• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Zanîngehê Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    Li Zanîngehê Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Zanîngehê Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    Li Zanîngehê Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Welatiyên Ebexê: Bila Newroza îsal bibe wesîleya azadî û aştiyeke mayînde

Daristan Pala / AW

12 ADAR 2026 - 08:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Welatiyên Ebexê diyar kirin ku Newroz ji bo gelê Kurd sembola hebûn, azadî û serhildanê ye û gotin: “Bila Newroza îsal bibe mizgîniya azadiya girtiyên siyasî û wesîleya avakirina aştiyeke mayînde.”

Newroz li Bakurê Kurdistanê beriya her tiştî mizgîniya vejîna xwezayê û cejna hembêzkirina axê ye. Ew mîna cejneke rengîn a çandî ye ku bi hezaran salan e di nava civakê de koka xwe berdaye û bi hatina biharê re ruhê mirovan nû dike. Newroz li Bakurê Kurdistanê wekî “Cejna Serhildanê” jî tê pênasekirin. Govendên ku li dora agir tên gerandin, nîşaneya yekîtî û ruhê kolektîf ê gel e. Newroz îsal bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tê pîrozkirin. Yek ji navênda ku agirê Newrozê lê hat pêxistin jî navçeya Ebexê ya Wanê bû. Welatiyên ku tev li pîrozbahiya Newrozê bûn, axivîn.

‘Bila Newroz bibe sedema aştiyeke mayînde’

Weltiyê bi navê Ahmet Sayinel bal kişand ser girîngiya Newrozê û diyar kir ku newroz ji bo gelê Kurd hebûn û tunebûn e û wiha got: “Bi salan e Newroz hat qedexekirin, lê belê di vê demê de em Newroza xwe bi kêfxweşî pîroz dikin. Niha em Newrozê bi awayekî azad pîroz dikin, sedema vê azadiyê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bila Newroz bibe sedema azadiya girtiyên di zindanan de û bibe wesîleya aştiyeke mayînde.”

‘Em ziman û mafên xwe dixwazin’

Nesîm Yildizer jî da zanîn ku Newroz ji bo wî tê wateya serhildan, aştî û baweriya gelê Kurd û got: “Baweriya me bi Newrozê heye û em bi Newrozê hene. Hevalên me di zindanan de ji bo Newrozê bedena xwe dan ber agir, bûn sembola Kurdan. Heke Newroz tune be, em jî tunene. Newroz qedera gelê Kurd e. Bila Newroza 2026an bibe sedema aştiyê û daxwazên me bên cîh. Em ziman û mafên xwe dixwazin; em ê bi berxwedana xwe serbikevin.”

‘Bila agirê Newrozê rêya aştiyeke mayînde ronî bike’

Welatiyê bi navê Ozcan Topkaç jî anî ziman kû Newroz xelasiya gelê Kurd e û cejneke pir girîng e û wiha got: “Newroz sembola herî mezin a azadiyê ye. Hêvîdar im ku Newroza îsal bibe mizgîniya aştî, biratî û azadiyê; bibe wesîleya azadkirina hemû girtiyên siyasî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Bila agirê Newrozê rêya aştiyeke mayînde ronî bike.”

Etîket: NewrozNewroza 2026anNewroza Azadî û Demokrasiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

6 NÎSAN 2026
Sozdar Avesta: Tirkiye pêkanîna Peymana 10ê Adarê asteng kir

Avesta: Newroza 2026an referandûma azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû

3 NÎSAN 2026
Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

27 ADAR 2026
Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

27 ADAR 2026
TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

27 ADAR 2026
Karasu: Seba serkewtişê prosesî azadîya fîzîkî ya Rayberîye şert a

Karasû: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêbertî şert e

26 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Amedsporê di rêya şampiyontiyê de derbeyeke giran xwar

    Amedsporê di rêya şampiyontiyê de derbeyeke giran xwar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê dema qîwar e: Gelek fêydeyên wê ji tenduristiyê re hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Mbaye Dîagne peyama bi Kurdî: Em qet dev jê bernadin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Koma Berxwedan straneke nû: Rojava Rojhilat e Kurdistan Yek Welat e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bû rojeva medyaya sanal: Wekî Hz. Nûh keştiyek çêkiriye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welat Çevîren: Birayê min xwe nekuşt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojeva 14ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê dengê xwe bigihînin Serokatiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (522)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne