AVKAMEDê daxuyand ku nûçeyên “li avê zam hat kirin” ne rast in. AVKAMEDê diyar kir ku ev guhertin ne zam e, li gorî qanûnan nûkirineke teknîkî ya li gorî rêjeya enflasyonê (TUFE) ye.
AVKAMED têkildarî nûçeyên zemê yên li ser avê hatine kirin daxuyanî da û got: “Di meha Çileyê de li gor qanûnan di bihayê avê de guhertineke bi rêjeya %0,89 hat zêdekirin. Ev zêdekirina bihayê avê ne bi biryara saziyê ye, li gorî qanûnan guhertineke mecbûrî ye.
Li gorî enflasyonê tê nûkirin
AVKAMED destnîşan kir ku şaredarî bi daxwaza xwe bihayê avê zêde nake û wiha got: “Ev guhertin ji ber mecbûriyetên qanûnî û li gorî enflasyonê her meh tê nûkirin. Ji ber vê yekê, sernavên wekî ‘Zam hat kirin.’ Rastiyê nîşan nadin û xelkê dixapînin.
Ne zem e, pêdiviyeke teknîkî ye
AVKAMED da zanîn ku ev guhertina bihayê avê ne biryara wan e û got: “Ev guhertin ne tenê ji bo AVKAMEDê ye. Li seranserê Tirkiyeyê hemû rêveberiyên avê (wek ÎSKÎ, ASKÎ, ÎZSU û hwd.) li gorî qanûnan, bihayê avê li gorî enflasyonê (TUFE) nû dikin. Ev ne biryareke ‘zemê’ ya keyfî ye; ji bo ku xizmeta avê neyê birîn û berdewam bike, ev nûkirina teknîkî mecbûrî ne.”













