• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê re civiya

    Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê re civiya

    Li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin

    Li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin

    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

    Efrîniyê ku duh vegeriyabû hat revandin

    Cenazeyê dayika Sakîne Cansizê hate veşartin

    Cenazeyê dayika Sakîne Cansizê hate veşartin

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê hat şermezarkirin

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê hat şermezarkirin

    Rojnamevan Cîhan Berk nehate berdan

    Rojnamevan Cîhan Berk nehate berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê re civiya

    Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê re civiya

    Li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin

    Li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin

    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

    Efrîniyê ku duh vegeriyabû hat revandin

    Cenazeyê dayika Sakîne Cansizê hate veşartin

    Cenazeyê dayika Sakîne Cansizê hate veşartin

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê hat şermezarkirin

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê hat şermezarkirin

    Rojnamevan Cîhan Berk nehate berdan

    Rojnamevan Cîhan Berk nehate berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

Serdar Altan / AW

1 ADAR 2026 - 11:14
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di gelek hevdîtin û nirxandinên xwe de rewşa Îranê radixe ber çavan û hişyariyan dike. Abdullah Ocalan dibêje ku nakokiya Îran û Îsraîlê dîrokî ye û Îsraîl dixwaze li Rojhilata Navîn astengiyên li pêşiya xwe, yên weke Îranê rake. Abdullah Ocalan di hevdîtinekî de jî bang li PJAKê dike û wiha dibêje: “Teqez êdî dor tê Îranê. Îran parçeyê çaremîn ê plana dîzaynê ye. Ger Îran ji çareseriyek demokratîk a mafê xweseriya Kurdan qebûl bike, dikare bi wan re bikeve nava têkiliyê. Berevajî vê, di înkarê de israr bike, divê Kurd li dijî rejîmê li ber xwe bidin.” Abdullah Ocalan ji PJAKê dixwaze ku mijara yekîtiyê jî îhmal neke û teqez têkiliyen xurt pêş bixe. 

Li Îranê şerê dijwar dest pê kir. Îsraîl û Amerîka êrîşeke berfireh li hember Îranê dane destpêkirin. Xuyaye bi vê şerê dixwazin dawî li rejîma Îranê ku di 1979an de bi pêşengiya Humeynî hatibû damezirandin bînin. Rejîma Îranê ya melayan bi kiryarên xwe yên tundî û qirker dihat nasîn. Bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê li dijî Kurdan zordariyek mezin dihat kirin. Ji ber vê sedemê demek dirêj têkoşîna rizgariya gelê Kurd ku di bin pêşengiya PKKê de dihat meşandin bi Îranê re di nava gengeşiyê de bû. Ji salên berê heta roja îro gelek rêxistin û tevgêrên Kurdan li dijî rejîma Îranê xwe bi rêxistin kiribûn. Yek ji van rêxistinê ya herî bi nav û deng Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) e. PJAK, dem bi dem hem şerê çekdarî dimeşîne li dijî Îranê, pirî caran jî bi rê û rêbazên demokratîk û bi rêxistinkirina gel têkoşîna demokratîk bi rê ve dibe.

Abdullah Ocalan rewşa Îranê dahurandibû: Demokratîk nebe dê têk biçe

Di paraznameyan da nirxandinên li ser Îranê ji ber van taybetmendiyên xwe Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji serdemên berê heta îro her tim di rojeva Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye. Ocalan, di paraznameya xwe ya çaremîn ya bi navê “Krîza Şaristaniyê li Rojhilata Navîn û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” de û di paraznameya xwe ya pêncemîn ya bi navê, “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk: Parastina Kurdan di Lepên Qirkirina Çandî de” di derbarê çareseriyên li ser bingeha modernîteya demokratîk û rewşa li Îranê de çavdêrî û nirxandinên girîng dike. Hêj wê deme Ocalan rewşa îro dibîne hişyariyên girîng dike: “Tengezariya Îran û Îsraîlê ya ku roja me ya îro em çavdêriya wê dikin, bi tenê di navbera du dewletên netewe de nîne, di navbera du sîstemên hêzê yên li pey hegemonyayê diçin, derdikeve holê. Ji ber ku Îran duyemîn hêze ku li pey hegemonyayê diçe û dixwaze bibe hegemon, divê mirov ji nêz ve li rewşa Îranê temaşe bike. Xanedaniya Riza Şah bernameyeke modernîteyê ya welê meşand ku rêûresma çanda Îranê da aliyeki teqlida Rojava (Ewropa) kir. Hewl dan wê weke rejîmeke peyk a pêşî Ingilistan, paşê Amerîka heta ya Îsraîlê li ser piyan bigirin.”

