Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê diyar kir ku hind derdor bi nûçeyên derew dixwazin gel bixin nav metirsiyê û xwest ku kes guh nede van gote gotan.
Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê li ser nûçeyên şerê psikolojîk daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hind derdor biz anîn hewil didin fikar û metirsiyê bixin nav gel û wiha hate gotin: “Guh nedin nûçeyên bêbingeh û gote gotan. Ev bi zanîn tên belavkirin. Hûme welatiyên li bajarê Hesekê û gundewarên wê divê aram bin. Hêzên ewlehiyê li tevahiya bajar û gundewaran tedbir girtine. Ji bo ewlehî baştır bê pêşxistin hemû hêzên me amade ne. Li malên xwe bimînin û hêzên ewlekariyê re bibin alîkar.”













