Şêxê Helbesta Kurdî Ehmed Huseynî ku di 10ê Adarê de li Swêdê koça dawî kir. Cenazeyê helbestvan Ehmed Huseynî dê îşev digihije Amedê. Sekreterê Giştî yê PENa Kurd Azad Zal banga tevlibûna merasîma Cenazeyê Ehmed Huseynî kir.
Helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî ku demeke dirêj ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin roja 10ê Adarê li Swêdê jiyana xwe ji dest da. Komaleya Wêjekarên Kurd ji bo Ehmed Huseynî li avahiyê komeleyê di 12 û 13ê Adarê de şîn danî. Sekreterê Giştî yê PENa Kurd Azad Zal diyar kir ku cenazeyên Ehmed Huseynî dê bi şev saet 01.00an de bigihîje Amedê, sibê li Çand Amedê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû ya Amedê merasîmek bê lidarxistîn. Azad Zal bi bîr xist ku cenzeyê Helbestvan Ehmed Huseynî dê piştî merasîmê bi ser daxwaza helbestvan ber Rojava ve were oxirkirin û li wir were veşartin.

Astengiyên burokrasiyê hatin çareserkirin
Azad Zal destnîşan kir ku hinek pirsgirêkên fermî bun sedema derengmayînê û got: “Ji bo ku cenaze ji Swêdê bê Amedê û ji wir jî derbasî Rojava bibe, pêwîstî bi destûrnameyeke fermî û îmzeya şil a hikûmeta Tirkiyeyê hebû. Bi hewldanên komîteyê û bi taybetî bi keda parlementeran ev pirsgirêka sînorî hatiye çareserkirin û destûrname gihîştiye destê şîrketa veguhestinê.”
Banga tevlibûna merasîmê
Di berdewama axaftina xwe de Azad Zal têkildarî bernameya merasîmê ya li Amedê tê lidarxistin ev tişt gotin: “Sibe roja înê, saet di 11.00an de em ê li Çand Amedê merasîmekê li dar bixin. Me bang li gelê xwe û kesên Ehmed Huseynî hez dikin kiriye. Saziyên me yên wekî PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurdî, şaredarî û gelek dezgehên din ên ku bi wêjeyê re mijûl dibin wê amade bin. Em ê bi qasî saet û nîvekê li gel tabûta Ehmed Huseynî merasîmê pêk bînin, peyam werin xwendin û axaftin bên kirin.”
‘Em dixwazin tev li merasîma defnkirinê jî bibin’
Azad Zal di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku piştî merasîmê ew ê cinaze dîsa bibin morgê û wiha got: “Serê sibê zû roja şemiyê em ê cenaze ber bi deriyê sînor ê Xabûrê (Îbrahîm Xelîl) ve bi rê bikin û ji wir jî di Sêmalkayê re derbasî Rojava bikin. Heke derfet hebin, wê şandeyek ji saziyên Amedê bi cenaze re derbasî Rojava bibin. Li gorî derfetan em dixwazin tev li merasîma defnkirinê jî bibin.”