‘Îran beşa çaremîn a plana dîzaynê ye’

Ne tenê di paraznameyan de, her wiha serdema ku hevdîtin bi Abdullah Ocalan re dihat kirin, her tim hişyarî û nirxandinên wî li ser Îranê û hegemoniya Îsraîlê li Rojhilata Navîn hebûn. Di vî sala dawîn de jî, di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de Ocalan, li ser dîroka Îranê nirxandinên girîng dike û têkiliya Kurd û Îranê rave dike. Nirxandinên Abdullah Ocalan li ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di hevdîtinen wî yên bi heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê de jî xuya dikin. Di hevdîtinek meha Nîsanê de Ocalan dibêje ku Amerîka dixwaze Îsraîlê li Rojhilata Navîn bike hêzeke hegemon û dibêje ku destwerdana li Îranê ji plana ku ji pênc beşan pêk tê ya çeremîn e.

‘Îran ne dihêle em bijîn ne jî me dikuje’

Di hevdîtinek meha Gulanê de jî Abdullah Ocalan aciziya Îranê ji pêvajoya li Tirkiyê dinirxîne û wiha dibêje: “Binêre, 40 sal in Îranê ne hiştiye em bijîn û ne jî me dikuje. Îran me li ser tetîkê digre. Îsraîlê nêzîkî 40 sal e pirsgirêk çareser nekiriye û me ji holê ranekiriye. Îsraîl, Ereb, Îran, Ewropî, Brîtanî – hemûyan li ser vê yekê hevsengiyekê ava kirine. Hevkêşe berdewam dike: bila PKK şer bike û bila Tirkiye pirsgirêkê çareser neke.”

Nakokiya dîrokî ya Îran û Îsraîlê

Dîsa di hevdîtinekî di meha Hezîranê de jî Ocalan bal dikişîne ser nakokiyên di nava Îran û Îsraîlê de û wiha dibêje: “Nakokiya Îran-Îsraîlê dîrokî ye. Berê Îsraîl li Rojhilata Navîn têkiliyek stratejîk bi Tirkiyeyê re hebû ku berê dewletek proto-Îsraîl bû. Niha, Îsraîl hebûnek daîmî li Rojhilata Navîn ava dike û dixwaze astengiyan, di nav de Îran jî, derbas bike. Û li şûna ku xwe bispêre Tirkiyeyê, dixwaze xwe bispêre Kurdan. Ev pêvajo bi 7ê Cotmehê dest pê kir. Min ev dît, ji ber vê yekê ez ketin dewreyê.”

‘Divê Kurd xwe baş biparêzin’

Di heman hevdîtinê de bangeke wî ji bo PJAKê jî heye. Abdullah Ocalan van hişyariyan dike: “Ez dixwazim vê ji PJAKê re bêjim: Ger bingehek ji bo danûstandinan bi Îranê re hebe, divê ew diyalogê pêş bixin. Lê ger înkar û wêrankirin û pêşxistina dijminatiyê berdewam bike, divê ew parastina xwe bikin. Bêguman, ew ê amadekariyên xwe bi baldarî bikin. Lê Îran ne dewletek e ku meriv bi sivikî bigire; ew xeternak e. Ez naxwazim pir reçeteyan pêşkêş bikim, lê divê ew parastina xwe kurtir bikin. Divê ew xwe baş biparêzin. Em nikarin destûr bidin li tu deverê gelê Kurd bihele.”

‘Min di destpêkê de ev dît’

Di hevdîtina meha Mijdarê de Ocalan balê dikişîne ser gengeşiya din ava Îsraîl û Îranê de û dibêje ku wî di serî de ev yek dîtiye: “Wekî ku hûn dibînin, Îsraîl bi Îranê re di nav pevçûn û tevgerê de ye. Min ev ji destpêkê ve dît. Lîstikên stratejîk bi rêya Kurdan têne lîstin. Mesele HSD li wir e, ew li Parîsê ne. Qada navneteweyî jî di tevgerê de ye. Tam di vê demê de ye ku em dibêjin werin em Kurd û Tirkan bînin cem hev. Wekî din, ew dê bibe pevçûnek deh qat mezintir. Tiştê ku wê hingê pêş bikeve, ber bi eksena Îsraîl-Îran-Çînê ve diçe. Şerê heyî dê dijwartir bibe. Ez ê ne berpirsiyarê vê yekê bim.”

Li Îranê peşengiya jinan

Di demekî nêz de, di meha Çile de jî Ocalan behsa tevgêra li Îranê dike û li ser pêşengiya jinan disekine: “Niha li Îranê jî çalakî hene. Ez dixwazim bizanim ka hêzên ku bi me ve girêdayî ne li wir bi opozîsyonê re hevalbend in. Ez dixwazim rewşa li wir fêr bibim. Jinan pêşengiya şoreşa Îranê kirin. Jin li Qendîlê jî bi bawerî ne. Pêdivî ye ku ew bi tundî balê bikişînin ser xwe. Jinên ku pêşengiya şoreşa
Îranê kirin, pêdivî ye ku di hundurê xwe de fedakarî û berpirsiyariyê pêş bixin. Jin dê pêşengiya demokratîk a aştiyê bin. Ev li Sûriye, Îran û Tirkiyeyê rast e.”

‘Rewşa Îranê girîng dibînim’

Abdullah Ocalan li ser meseleya Sûrî û Rojava jî dîsa balê dikişîne ser rewşa Îranê. Di hevdîtina dawî ya meha Sibatê de wiha diaxive: “Sibê yan roja din, tiştên bi vî rengî wê li Îranê jî biqewimin. Derbirîna mafên gel ti aliyekî ku ewlehiya neteweyî tehdît bike tune ye. Ger em dê li ser korîdorekê biaxivin, bila ew ne korîdoreke Îsraîlî an Erebî be, lê korîdoreke demokratîk ji bo Kurd û Tirkmenan be. (…) Ez niha ji Îsraîlê bêtir Îranê girîngtir dibînim. Divê baldar bin. Çil sal in, Îran tiştê ku dixwaze dike. Îhtîmala tevlihevbûna Îranê û şerek herêmî mezin e. Pêdivî ye ku ez hêdî hêdî bandora xwe zêde bikim.”

Hevgirtina Kurdan zarûrî ye

Di heman hedîtinê de Abdullah Ocalan destnîşan dike ku Îsraîlê li Sûriyê heta astekê kontrol ava kiriye û wiha dibêje: “Xuya ye bi Peymana Parîsê Îsraîlê axa Golanê misoger kir. Ev yek bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyê jî bi Tirkiyê û Ereban jî da qebûl kirin. Başûrê Sûriyê jî mîna herêmek tampon a bazirganiya serbest girte bin kontrola xwe. Niha dê giraniyê bide ser Îranê. Ji bo wê rewşa Îranê hindî diçe lezgîntir dibe. Divê hêzên li wir baş amade kariyên xwe bikin.” Abdullah Ocalan her wiha peyama hevgirtina Kurdan jî destnîşan dike û dixwaze ku li Rojhilatê Kurdistanê yekîtiya navxweyî û mûhalefeta demokratîk a Îranê re têkiliyên xurt bên danîn.

 

 

 

Etîket: Abdullah OcalanÎranÎsraîlPJAKRejîma ÎranêRojhilatê Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Meral Daniş Beştaş: Divê beriya Meclîs bikeve betlanê qanûn bên çêkirin

Meral Daniş Beştaş: Divê beriya Meclîs bikeve betlanê qanûn bên çêkirin

15 NÎSAN 2026
Rejîma Îranê ji heman malbatê li 5 kesan cezayê darvekirinê birî

Rejîma Îranê ji heman malbatê li 5 kesan cezayê darvekirinê birî

14 NÎSAN 2026
Şerê li Libnanê dijwar bû: Zexta Îsraîlê rageşiya Hizbûllah û Hikûmeta Libnanê zêde dike

Îsraîlê li Libnanê avahiyek bombebaran kir: 50 kes mirin

14 NÎSAN 2026
Fîdan: Divê em ji vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê re amade bin

Fîdan: Divê em ji vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê re amade bin

13 NÎSAN 2026
Rejîma Îranê di salekê de 1639 kes bi darve kir

Rejîma Îranê di salekê de 1639 kes bi darve kir

13 NÎSAN 2026
Ji Îranê gefa girtina Babûl Mendebê

Ji Îranê gefa girtina Babûl Mendebê

13 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

    Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê berfa avetîrkê: Heke amadekarî hebe, berfa biharê ne xirab e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meral Daniş Beştaş: Divê beriya Meclîs bikeve betlanê qanûn bên çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê: Ji bo betalkirina JESê biryareke fermî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Mereşê li dijî dibistanekê êriş pêk hat: 4 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya Mûş û Gimgimê herifî lê ev 4 meh in nayê çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çiyayê Meqamê bi guldexwînan xemilî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Hezex, Midyad û Wêranşarê Çarşema Serê Nîsanê hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (543)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne