• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Dayîka Omer Hayrî Konarî Zeynep Konar cuya xo vîndî kerd

    Cenazeyê Zeynep Konar hate veşartin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Dayîka Omer Hayrî Konarî Zeynep Konar cuya xo vîndî kerd

    Cenazeyê Zeynep Konar hate veşartin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Şande dê tevî hevserokên DEM Partiyê biçe Îmraliyê

Enqere / AW

9 ÎLON 2025 - 12:33
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, piştî civîna MYKê daxuyanî da zanîn ku şandeya DEM Partî ku hevserokên DEM Partiyê jî di navde, dê di hefteya pêş de biçe Grava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan piştî civîna MYKê ya li Navenda Giştî ya DEM Partî daxuyanî da û derbarê encama civîna MYKê da agahî dan. Ayşegul Dogan anî ziman ku di civîna wan a MYKê de gelek mijar hatinê nirxandin û wiha got: “Zextên li ser CHPê zêde dibin. Mixabin, muxalefet her roj bi rewşeke nû re rû bi rû dimîne. Li Tirkiyeyê, operasyonên siyasî bi salan e mijara herî zêde tê axaftin. Em bi rewşeke derveyî hiqûqê re rû bi rû ne. Bi taybetî, bi tayînkirina qeyiman li ser şaredariyan, ku ev yek wekî darbeyeke li ser îradeya gel tê dîtin, ev kiryarên antî-demokratîk êdî heta kongreyên bajêr jî hatine. Me her tim got ku zîhniyeta qeyiman zîhniyete xirab e. Qeyim wêranî ye, xerabî ye. Dadgehên hiqûqê nikarin bi daxwaza betalkirina kongreyeke bajarî dozan vekin. Ev mijar ne mijareke gengeşeyê ye, pir zelal e. Em vê yekê bi vî awayî dibînin û li dijî wê têdikoşin. Ev ne meseleya parastina CHPê ye, ev meseleya ewlehiya hiqûqî, parastina pergala hilbijartinê û siyaseta demokratîk e.”

‘Komîsyon divê rê li ber demokrat bûnê vêbike’

Ayşegul Dogan di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku komisyona li meclise hatiyê avakirin divê rê li ber demokratbûnê veke û ev tişt gotin: “Di vê pêvajoyê hûn qeyim li kongreyên partiyan jî tayîn bikin, ev yek pirsan çêdike: ‘Gelo ev gavên demokratîkbûnê bêwate ne?’ Divê ev pirs neyên pirsîn. Komîsyon divê rêyekê ji bo qada siyasî ya teng veke. Dadgeh bi salan e tenê wekî amûreke siyasî tê bikaranîn. Em hewl didin vê yekê biguherînin. Dadgeh divê hiqûqê biparêze. Lê di vê dema ku em li benda firehbûna qada siyasî ne, ev kiryarên qeyiman li dijî demokrasiyê ne. Komîsyon divê vê qada teng a siyasî fireh bike.”

‘Divê komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtin bike’

Ayşgul Dogan destnîşan kir ku divê komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komîsyon divê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Komîsyona li Meclîsê divê bi ciddiyet nêzîk bibe. Em weke DEM Partiyê girîngiya vê komîsyonê destnîşan dikin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê. Lê divê ev komîsyon bi muhatabên esasî, wekî Birêz Ocalan, hevdîtinê bike. Birêz Ocalan dibêje, ‘Tiştên girîng hene ku ez ê ji komîsyonê re bibêjim’ û dixwaze rasterast bi wan re biaxive. Em careke din bang dikin, divê komîsyon zû rêyekê ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re veke. Ev hem hewce ye, hem jî wekî xwezaya çareseriya pevçûnan jî pêwîst e.”

‘Kurd ji bo Tirkiyeyê ne tehdit in’

Ayşegul Dogan diyar kir ku ji bo Koma Aştî û Civaka Demokratîk a çekên xwe şewitandinê karibin bikevin nava siyaseta demokratik gav ben avetin û wiha pê dê çû: “Birêz Bahçelî salek berê got, ‘Bila Ocalan were Meclîsê biaxive, bila mafê hêviyê jê re bê dayîn.’ Lê piştî salekê, çi pêşket? Ev kelecanî divê di qirikê me de nemîne. Birêz Bahçelî, Serokkomar, Birêz Kurtulmuş, hûn ê çawa vê koma aştiyê têxin nav siyaseta demokratîk? Divê her kes bersîva vê pirsê bidin. Gel dibêje “Jii şer re na. Ji qetlîaman re na. Ji ji înkarê re na!” Ev daxwaza aştiyê ya civakê ye, divê ev deng bê bihîstin. Aşîtî ne tenê bêdengbûna çekan e. Divê ev bêdengî mayînde be. Tirkiye hê jî di aştiyê de diqewime, lê divê gavên gihîştî bavêje. Zimanê li dijî destkeftiyên Kurdan divê bê terikandin. Em dibînin ku YPG, PYD û SDG wekî tehdîd tên nîşandan. Ev ziman tenê nakokî û bêbaweriyê çêdike. Divê ev ziman bê terikandin. Kurd, li ku bin bila bin, ne tehdîd in. Lê fersend in ji bo yekitiya Tirkiyeyê. Tirkiye divê bi rêveberiya Bakurê Rojhilatê Sûriyê re têkiliyên baş deyne û mafên wan biparêze. Ev ji bo ewlehiya Tirkiyeyê jî fersendek e.”

Şandeya DEM Partiyê dê diçe Îmraliyê

Di dawiya axaftina xwe de jî Ayşegul Dogan da zanîn ku ew hefteta pêşya me bi şandeyeke ku ji hevserokên DEM Partî û endamên MYKê pêk te biçin Grava Îmraliyê û got: “Weke DEM Partî em amadekarî dikin ku heyeteke ji hevserokên me û endamên MYKê serdana Birêz Ocalan li Îmraliyê bike. Em vê yekê bi we re parve dikin. Em ê teqez bi ser bikevin, ji ber ku me bi têkoşîna hevpar gelek asteng derbas kirine û em ê hîn bêtir bi pêş ve biçin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

10 ADAR 2026
Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

10 ADAR 2026
Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

10 ADAR 2026
Parlamentoya Tirkiyê bi rojeva şerê li Îranê civiya

Parlamentoya Tirkiyê bi rojeva şerê li Îranê civiya

10 ADAR 2026
Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

10 ADAR 2026
Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

10 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (390)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne