Enqere – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku tevî kêmasiyan, pêşniyarên ji bo demokratîkbûyinê di rapora hevpar de cih girtine girîng in û wiha got: “Divê pêşniyarên hatinê kirin demildest bibin qanûn. Em jî dê şopdar bin û divê civak jî bişopîne.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan tekildarî geşedanên di rojeve de li navenda partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Dogan bi lêv kir ku rojeva wan a serekê rapora hevpar a komîsyonê ye û wiha got: “Komîsyona meclise tevî kêmasiyan jî xebatên xwe yên di 5ê Tebaxê de destpêkiribû bi dawî kir. Avabûna komîsyonê pir girîng bû. Me gelek hişyarî kiribû ji bo pêşveçûna pêvajoyê. Hinek hişyariyên me di raporê de cih girtin lê hinek jî hatine paşguhkirin. Tevî hemû kemasiyan jî derketina rapora hevpar û taybet jî xalên demokratîkbûyinê girîng bûn.”
Ayşegul Dogan diyar kir ku pêvajo bi banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş xist û wiha axivî: “Piştî bangê Rêxistinê jî bi ser vê yekê xwe fesîh kir, çeken xwe şewitandin û hezên xwe ji cihên stratejîk kişandin. Ew yek jî pêvajo pêşve çû. Weke birêz Ocalan dibêje êdî merhaleyeke nû destpêkiriyê. Ev rapor jî destpêka merhaleya nû ye. Divê tespit û pêşniyarên di raporê de hatinê kirin demildest bibin qanûn. Divê meclis êdî şev û roj ji bo vê bixebitê. Me hevî dikir raporeke wisa bibûna ku 51 endaman bi awayekî erê deng bidana. Me dixwast TÎP û EMEP tevî rexneyan jî erê deng bide. Niha em di dema ku zemîna hiqûqî û siyasî xurt bikin de ne. Ew rapor ji bo wê girîng bû. Lê divê em heşmendî û zimanê berê berdin. Em encama siyaseta înkarê diaxivin. Dema em vê diaxivin divê çareserî jî li gor wê bibe. Ji bo wê jî weke endamên me yên komîsyonê jî bi lêv kirin, ‘Peyvên weke Tirkiyeya bê teror’ xelet in, pirsgirêka Kurd bi vî awayî çareser nabin. Pêdivî bi zimanekî nû heye. Em pêvajoyê weke Aştî û Civaka Demokratîk a banga birêz Ocalan bi nav dikin. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka teroreyê lê pirsgirêka azadî û wekheviye. Divê êdî dev jî vê heşmendiya berê berdin.”
‘Rapor berpirsyarî dide siyaset û civakê’
Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan bal kişand ser mafên neteweyî yên gelê Kurd yên di raporê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di raporê de weke astengiyên pêşiya mafên xwezayî, divê bên rakirin cih girt. Mafê perwerdehiya Kurdî mafekî xwezayi ye. Lê em ji ber ku di raporê de ew weke mafê zimanê dayikê nehatiyê pênasekirin jî rexne dikin. Ji niha û şûn ve erka hemû civakê ye ku ji bo meclis wan pêşniyaran bike qanûn pêvajoyê bişopîne. Em weke DEM Partî bang li hemû kesan dikin. Divê hemû kes şopdarê raporê be û ji bo bibe qanûn di nav xebatan de be. Rapor berpirsyariyê herî zede dide siyasetê û dû re jî hemû civakê.”
Ayşegul Dogan anî ziman ku di pêşiya wan de 8ê Adarê û Newroz heye û ev tişt gotin: “Em ê li qadan bin. Em ê vê pêvajoyê li qadan bi gel re parve bikin û bikin civakî. Meclisa me ya Jinan deklerasyona 8ê Adarê aşkera kir. Em ê li hemû bajaran li qadan dirûşmeyên “Jin jiyan Azadî” berz bikin.”
‘Heta Kurdî azad bibe têkoşîna me dê bidome’
Di berfirehiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan derbarê 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê de jî bi lêv kir ku mafê hemû kesan heye ku bi zimanê xwe perwerdehiya xwe bibînin û ev tişt gotin: “Zimanê bi milyonan kesan Kurdî ye. Lê tevî vê jî ji bo fermîbûna Kurdî tu gavên hiqûqî nehatinê avetin. Zimanê dayikê ji bo hemû zimanan û zimanê Kurdî pîroz be. Heta zimanê me bibe zimanekî azad em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Ji ber înkarê pirsgirêka Kurd heye’
Ayşegul Dogan li ser pirsa rapor çiqas dikare ji pirsgirêka Kurd re bibe bersiv û pirsa tekildarî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê xebatên DEM Partiyê jî ev bersiv da: “Heke zimanê Kurdî nehata înkarkirin ew pirsgirêk dernediket. Lewma divê mafên zimanî yên gelê Kurd bê naskirin. Xwîşk-biratî li ser vê esasê tê pêşxistin. Em ê wek DEM Partî di 21ê Sibatê de li qadan bin û daxwazên xwe bînin ziman.”













