AVA TV piştî bertekan paşve gav avêt, ji DEM Partiyê re e-maîlek şand û lêborîn xwest. AVA TV îdia kir ku ji ber siyasetên sepandî ji aliyê platforma Meta (Facebook û Instagram) ve ku li ser wan hatine ferzkirin, rû daye û got: “Em lêborînê ji we dixwazîn, me naverok rakir û em ê careke din dubare nekin.”
AVA TV a ku li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê weşanê dike, serî li rêbazek sosret da û di wêne de rûyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sansur kir ango mozaîk kir. Piştî sansurkirina rûyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek bertek jî AVA TV re hatin kirin. AVA TV piştî bertekên dijwar paşve gav avêt û bi rêya e-maîlê ji DEM Partiyê lêborîn xwest û diyar kir ku wan naverok rakir û ew ê careke din dubare nekin.
Daxuyaniya AVA TV wisa ye:
“Hevalên DEM Partî…
Babet: Zelalkirin Derbarê Bikaranîna Wêneyê Birêz Abdullah Ocalan li ser Platformên Medyaya AVA
Piştî silav û rêzan, dixwazîn bi fermî zalalkirinên edîtorî û teknîkî yên li pişt bikaranîna dawî ya wêneyê Birêz Abdullah Ocalan ji alîyê AVA Media ve, bi taybetî bi karanîna wêneyên nezelal di wê pişka weşana me de, bo we yên hêja dîyar bikîn.
Li destpêkê piştrastîyê didin we yên hêja ku ev tedbîre bi niyeta siyasî an edîtorî nehatîye kirin. Berevajî vê, ji ber sîyasetên sepandî ji alîyê platforma Meta (Facebook û Instagram) ve ko li ser me hatine ferzkirin, rûdaye. Platformên me yên medyayê pêştir ji ber weşandina wêneyên Birêz Abdullah Ocalan, rastî rakirina naverokê û sînorkirinên potansiyel ên hesabê hatine.
Lê dîsa, em lêborînê ji we dixwazîn, me naverok rakir û em ê careke din dubare nekin. Em bi tevahî pabendî pratîkên medyayê yên profesyonel, hevseng û berpirsiyar dimînin, û em di hevkariya xwe de bi hemî aliyên peywendîdar û herwiha şefafiyetê girîng dibînin.
Têgihîştina we teqdîr dikin û ji bo her zelaliyek din amade ne.”













