Hejmara 14emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta ‘Senteza Azadiyê’ bal kişan ser nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a xeta Mezopotamya û Anatoliyayê û Civaka Demokratîk.
Hejmara 14emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta ‘Senteza Azadiyê’ derket pêşberî xwînerê xwe. Rojnameyê vê hefteyê hevpeyvîna ku bi rojnameger û nivîskar Mehmet Şahîn re kiriye, derxist pêş. Rojnameger Mehmet Şahîn balê dikişîne ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser xeta Mezopotamya û Anatoliyayê û dibêje, “Heger Mezopotamya di agir de be, Anatoliya nikare di nava aştiyê de bijî” û azadî û aştiya herduyan bi hevve girê dide.”
Nivîskar Şadiye Manap jî di quncikê xwe de bi sernavê “Hişmendiya Dîrokê û mezexkarên jiyanê” balê dikişîne ser têgeha mezexkariyê ku îro çawa di hemû qadên jiyanê de belav bûye û sedemên wê. Dîsa rojnameyê cih daye gotara nivîskar Cahît Kirkazak a bi sernavê “Dewleta Norm û ne norm”, gotara Felemez Ulug a bi sernavê “Hevsengiya tirsê û agirbesta bêalî” û nuçeya Zafer Veşîn a bi sernavê “Qirkerdişê Enfalî vîra nêbeno”.













