• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Baroya Stenbolê: Mehmet Edîp Taşar daketiye 40 kîlo

    Baroya Stenbolê: Mehmet Edîp Taşar daketiye 40 kîlo

    Nûman Kurtulmuş: Ger komîsyon biryarê bide dikarin biçin Îmraliyê

    Kurtulmuş: Çi gotina kî hebe bila li qada siyasetê bêje

    Numan Kurtulmuş: Rapor dê li ser 7 xalan pêk were

    Hevdîtina Kurtulmuş ya bi Koma Yenî Yolê re dest pê kir

    Erdogan: Em li benda raporek pêvajoyê bi lez bike ne

    Erdogan bersiv da Bahçelî: Îmralî ji aliyê Wezaretê Dadê ve tê rêvebirin

    Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    Li Sûriyê qeyran kûr dibe: Baregehên Hikûmeta Demkî hedef hatin girtin

    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Baroya Stenbolê: Mehmet Edîp Taşar daketiye 40 kîlo

    Baroya Stenbolê: Mehmet Edîp Taşar daketiye 40 kîlo

    Nûman Kurtulmuş: Ger komîsyon biryarê bide dikarin biçin Îmraliyê

    Kurtulmuş: Çi gotina kî hebe bila li qada siyasetê bêje

    Numan Kurtulmuş: Rapor dê li ser 7 xalan pêk were

    Hevdîtina Kurtulmuş ya bi Koma Yenî Yolê re dest pê kir

    Erdogan: Em li benda raporek pêvajoyê bi lez bike ne

    Erdogan bersiv da Bahçelî: Îmralî ji aliyê Wezaretê Dadê ve tê rêvebirin

    Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    Li Sûriyê qeyran kûr dibe: Baregehên Hikûmeta Demkî hedef hatin girtin

    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite

Enqere/ Aw

25 SIBAT 2026 - 16:57
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bi lêv kir ku pêvajo bi gav avetinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş ve çûyê û wiha got: “Ji ber wê divê şert û mercên azad a xebatên birêz Ocalan werin pêkanîn.”

 

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di navberdayina civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya xwe de tekildarî mijarên di civînê de hatinê nirxandin li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Dogan anî ziman ku geşedanên di rojevê de mijarên civîna wan bûye û wiha axivî: “Nîqaşên li ser rapora hevpar berdewam dikin. Dûh jî Serokê Meclîse serdana partiya me jî kir. Serdana serokê meclise ya ji bo partiyên siyasî girîng bû. Serokê Meclise dûh jî derbarê rapore de diyar kir ku ew qonaxeke dîrokî ye. Lê ya girîng ew e ku serdem dê çawa be derbaskirin. Divê ew serdem bi demokratîkbûnê ve were derbaskirin û gavên şenber hewce ne.”

‘Pêvajoyê rast binav bikin’

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd di çerçoveyke teng a ewlehiyê de nikare be destgirtin û wiha pê de çû: “Dema em ji gel re hevdîtinê dikin gel vê yekê dipirsê. Dibêje ‘Çima navê pirsgirêke rast nayê danîn?’ Li ser vê yekê şikestinên gel hene. Pirsgirêke ku hûn nekarin navê wê rast daynin hûn ê çawa çareser bikin. Gel dixwazê ji pêvajoyê bawer be. Ji bo wê jî hewcehî gavên şenber heye. Ji bo wê jî divê derxistina qanûnan bi derengiyê neyê xistin. Gavên pêwîst divê werin avêtin û divê demildest qanûn werin amadekirin.”

‘Divê gavên pêwîst demildest bên avetin’

Ayşegul Dogan bal kişand ser gotinên Serokkomar Erdogan ku derbarê raporê de gotibû, ‘Ne tenê metneke pêşniyariyê ye, di heman demê de belgeyeke dîrokî ye’ jî û wiha got: “Em jî wisa difikirin lê pêkanîna pêwîstiyên raporê di serî de berpirsyariya desthilat û hemû partiyan e. Divê pêşniyarên di raporê de hatinê kirin bên şenberkirin û bikin qanûn. Divê ji bendewariyên gel re bibin bersiv. Divê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan demildest bên pêkanîn. Sepanên qeyûm bên rakirin. Ji bo van hewceyî derxistina qanûn nîne. Heke ew be kirin baweriya gel jî çêdibe. Ji aliyekî ve girtiyên siyasî û girtiyên nexweş dê di girtîgehan de bin û Lîjneya Çavderiya Girtîgehan dê biryarên keyfî bidin û qeyûm dê li ser kar bin ji aliyê din vê jî hûn ê bejin ‘serdemeke dîrokî ye.’ Dê çawa bibe? Divê sepana qeyûm bi tevahî bi dawî bibe.”

‘Divê derxistina qanûnan neyê taloq kirin’

Ayşegul Dogan diyar kir ku pêwîstî bi derxistina qanûnan heye û ev tişt anîn ziman: “Divê ji bo endamên rêxistinê yên çek berdane, divê bi awayekî qanûnî azadiya wan mîsoger dike werin derxistin da ku tev tevlî siyaseta demokratîk bibin. Cezakirin ne li gor rihê pêvajoye ye. Heke di çerçoveya ewlehiyê de ev pirsgirêk were destgirtin dê kêmasiyeke mezin rû bide. Entegrasyona Demokratîk di çerçoveya qanûnan de divê pêk were. Pêşniyara me ya qanûnê ya aştiyê amadeye. Dema hat, komîsyona me ya hiqûqê jî dê vê yekê ragihîne. Divê mijara derxistina qanûnan neyê taloqkirin. Rojeva serekê ya Meclise derxistina qanûnan e. Çima rojeva serekê ya Meclise ne ew e. Taloq kirin ji Tirkiyeyê dide windakirin. Weke DEM Partî em bang dikin ku pêşniyaran weke qanûn werin derxistin.”

‘Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite’

Ayşegul Dogan bi lêv kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û axaftina xwe wiha domand: “Birêz Ocalan muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye. Heza birêz Abdullah Ocalan a bi banga 27ê Sibatê û geşedanên piştî wê careke din derketiye holê hemû Tirkiyeyê dît. Ji bo wê jî divê şert û mercên azad a xebatên birêz Ocalan pêk were. Ji bo vê astengiyên hiqûqî divê werin derbaskirin. Ji bo birêz Ocalan bikare beşên cuda ên civakê re biaxive divê şert û merc bên amade kirin. Birêz Ocalan jî dixwazê ji beşên cuda yên civakê re biaxivê û beşên cuda ên civakê jî dixwazin. Rojnamegeran ji raya giştî re vêkirî pirsên xwe ji birêz Ocalan pirsin. Ji bo birêz Ocalan bikare misyona xwe pêk bîne û bi rola xwe rabe divê şert û mercên wî werin başkirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan derbarê nûçeyên têkildarî DEM Partiyê yên, ‘Dê nav û giraniya rêveberiyê biguhere’ derewand û wiha got: “Rojeveke me ya kongreyê tune ye û ev îdia ne rast in. Helbet em ê kongreyê bikin û ji nû ve ava bikin. Lê hê biryareke me daye tune ye.”

‘Tê payîn ku dê peyama birêz Ocalan niviskî be’

Ayşegul Dogan tekildarî salvegera banga 27ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî bi lêv kir ku ew dê bernameyekê li dar bixin û peyameke nû ya Abdullah Ocalan dê di vê bernameyê de were xwendin. Ayşegul Dogan anî ziman ku ew li bendê ne ku peyam li ser pêvajoyê û merhaleya ji niha û şûn vê be û wiha got: “Tê payîn peyameke ne bi dimen e, wê bi niviskî be.”

Ayşegul Dogan di dawiya axaftina de bang li hemû kesên demokrat ku çareseriyê dixwazin jî kir ku berpirsyariyê bigirin û nehêlin pêvajo ji nêzîkatiya kesekê re bimîne.

‘Mijara birêz Ocalan nikarin hewaleyî wezareteke bikin’

Ayşegul Dogan tekildarî pirsa, “Serokkomar Erdogan derbarê gotina Devlet Bahçelî ya ‘Divê statuya birêz Ocalan bê şenberkirin’ de got ku ‘Wezarete Dadê berpirsyar e. Hûn vê yekê çawa dinirxînin’ wiha bersivand: “Mijara birêz Ocalan nikarin hewaleyî ezaretekê bikin. Bi milyonan kes birêz Ocalan weke Rêberê xwe dibînin. Divê hemû astengiyên li pêşiya birêz Ocalan bên rakirin. Pêvajo bi bang û gavên birêz Ocalan li pêş ket. Birêz Ocalan dibêje divê li ser bingeha Civaka Demokratîk entegrasyon pêk were. Divê ew deng bigehije raya giştî.”

Ayşegul Dogan li ser pirsa merhaleya 2em a pêvajoyê jî got ku mabesta wan a merhaleya 2emîn ew e ku qanûn werin amadekirin û got ku divê ew yek neyê derengxistin.

Daxuyanî piştî pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: Ayşegul DoganCivîna MYKêdaxuyanîQonaxa amadekirina qanûnanRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Erdogan: Em li benda raporek pêvajoyê bi lez bike ne

Erdogan bersiv da Bahçelî: Îmralî ji aliyê Wezaretê Dadê ve tê rêvebirin

25 SIBAT 2026
Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro:  Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

25 SIBAT 2026
OHD dê ji bo ‘mafê hêviyê’ meşekê li dar bixe

OHD dê ji bo ‘mafê hêviyê’ meşekê li dar bixe

24 SIBAT 2026
Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro:  Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Abdullah Ocalan ji bo me çi dibêje? – 1

24 SIBAT 2026
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Komkirina çekan tê wateya domandina fermanê

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Komkirina çekan tê wateya domandina fermanê

23 SIBAT 2026
TJAyê li Wanê starta rêzeçalakiyên 8ê Adarê da

TJAyê li Wanê starta rêzeçalakiyên 8ê Adarê da

23 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka Dengbêj Memedê Panîyê: Kilamên Şer, Mêrxasî û Evîndariyê vedibêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Jinan li dijî êrişan keziyên rizgarbûna xwe honandin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di dîplomasiya Kurd de serdemek nû: Piştî Munîhê li PEyê rojev Kurd in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 26 rêxistin û saziyan banga parastina statûya YPJê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (923)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne