Endamên Şaxa OHDê ya Stenbolê têkildarî mafê hêviyê diyar kirin ku du aliyên pêvajoyê hene û divê mafê heviyê ji bo birêz Abdullah Ocalan pêk were da ku her du alî wekhev bin. Parêzeran got ku çiqas zû mafê hêviyê pêk bê, dê hêvî û baweriya gel ji pêvajoyê ew qas xurt bibe.
Nîqaş û nirxandinên derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berdewam dikin. Herî dawî Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di 3yê Sibatê de di komcivîna partiya xwe de li ser mafê hêviyê axivî. Devlet Bahçelî diyar kiribû ku divê mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were. Li ser van gotinan mijara mafê hêviyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd li Kurdistan û Tirkiyeyê bû rojev û daxwaza esasî. Endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê parêzer Elîf Taşdoger, Rûken Kalin û Înan Poyraz têkildarî mafê hêviyê ji ajansa me re axivîn.

‘Pêkanîna mafê hêviyê dê hêviya gel xurt bike’
Elîf Taşdogerê diyar kir ku mafê hêviyê ji bo pêşketina pêvajoyê gelek girîng e û ev tişt anîn ziman: “Mafê hêviyê pêk bê, ev gav dê hem li ser siyasetê hem jî li ser civakê bandoreke baş bike. Em îro ne tenê ji bo birêz Abdullah Ocalan mafê hêviyê dixavin, pêk anîna mafê hêviyê dê hêviya gel jî bilind bike. Îro em behsa pêvajoyê dikin, pêşengê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo em zû bigihijin aştiyê divê astengiyên li pêşiya pêvajoyê bên rakirin. Astengiya herî mezin jî şert û mercên birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo birêz Abdullah Ocalan di pêvajoyê de bikaribe rola xwe pêk bîne divê mafê hêviyê pêk were. Di van şertan de îro pêvajo xurt nameşe. Mafê hêviyê çiqas zûtir pêk were dê aştî jî ewqas zûtir pêk bê.”

‘Hewce ye ku demildest mafê hêviyê were pêkanîn’
Rûken Kalin jî anî ziman ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li ser milê birêz Abdullah Ocalan dimeşê û ev tişt gotin: “Îro pêvajoyek heye, birêz Abdullah Ocalan aliyekê vê pêvajoyê ye. Lê birêz Abdullah Ocalan ne azad e. Hê jî şert û mercên birêz Abdullah Ocalan nehatine serastkirin, tecrid berdewam dike. Ji bo vê divê mafê hêviyê ji bo birêz Abdullah Ocalan were bicîhanîn. Ev şertê pêvajoyê yê sereke ye. Mafê hêviyê neyê bicihanîn, hingê ev dê wekî nêzîkatiyek siyasî bibe û wisa bê nirxandin. Hewceye ku demildest mafê hêviyê were pêkanîn.”

‘Ocalan azadiya civakê dixwaze’
Înan Poyraz jî bibîrxist ku dewlet bi daxuyaniyên xwe dixwaze mafê hêviyê ji rojevê derxe û wiha axivî: “Heke pêvajo bimeşe divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe ku pêvajo baştir bimeşe. Kesê ku pêvajoyê pêş bixe birêz Abdullah Ocalan e. Em jî dizanin, dewlet jî dizane ku birêz Abdullah Ocalan ne gotiye ez naxwazim derkevim. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ku ‘mafê hêviyê pêk bê û her kes azad bibe ez jî dikarim derkevim.’ Birêz Abdullah Ocalan ne azadiya kesayetî azadiya civakê dixwaze. Dewlet bi zanistî wisa dibêje. Divê mafê hêviyê di qanûnên Tirkiyê de cih bigirê. Divê mafê hêviyê ji bo tevahî girtiyên siyasî pêk bê. Dewleta Tirk di salên 2000an de ji bo birêz Abdullah Ocalan bi taybet qanûn derxist. Îro jî heman tiştî dixwazê pêk bîne lê ev ji bo pêvajoyê ne rast e.













