Rêvebera Federasyona Komeleyên Kafkasan Ayça Atli, anî ziman ku ew tu carî bêdeng nema û got: “Ji bo ez bibim dengê bêdengan ez îro bi zimanê ku ne zimanê min e di axivim. Ez îro li ser axa xwe mezin bûbûma ezê kîbûma ez qet nizanim. Aştî ne tenê agirbest e. Di heman demê de nasikirin û qebûlkirina ên li hemberî xwe ye.”
Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê li navçeya Eyupsûltanê ya Stenbolê bi tevlêbûna saziyên civakî û parazvanên mafên mirovan konferansa “Vekirina Rêya Aştiyê” li dar dixe. Rêvebera Federasyona Komeleyên Kafkasan Ayça Atli, di konferansê de axivî û bal kişand ser çîroka Çerkezan. Ayça Atli, anî ziman ku ew li ser vê axê Çerkezê ku ji pêkhateyên Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Elewî û Suniyan pêk tê ye û wiha got: “Bi salan li dibistanan di pirtûkên dîrokê de bi pîneyê ‘Xayîn” hatim vir. Çerkez, bi îngîlîzî pênaseya Nijadên Spî ye. Bi jin û mirîşkên xwe tên bibîranîn. Yên ku kul û derdê wê tune tê hesibandin in. Yên ku li welatê xwe tê xwestin ku bibe Rûsî ne. Ez berxwedana nijadeke ku li dijî tunekirinê li ber xwe dide me. Ez bawer dikim ku aştî ne tenê li ser parçeyek axê, divê li ser hemû parçeyê axê bê avakirin.”
‘Ez kî me ji ku me?’
Ayça Atli, anî ziman ku ew li ser navê kurd, Tirk, çerkez û lazan di axive û wiha berdewam kir: “Ez li vir her çend wekî çerkezekê li ser navê Rêvebera Federasyona Komeleyên Kafkasan diaxivim jî, lê di heman demê de ez li ser navê kesên nasnameya wan hatiye înkarkirin û dengê wan hatiye qutkirin di axivim. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Hin caran axaftin e. Hin caran bê tirs gotina navan û bîranîna paşerojê ye. Ez kî me û çima li vir im, kez nizane. Der barê me de tu tişt tên zanîn. Yek jê jina çerkez, ya din jî mirîşka çerkezan e. Em kesên yekeamîn ên di lîsteya koçberan de cih digirin. Dîsa di lîsteya kesên hatine darvekirin de piranî çerkez in. Dema me yekemîn komeleya xwe ya çerkezan ava kir em rastî erîşa çekdarî hatin. Hemû çîroka me di zimanê li malê tê axaftin de veşartiye. Zimanê me ne hat qedexekirin û ne jî hat azadkirin. Malbata min bi sirgûniyê hat ser vê axê.”
Rêvebera Federasyona Komeleyên Kafkasan Ayça Atli, anî ziman ku ew tu carî bêdeng nema û got: “Ji bo ez bibim dengê bêdengan ez îro bi zimanê ku ne zimanê min e di axivim. Ez îro li ser axa xwe mezin bûbûma ezê kîbûma ez qet nizanim.”
Ayça Atli, herî dawî ani ziman ku aştî ne tenê agirbest e û wiha bi dawî kir: “Di heman demê ne naskirin, bibîranin û qebûlkirin e. Hemû temenê min bi fikirîna “Gelo dengê min bi zimanê min ê zikmakî çawa derdikeve” derbas bû. Ez li ser axa xwe ji dayik bûbûma û mezin bûbûma ez ê kî bûma. Dê navê min çibûya. Ez ê kî bûma ez qet nizanim. Eger ez îro zimanê vî welatî bi awayekî serbest di axivim, mîrateya kal û pîrên min ên ji bo bikaribin bijîn xwe li vî zimanî gerandine. Belkî ez êşa nebûna zimanê xwe bi axaftina bêqusur a zimanê serdest ditepisînim.”