîn. Perwerdeya bi zimanê dayikê ne tenê ji bo îro ye, di esasê xwe de ji bo siberoja me ye. Em bi bîr dixin ku nasnekirina statuya kurdî û astengkirina perwerdeya bi kurdî astengiyên herî mezin in li pêşiya aştiyeke mayînde. Weke gotineke dawîn, em bang li hemû partî, sazî û dezgehên kurdan û gelê xwe dikin ku têkoşîna ji bo zimanê kurdî bilindtir bikin. Li hemberî her cure asîmîlasyonê, malên xwe bikin dibistanên kurdî û pê re jî, daxwaza ji bo perwerdeya bi kurdî û misogerkirina statuya kurdî bi dengekî berz bînin ziman.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.