Hejmara 8emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta ‘Jin hêza entegrasyona demokratîk in’ derket pêşberî xwînerên xwe.
Rojnameya Azadiya welat vê hefteyê bi minasebeta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê cih da nivîskarên jin û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê jinan de. Rojnameyê nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “…Jin pêkhateya herî azadîxwaz û hêza xurtkirinê ya entegrasyona demokratîk in” derxist manşeta rojnameyê.
Rojnameyê vê hefteyê di çarçoveya 8ê Adarê de hevpeyvîn bi Elîf Kaya re kir û li ser modela alternatîf ku li dora jinan xwe bi rêxistin dike rawestiya.
Bi minasebeta 8ê Adarê vê hefteyê rojnameyê tenê cih da nivîskarên jin. Nivîskar Şadiye Manap bi sernavê “Li her derê têkoşîna jinrengî”, Adar Gulan bi sernavê “8ê adarê ne şîn, roja têkoşînê ye”, Hêlîn Dag bi sernavê “Amargî”, Salîha Ayata bi sernavê “Jin û çand: Dengê windanebûyî”, Mîna Acer bi sernavê “Ji rehên dîrokê heta îro”, Lava Şengalî bi sernavê “Jinên êzidî bi bedelên giran encamên mezin bi dest xistin”, Hêvî Mizgîn bi sernavê “Xeteriya DAIŞê ya li ser jinên êzidî”, Kurdistan Lezgiyeva bi sernavê “Xizaniya jinan û têkoşîna çînî”, Gulşen Demîr bi sernavê “Çareserî têkoşîna jinan e”, Semîha Alankuş bi sernavê “Hêza 3 peyvan”, Sofya Alagaş bi sernavê “Polîtîkayên Qeyûman û têkoşîna jinan”, Nesrîn Navdar bi sernavê “Roca Cinîyan: 8ê Adare”, Semra Bîrtane Ozdemîr bi sernavê “8ê Adare Roja Cinîyanê Kedkaran ê Dinya”, Zehra Muhamed Zadeh bi sernavê “Jin bi Jin Jiyan Azadî jiyanê ji nûve dihonin”, Rihan Temo bi sernavê “Jin û ekolojî”, Rola Mihemed bi sernavê “Rewşa jinan a di koçberiyê de”, Nilufer Koç bi sernavê “Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk û Jin” û Bêrîvan Înatçi bi sernavê “Jiyaneke nû, komuneke jinan: Jinwar” bal kişandin ser têkoşîna jinan.












