Samuel Noah Kramer, di pirtuka xwe ya “Dîrok Ji Sumerê Destpê Dike” de serdema civaka xwezayî û şaristaniyê bi zimaneke wêjeyî şîrove dike. Nemaze di serdema destpêka şaristaniyê re civak, bi rûyê dewlet, desthilatdarî, serdestî û bindestiyê re rû bi rû dimîne. Cara yekemîn di serdema Sumeriyan de bê dadî, ne wekhevî, bê wijdanî û bi taybetî jî rûyê şer ên giran tê dîtin.
Civaka xwezayî ango civaka neolîtîkê ji ewqas têgehên şaristaniyê re biyanî ne. Lewre hem di aliyê sosyolojiyê hem jî ji aliyê psîkolojiya civakê re, şaristanî û dewlet têgehên ji derveyî civakê ne. Ev sazî ne ji nava civakê derketine. Civaka xwezayî bi hezaran salan bi meclîs û komunan xebatên civakî, aborî, polîtîk û hwd. dimeşînin.
Ji ber wê jî şaristaniya Sumeriyan li dijî hemû nirxên civakî derdikeve ser dika dîrokê. Di hemû beşên civakî de bîrdoziya kirde-bireserî bi pêş dikeve. Li şûna hemû xebatên xwedawendan, xweda û qiralên zilam cih digirin. Li şûna meclis û komunên civakê burokrasiya dewletê cih digire. Şerên dijwar ên li dijî hevdû, dikeve pêşiya xema ewlehiya civakî. Li şûna cênikên xwedawendan Zîggûratên dewletê cih digire û bi vî rengî tu tiştek ji reng û rewşa civaka xwezayî namîne.
Civak di her gotinên xwe de xwedayên Sumeriyan, her carê li dijî şerên giran aştiya bi rûmet berz dike. Yên ku şer derdixînin ew in û di encamê de dibînin ku bi şer hem civak hem jî dewlet winda dike. Gotina “Amargî” ango bêrikirina civaka xwezayî û azadiyê di vê serdemê de tê gotin. Ji aliyê derûnî ve civakek nexweş derdikeve. Bêrikirina azadî û aştiyê tê kirin. Lê şer bi dawî nabin. Dîsa bêrîkirina maf, dad û exlaqî û wijdanî tê kirin. Lê bêdadî, bêwijdanî û bêexlaqî serwer dibe.
Di her hawirê de tişta ku ji aliyê herkesî ve tê gotin aştî ye. Di serdema civaka xwezayî de aboriya civakê di asta herî jor de ye. Her dema ku berhemê zêde ji cotkariyê derdikeve civak, vê rewşê wekî cejnan pîroz dikin. Hemû mirov di nava hevsengiyek aştiyane de dijîn. Zarok di nava kêfxweşiyê de dijîn û dayikên zanist fikr û ramanên xwe di her hawirê de ji civakê re parve dikir.
Lê bi şaristanî û dewletê re ev rewş bi temamî ji holê radibe. Ya rast 5 hezar salin mirovahî ji aştiyê re bi hesret e. Nemaze gelê Kurd, Suryan, Ermen, Êzîdî û hemû gelên li Kurdistan û Mezopotamyayê dijîn 5 hezar salin hesretê aştiyek bi rûmet in.
Ji serdema şaristaniya Sumeriyan ve welatê Mezopotamyayê ji aliyê dewlet û desthilatdariyan ve tê dagirkirin. Ji bilî şer, kuştin, pevçûn û qetlîaman vî welatê 5 hezar salin tiştek din ne dît. Gelên li vê erdnîgariyê dijîn wekî dîroka xwe ya şanaz û rûmet daxwaza aşitiyek bi nirx û hêja dikin.
Heta niha ji şaristaniya Sumeriyan heta şaristaniya kapîtalîst, mirovahiya cîhanê tu xêrek ji van pergalan ne dît. Civaka Kurdistanê wekî heman bêrîkirina amargiya Sumeriyan a aştiyê, bêrîkirina welatek azad tîne. Pergala şaristaniyê êdî nema dikare li pêşiya vê daxwaza civakê bisekine.
Rêber Abdullah Ocalan, ji sala 1993an ve ji bona aştiyek bi rûmet destê xwe dirêj dike. Ev dest dirêjkirina bi deh hezaran salane. Gelê Kurd di her dema dîrokê de li berxwe dida û hebûna xwe parast. Di sedsala 20 û 21emîn de jî ev bi PKKê pêk hat. Lê êdî dema aştiyek bi rûmet e.
Destê ku Rêber Ocalan dirêj kirî hîna jî baş nehatiye girtin. Hîna jî bê biryariya şer û aştiyê heye di nava dewlet û desthilatdariyê de. Lê gelê Kurd ji aştiyê re teqez e. Gelê Kurd û Kurdistanî dîroka xwe baş dizane û xwedî li vê yekê derdikevin. Gelê Kurd bêrîkirinek dîrokî dijî û bi Rêber Ocalan re ye.