• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Êlihê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebubekîr Taniş hate pirsîn

Êlih / AW

24 ÇILE 2026 - 16:42
Kategorî: ROJANE
A A
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDa Êlihê di hefteya 721emîn de li aqûbeta Serdar Taniş û Ebubekir Denizê ku di 25ê Çileya 2001î de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn binçavkirin û ji wê demê heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin pirsîn.

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di 721emîn çalakiya xwe li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê li dar xist. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHDê, parastvanên mafên mirovan û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.

Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya îro de aqûbeta Serdar Taniş û Ebubekir Deniz ên di 25ê Çileya 2001î de li navçeya Silopyayê hatibûn binçavkirin û windakirin pirsîn. Metna daxuyaniyê rêveberê ÎHDê Zana Yucel Bozkurt xwend.

‘Armanc astengkirina xebatên siyasî bû’

Zana Yucel Bozkurt diyar kir ku Serdar Taniş û Ebubekir Denizê ku di 25ê Çileya 2001î de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn binçavkirin û ji wê demê heta niha tu agahî ji wan nayên girtin û wiha axivî: “Di Îlona 2000î de partiyê Serdar Taniş ji bo damezrandina rêxistina HADEPê ya navçeyê li Silopiya ya Şirnexê hate peywirdarkirin. Rêxistina navçeya HADEPê di 3ê Çileya 2001î de li Silopiyayê hate vekirin û Serdar Taniş bû serokê navçeyê. Serdar Taniş, piştî ku rastî gefên giran ên Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê General Levent Ersoz û Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Silopyayê Kaptan Suleyman Can hat. Armanca wan bidawîanîna çalakiyên partiyê bû.”

‘Tevî serlêdanan hat windakirin’

Zana Yucel diyar kir ku di 9ê Çileya 2001î de li dijî gefan ji bo ewlehiyê serlêdanên nivîskî ji Serokkomar Ahmet Necdet Sezer, Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir û hemû rayedarên fermî re hatin kirin. Her wiha mafê wan ê lidarxistina çalakiyên siyasî dihatin astengkirin. Di 25ê Çileya 2001î de saet 13:30an de sê kesên ku wesayîteke ku Fiat a şîn diajotin, ji Serdar Taniş xwestin ku siwarî wesayîtê bibe. Serdar Taniş ev daxwaza siwarbûna wesayîtê red kir. Sê kesên di wesayîtê de jê re ku gotibûn ew ê wî bibin Fermandariya Cendirmeyan. Ew jî ji wan re gotibû ji bo daxwaznameyeke fermî bixwaze dê bi xwe biçe.”

Çalakî bi deqeyekî rûniştandinê bi dawî bû.

Etîket: Çalakiya 72yemînÎHDXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

27 HEZÎRAN 2026
ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn

ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn

26 HEZÎRAN 2026
ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

25 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

20 HEZÎRAN 2026
Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

13 HEZÎRAN 2026
Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

6 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (3)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne