• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

    ‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

    Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

    Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 20ê KANÛNA 2025an

    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

    ‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

    Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

    Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 20ê KANÛNA 2025an

    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Aştî tenê li ser bingehê xweparastina cewherî bi wate ye

Onder Akbulut / AW

20 SIBAT 2025 - 08:39
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Amed – Rêberê PKKê Abdullah Ocalan diyar dike ku aştî tenê li ser esasê xweparastinê dikare wateyekê bi dest bixe û dibêje: “Sîstema netewedewlet û sîstema konfederalîzma demokratîk bi aştiyên bi prensîb û şert û mercî re bên jiyîn di dema binpêkirina van şert û prensîban de têkoşîna xweparastinê, ji bo azadî, wekhevî û meşa civaka demokratîk a dîrokî guncavtir in.”

Li ser banga serokê MHPê Dewlet Bahçeli ya di 1ê cotmeha 2024an ya ku got: “Bila Abdullah Ocalan were Meclîsa Tirkiyeyê Ya Mezin, di koma DEM Partiyê de bang bike û rêxistina xwe tasfiye bike.” Di 23yê Cotmeha 2024an de biraziyê Abdullah Ocalan, parlementerê DEM Partiyê Omer Ocalan çû Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di vê hevditinê de Abdullah Ocalan peyam bi raya giştî re parvekir û got “Hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez Pirsgirêka Kurd ji zemîna şer derxim zemîna hiqûq û siyasetê.” Piştre di 28ê Kanûna 2024an û 22ê Çileya 2025an de Şandeya DEM Partiyê ya ku ji Sırrı Sureyya Onder û Pervîn Bûldanê pêk tê çû bi Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtina yekemîn de ji raya giştî re peyameke ku ji 7 xalan pêk tê hat parvekirin. Piştî peyama ku hat parve kirin nîqaşên li ser çareserkirina Pirsgirêka Kurd berdewam dikin. Lê heta niha ji bo aştî û çareseriyê ji aliyê dewletê ve tu gav nehatiye avêtin. Desthilatdarî tenê çekberdanê dixe rojevê û êrişên leşkerî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Her wiha operasyonên xespkirina vîna gel jî berdewam dikin. Di aliyekî de girtina rojnameger û siyasetmedaran, ji aliyê din ve jî tayînkirina qeyûman berdewam dike.
‘Aşitiya bêparastin îfadeya teslimiyet û koletiyê ye’

Abdullah Ocalan diyar dike ku rewşa şer, rewşa nebûna aştiyê ye û aştî tenê li ser esasê xweparastinê dikare wateyekê bi dest bixe û dibêje: “Aştiya bêyî xweparastin dikare bibe îfadeya teslîmiyet û koletiyê. Cewhera aştiya bêparastin ku îro lîberalîzm li ser gel û civakan ferz dike, bi taybetî lîstika bi navê aramî û lihevhatina demokratîk; Ji bilî veşartina serdestiya çîna bûrjûwaziyê, ku bi awayekî yekalî bi hêza çekdarî ya tam, ango meşandina rewşa şer a veşartî, tê kirin, tu wateya wê nîne.”

‘Di modernîteya kapîtalîst de aştî peyveke tijî kemîn e’

Adullah Ocalan dide zanîn ku aştiyeke bêyî xweparastina cewherî weke aştiyeke rasteqîn nîşandan hewldana herî mezin a hegemonya sermaya îdeolojîk xuya dike û wiha dibêje: “Di dîrokê de bi ‘têgînên pîroz’ xwe bi awayekî din îfade dike.Peyva aştiyê di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de peyveke tijî kemîn e. Bikaranîna wê bêyî pênaseya rast pir xeternak e.Ji bo careke din were pênasekirin; aştî ne bi temamî ji holê rakirina şer e, ne jî rewşa aramî û nebûna şer a di bin serweriya aliyekî de ye. Di aştiyê de ali hene; Serweriya mutleq a aliyekî tuneye û divê nebe jî. Ya sêyem, çek li ser bingehê razîbûna karûbarê sazûmaniya exlaqî û siyasî ya cewherî ya civakê têne bêdeng kirin.”

Aştî encax bi xurtbûna civaka exlaqî û polîtîk pêkan e

Abdullah Ocalan bi lêvdike ku dema ku saziyên exlaqî û polîtîk ên civakê bixebitin, pêvajoya ku bi awayekî xwezayî derdikeve holê, pêvajoya siyaseta demokratîk e û dibêje: “Yên ku dixwazin aşitî pêk were jî divê zanibin ku serkeftin encax dema ku siyaset li ser bingehê exlaqî rola xwe bilîze pêk tê. Aştî bi îradeya xwe, bi hev re jiyîna bêçek, bêkuştin a hêzên civaka exlaqî û polîtîk û hêzên yekdestdarên dewletê pêkan e. Li şûna ku civak dewletê hilweşîne û dewlet civakê hilweşîne, rewşên aştiyê yên bi şert û mercên ku jê re lihevhatina demokratîk tê gotin, rewşên dîrokê ne.Dîrok ne bi temamî îfadeya civakeke tenê exlaqî û polîtîk wekî şaristaniya demokratîk û ne jî di şeklê sîstemên şaristaniyê de weke îfadeya civakeke tam çînî û dewletî tê jiyîn. Dîrok wek têkilî û nakokiyên di nav hev de, rewşên car na şer û car na aşitiyê tê jiyîn.”

Pêkanîna civaka demokratîk bêyî xwe parastinê nabe

Abdullah Ocalan diyar dike ku sîstema netewedewletê û sîstema konfederalîzma demokratîk bi aştiyên bi prensîb û şert û mercî re bên jiyîn di dema binpêkirina van şert û prensîban de têkoşîna xweparastinê, ji bo azadî, wekhevî û meşa civaka demokratîk a dîrokî guncavtir in û dibêje: “Di pêkanîna civakeke demokratîk û domandina hebûna xwe de, divê herî kêm heta radeya ku êrîş û îstismarkirinên yekdestdarên sermaye û desthilatdariyê bisînor bike, avahî û çalakiyên xweparastinê yên amade û çalak bên afirandin û berdewam kirin. Ji ber ku em ê demeke dirêj bi sermaye û dezgehên desthilatdariyê re bi hev re bijîn, girîng e ku em du xeletiyan nekin. Şaşiya yekem ew e ku em ewlehiya xwe radestî nîzama yekdestdar bikin. Ev rewş mîna ku kezeb teslîmê pisîkê kirinê ye. Encamên wêranker ên vê yekê bi hezaran mînakan derketiye holê.Şaşitiya duyemîn jî ew e ku bi şîara mîna dewletê hewl didin li dijî dewletê bibin amûra desthilatdariyê. Serpêhatiyên sosyalîzma reel di vê mijarê de têra xwe me şiyar dike. Ji ber vê yekê xweparastina bi wate û bi fonksîyon wê bibe hêmaneke ku şaristaniya demokratîk di dîrokê de, îro û paşerojê de nikare ji nedîtî ve were. Di sîstema konfederalîzma demokratîk de xweparastina cewherî bi awayekî herî baş pêkan e.”

‘Xweparastin, bi wateya xwe îfadeya xurtkirina siyaseta demokratîk e’

Abdullah Ocalan diyardike ku xweparastin di çarçoveya pergala konfederal de weke saziyeke siyaseta demokratîk e û wiha berdewam dike: “ Xweparastin, bi wateya xwe îfadeya xurtkirina siyaseta demokratîk e.Hêzên netewedewletperest û yekdestdarên mêtinger yên ku kurd û Kurdistan di nava xwe de parvekirine, hevkar û ajanên wan yên bi eslê xwe Kurd in, dixwazin bi cil û bergên xwe di bin xapandina ‘mafên ferdî’ de polîtîkaya qirkirinê bidomînin. Vê yekê mafê xwe yê netewî û çînayetî dibînin. Ev helwest di nava yekparebûna netewedewletê de jî rê nade aştî û çareseriya demokratîk. Dema ku aştî û çareseriya demokratîk pêk neyê, şerê qirkirinê bi hemû aliyên xwe, bi rêbazên leşkerî, siyasî, civakî, çandî, aborî, dîplomatîk û derûnî tê meşandin.Tişta ku niha tê meşandin ev şerê qirkirina Kurdan e ku piraniya wê bi dizî û veşartî tê meşandin. Şerê ku ev sed sal in bi piranî yekalî tê meşandin û armanca wê tunekirina Kurdan ji dîrokê û nehiştina civakeke azad e, şerekî qirkirinê ye ku bi gelek hevalbendan re tê meşandin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ber bi Bajarê Jinan Amedê ve: Em ê bi feraseta azadiya jinan bi rê ve bibin

Ber bi Bajarê Jinan Amedê ve: Em ê bi feraseta azadiya jinan bi rê ve bibin

20 KANÛN 2025
Ebrû Gunay: Ji aliyekî ve aştî ji aliyê din ve gefxwarin nabe

Ebrû Gunay: Ji aliyekî ve aştî ji aliyê din ve gefxwarin nabe

20 KANÛN 2025
‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

20 KANÛN 2025
Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

20 KANÛN 2025
ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

ROJEVA 20ê KANÛNA 2025an

20 KANÛN 2025
Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

19 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (377)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne