• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mirina girtî Rojhat Babat di rojeva Meclisê de ye

    Mirina girtî Rojhat Babat di rojeva Meclisê de ye

    AVA TVyê wêneyê Abdullah Ocalan sansur kir!

    AVA TVyê wêneyê Abdullah Ocalan sansur kir!

    Li Efrînê şopên talan û dagirkeriyê

    Li Efrînê şopên talan û dagirkeriyê

    Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    Dayikên Aştiyê li Edeneyê ji bo rojbûna Ocalan dar çandin

    Dayikên Aştiyê li Edeneyê ji bo rojbûna Ocalan dar çandin

    Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

    Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mirina girtî Rojhat Babat di rojeva Meclisê de ye

    Mirina girtî Rojhat Babat di rojeva Meclisê de ye

    AVA TVyê wêneyê Abdullah Ocalan sansur kir!

    AVA TVyê wêneyê Abdullah Ocalan sansur kir!

    Li Efrînê şopên talan û dagirkeriyê

    Li Efrînê şopên talan û dagirkeriyê

    Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    Dayikên Aştiyê li Edeneyê ji bo rojbûna Ocalan dar çandin

    Dayikên Aştiyê li Edeneyê ji bo rojbûna Ocalan dar çandin

    Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

    Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Divê şertên xebat û jiyanê yên birêz Ocalan li gorî pêvajoyê bên amadekirin

Navenda Nûçeyan/ AW

2 NÎSAN 2026 - 15:46
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan destnîşan kir ku divê şertên xebat û jiyanê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gorî pêvajoyê bên başkirin û da zanîn ku dê ev yek pêşiya pêvajoyê jî veke.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda giştî ya partiyê geşedanên di rojevê de nirxand. Ayşegul Doganê, diyar kir ku yek ji mijara ew li ser disekinin jî başkirina şert û mercên xebat û jiyanê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “Divê ev şert û merc li gorî ruhê pêvajoyê bên başkirin. Pêşketina pêvajoyê hewcehiya xwe bi vê heye. Ev rewş dê bike ku pêşiya pêvajoyê vebe. Dema bêyî navbeynkar hebin karî yekser bi xwe bersiva pirsan bide, ev yek dê bandoreke mezin bike.”

‘Divê rê were vekirin’

Di berdewamê de Ayşegul Doganê destnîşan kir ku nêzikatiya li hemberî Abdullah Ocalan nêzikatiya li hemberî gelê Kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî hevdîtinan, bi raya giştî re agahî tên parvekirin. Em dixwazin pêvajo bi zelalî pêş bikeve. Em dixwazin rê were dayin ku rojnameger bi xwe biçin û pirsên xwe ji birêz Ocalan bikin. Ev dê ji bo pêvajoyê jî baş be. Birêz Ocalan ev pêvajo di nava şertên bisînor de gihand vê qonaxê. Lêbelê heke şert û mercên wî yên xebatê baş bûna, dê ji bo çareseriya demokratîk û aştiya Tirkiyeyê pêşketineke mezintir çêbûya. Lewma em dibêjin hewceye ev rê were vekirin û ne tenê rojnameger lê akademîsyen, parastvanên mafan, partiyên siysaî, rûspiyên civakê û êdî her kî bixwaze biçe divê bikarin biçin serdanê. Pêwîste rêya vê were vekirin.”

‘Divê muxalefet pêşengtiyê bike’

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Doganê îşaret bi helwesta partiya muxalefeta sereke kir û got: “Li gorî me partiya sereke ya muxalefetê dikare di vê qonaxê de berpirsyartiyên cidî li xwe bigire. Her ku muxalefeta deokratîk bihêz dibe, her ku bi heev re têkoşiya û muzakere kir û ev qad berfirehtir kir, li Tirkiyeyê dê zemîna avêtina gavên demokratîk û verastkirinên zagonî jî bileztir be.

‘Divê bi diyalogê çareserî were pêkanîn’

Em di serdemekê de ne ku êdî ne di bin siya çekan de, lê li ser maseyê bi rêya guftûgoyê divê encam were girtin. Daxwaza me ya esasî ya di vê qonaxê de ew e ku partiyên muxalefetê piştgiriyê bidin pêvajoya ku rêyên demokratîkbûnê vedikin û çareseriyeke adilane û mayinde ya demokratîk a pirsgirêka Kurd. Heta dixwazin ew pêşengtiya vê bikin. Bendewariya me ya ji muxalefetê; hewldan û bizaveke ji bo peydakirina çareseriyên pirsgirêkên welat, hevkariya di demokratîkbûna welat de ye. Em, bangên Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ên ji bo hilbijartinê baş fêm dikin. Ji ber ku em jî rastî heman miameleyan hatin û hêj niha jî didomin.”

Ayşegul Doganê herî dawî jî got hewceye têkildarî verastekirinên zagonî demildest gav bên avêtin.

Etîket: Ayşegul DogandaxuyanîNavenda Giştî ya DEM Partiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li ser navê ARSÎSAyê ceza li zimanê Kurdî hatiye birîn

Li ser navê ARSÎSAyê ceza li zimanê Kurdî hatiye birîn

2 NÎSAN 2026
8 dewletan qanûna darvekirinê ya Îsraîlê şermezar kirin

8 dewletan qanûna darvekirinê ya Îsraîlê şermezar kirin

2 NÎSAN 2026
Girtina aktîvîsta ekolojiyê Esra Işik hate protestokirin

Girtina aktîvîsta ekolojiyê Esra Işik hate protestokirin

1 NÎSAN 2026
PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

31 ADAR 2026
Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

30 ADAR 2026
Li Îzmîrê projeya JESê ya Gimgimê hat şermezarkirin 

Li Îzmîrê projeya JESê ya Gimgimê hat şermezarkirin 

28 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji zindanê heta derve bi ser ketin

    Ji zindanê heta derve bi ser ketin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Demokratîkbûna’ saziyên Îzmîrê li Kurdî qelibî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahiya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd: Statuya Serok Apo qebûl bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevseroka KURDÎWARê: Em ê hewl bidin bîr û arşîvek akademîk ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (77)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne