Girtiyê azadiyê Aydin Adiyaman ê ku 32 sal û nîv di girtîgehê de ma, hate berdan.
Girtiyê siyasî û azadiyê yê Kurd Aydin Adiyaman ê ku 32 sal û nîv e di girtigehê de dihate ragirtin, duh ji Girtîgeha Tîpa Fyê ya Boluyê hat berdan.
Aydin Adiyaman ji aliyê malbat û endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MA TUHAY-DER) ve li ber girtîgehê hate pêşwazîkirin.
Piştre Aydin Adiyaman û malbata xwe ber bi Îdirê ve ketin rê.
Aydin Adiyaman heta niha di girtîgehên Tîpa Hyê û Tîpa Taybet ên Erziromê û Tîpa Fyê ya Boluyê de hatiye ragirtin.
Diviyabû Adiyaman beriya du sal û nîvan bihata berdan. Lê tehliyeya Aydin Adiyaman 7 caran bi hinceta “Poşmantî qebûl nekiriye” hatibû taloqkirin.








