Hêzên leşkerî yên Nîjeryayê diyar kirin ku wan êrişî Boko Haramê kirine û koma wan têk birine. Li gorî çavkaniyên jî heremê bazara gel hatiye bombekirin û di encamê de 200 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.
Li bakurê rojhilatê Nijeryayê, duh bi şev di encama êrîşeke asmanî ya artêşa Nîjeryayê de bazarek hat bombeberankirin. Li gorî agahiyên destpêkê, di vê karesatê de herî kêm 200 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Bazar bû gola xwînê
Êrîş duh li bazara gundê Jîllî ya li eyaleta Yobe ya li nêzî sînorê eyaleta Bornoyê êrişeke artêşa Nîjeryayê pêk hat. Rayedareke ji herêmê Lawan Zanna Nur Geidam, ji bo ajansa Reutersê axivî û got: “Ev bûyereke pir xedar e. Dema ez niha diaxivim, li qada bazarê zêdetirî 200 kesî jiyana xwe ji dest dane.”
Artêşa Nijeryayê: Me ‘Boko Haram’ hedef girt
Hêzên Hewayî yên Nijeryayê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir. Artêşê îdîa kir ku operasyona wan li dijî koma Boko Haramê bûye û wan herêma Jîllî wek “mîlîtanên çekdar” bi nav birine. Lê belê, di daxuyaniya artêşê de tu agahî derbarê hedefgirtina qada bazarê û kuştina sivîlan de cih negirt.
Brîndar birin nexweşxaneyan
Piştî êrîşê, bi sedan birîndar bi ambulans û wesayîtên taybet ber bi nexweşxaneyên li eyaletên Yobe û Borno ve hatin veguhastin. Saziya Birêvebirina Rewşa Lezgîn a Yobe (SEMA) ragihand ku tîmên wan gihiştine herêmê û dest bi dermankirina birîndaran kirine.
Şahidên bûyerê axivîn
Ahmed Alî yê 43 salî, ku di bazarê de derman difirot û bixwe jî birîndar bûye, piştî êrîşê axivî û wiha got: “”Ez pir tirsiyam û min xwest birevim. Hevalekî min ez kişandim û em hemû li erdê dirêj bûn. Dengê teqînan û qîrîna mirovan li her derê bû.”
Li bakurê rojhilatê Nijeryayê, ji ber şer û êrîşên asmanî yên ku bi salan e berdewam dikin, heta niha bi hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest dan û mîlyonan mirov ji cih û warên xwe bûn.













