Awazê Çiya bi wesîleya Newroza 2026an klîba bi navê “Newroza Azadiyê” weşand.
Koma Awazê Çiya ji bo Newroza 2026an ku bi dirûşma “Newrzoa Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tê pîrozkirin klîba bi navê “Newroza Azadiyê” amade kir.
Awazê Çiya di salvegera 2638emîn a Newrozê de “Newroza Azadiyê” li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê pîroz kir.
Awazê Çiya diyar kir di demekê de ku azadiya fîzîkî ya Abdullah û gelê Kurd gelekî nêzîk e, ew ji her demê bêhtir bi kelecaneke mezin vê Newrozê pêşwazî dikin û got: “Di demekê de ku li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gelê me di nava yekîtiyê de ye, ji aliyê hişmendiya neteweyî ve em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Sînorê dagirkeran ên li ser cografya Kurdistanê hatine danîn, bi têkoşîna ji bo azadî û yekîtiyê her roj parçe dibe û bê wate dibe. Têkoşîna 53 salan a Rêber Apo gelê me gihand vê astê. Dem hatiye ku gelê Kurd li nava gelên cîhanê bi rengekî bi rûmet cihê xwe bigire. Kurd û Kurdistan bûne rastiyeke ebedî. Bi coşa mezin a Newroza 2026an em berxwedana gelê xwe ya li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê silav dikin û Newroza wan ji dil pîroz dikin.
Ji bo keda şehîdan û gelê me yê qehreman, ji bo bibe dilopek li nava okyanûsê weke Awazê Çiya em bi hunera xwe dixwazin vê Newrozê pêşwazî bikin û pêşengiyê bikin. Ji ber vê yekê em berhema xwe ya nû ku me bi navê ‘Newroza Azadiyê’ amade kiriye, diyarî gelê xwe dikin. Em careke din weke hunera şoreşa azadiyê cejnê li her kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide û kedê dide, pîroz dikin. Bila her rojeke we weke Newrozê be.”












