• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Stenbol de bi hezaran kes yeno qada Newroze

    Kesên li Newroza Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan

    Jinên Botanî bi govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin

    Jinên Botanî bi govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin

    Îran, leşkeran dikişîne ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê

    Îran, leşkeran dikişîne ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 23yê ADARA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Qadên azadî û yekîtiyê’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Qadên azadî û yekîtiyê’ derket

    Siwêda bi çekên giran hat topbarankirin

    Siwêda bi çekên giran hat topbarankirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Stenbol de bi hezaran kes yeno qada Newroze

    Kesên li Newroza Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan

    Jinên Botanî bi govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin

    Jinên Botanî bi govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin

    Îran, leşkeran dikişîne ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê

    Îran, leşkeran dikişîne ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 23yê ADARA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Qadên azadî û yekîtiyê’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Qadên azadî û yekîtiyê’ derket

    Siwêda bi çekên giran hat topbarankirin

    Siwêda bi çekên giran hat topbarankirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Bi saya Ocalan şerê Kurd û Ereban hate rawestandin

Enqere / AW

3 SIBAT 2026 - 13:56
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncar Bakirhan diyar kir ku peymanek bi keda Ocalan di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de pêk hatiye û şerê ku dihat xwestin di navbera Kurd û Ereban de bê kûrkirin, sekiniye. Bakirhan anî ziman ku gelê Kurd li dijî polîtîkayên înkarê bi ruhê neteweyî rabû ye û divê siyasetemedar vê hişmendiya neteweyî vegerînin îradeya siyasî. Bakirhan bang li îktîdarê kir ku êdî tu hincet nemane û xwest demildest gavên mafên nasname, çand û ziman nas dikin, demokrasiya herêmî bi hêz dikin, bên avêtin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya hefteyî de diaxive. Bakirhan di axaftina xwe de operasyona siyasî ya li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) pêk hatî bi bîr xist û bi awayek tund şermezar kir. Bakirhan bi bîr xist ku Hevserokê Giştî yê ESPê û Parlementerê berê yê DEM Partiyê Mûrat Çepnî hatiye binçavkirin û wiha got: “Çima kesên siyasetê dikin, rojnameger di bin çavan de ne? Divê kesên hatin binçavkirin demildest serbest bên berdan.”

Têkildarî grev û dest ji kar berdana karkeran a li gelek deverên Tirkiyê axivî û daxuyand ku ew têkoşîna karkeran silav dikin û piştgiriyê didin tevahiya karkerên di berxwedanê de ne. Bakirhan anî ziman ku dê heta dawiyê li rex karkeran bibin û bi wan re têkoşînê bimeşînin.

Piştî serkeftinan gelê Kurd tune hate hesibandin

 

Bakirhan li ser pêşketinên li Sûriyê pêş dikevin jî sekinî û ev tişt gotin: “Cardin gotinên, ‘Kurd çi dixwazin’ tên kirin. Îtîraza Kurdan li dijî sepandina bêsatûtî û polîtîkayên înkarê yên 100 salan e. Gelê Kurd li welatên lê dijîn heta niha bi gelên din re têkoşiyan û bi bedelên giran dengye li gorî faydeyê wan welatan guherandin. Lê ji hêla heman dewletan ve her tim mîna dijmin hatin dîtin. Kurd di navbera salên 1919 û 1922yan de di şerê rizgariyê de hêza sazûmankar a sereke bû. Lê di sala 1923yan de wekî hêmanek derveyî hiqûqê hatin pênasekirin û li derveyî hiqûqê hatin hiştin. Di sala 1937an de dewletên bi hev re di nav nakokiyê de bi Paqta Sadabatê, di sala 1955an de bi Paqta Bexdayê li dijî Kurdan bûn yek.”

‘Înkara mafê gelan riya şerên nû vedike’

Bakirhan peymana di 10ê Çileyê 2026an de li Parîsê pêk hatî bi bîr xist û wiha domand: “Ev xeleta dawî ya vê rastiya dîrokî bû. Lê ligel hemû înkarê jî hişmendiya nedeweyî ya gelê Kurd her tim mezin bû. Kurdan ji vê ziviroka durû re got na û rabûn ser piyan. Gelê Kurd li qadan jiyana xwe datîne holê lê li ser maseyê tune tê hesibandin. Rabûn gelê Kurd îtîraza li dijî vê yekê bû. Kurd li welatê lê dijîn, naxwazin bibin qurbanên komployan, dixwazin bibin welatiyên wekhev. Kîjan gel bibe bila bile, dema mafên gelekê ji nedîtî ve hatin dîtin, riya şerek demdirêj tê vekirin. Neçare ku mafên gelê Kurd û hemû gelên bindest bên qebûlkirin.”

‘Divê hişmendiya neteweyî vegere îradeya siyasî’

Li ser peymana di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de hatiye îmzekirin jî ve tişt gotin: “Emê lê binêrin ka dê çewa bikeve pratîkê. Wekî daxwaza her du aliyan jî nebû lê peymanek her du alî jî fayde jê digirin e. Di serî de gelê Kurd em spasiya hemû derdorên alîkariya pêk hatina vê peymanê kirî, dikin. Pêkhatina agirbesta mayîn de û kêmbûna zordariyan destkeftiya herî mezin e. Di serî de Serê Kaniyê û Efrîn divê Kurd demildest vegerin ser axa xwe. Rojava reşika çavê Kurdan e. Gelê Kurd ruhê yekîtiya neteweyî derxistiye astek ku tu carî ne gihiştiyê. Peywirek mezin dikeve ser milê siyasetmedaran ku vê hişmendiyê vegerînin îradeyek siyasî. Dem dema ku li dijî sepandina koletiya 100 salan serxistina têkoşîna azadiyê ya 100 salan e.”

‘Ocalan destûr neda şerê Kurd û Ereb kûr bibe’

Di berdewama axaftina xwe de Bakirhan bi bîr xist ku hatiye xwestin şerek navxweyî di navbera gelên Ereb û Kurd de bê derxistin û wiha pêde çû: “Ku îro di navbera Kurd û Ereban de şerek tune be, ev yek di saya serê Birêz Ocalan de ye. Ku îro mafên gelê Kurd hatibin qebûlkirin ev di saya serê Ocalan de ye. Ji ber helwesta nîşan dayî û keda xerckirî em spasiya Ocalan dikin. Îro tişta ji me re mayî xwedî derketina perspektîfa çareseriyê ya Birêz Ocalan danî holê ye.”

‘Ji bo gav avêtinê hincet neman’

Bakirhan bang li îktîdara Tirk jî kir û xwest ku Enqere êdî dest ji Sûriyê berde û enerjiya xwe ji bo pirsgirêkên Tirkiyê xerc bike. Bakirhan wiha pêde çû: “Divê êdî gavên pêbawer bên avêtin. Tirkiye enerjiya xwe ji bo Şamê xerc dike lê divê êdî ji bo pirsgirêkên Enqereyê xerc bike. Divê Enqere bibe navenda çareseriyê. Çareseriya li Enqereyê dê bandorek girîng bike. Divê êdî metirsiyên ewlehiyê yên têkildarî Sûriyê li aliyekê bên hiştin. Divê gavên şênber û pêbawer bên avêtin. Êdî hincetên tu kesê neman. Pêwist e gavên mafên Kurdan didinê û demokrasiyê pêş dixe bên avêtin. Berî me Birêz Bahçelî li vir axivî. Behsa mafê hêviyê kir, pêkanîna qayim kir. Em jî diwazin Tirkiye ji vê şermê xilas bibe. Divê îktîdar êdî di vî alî de gav bavêje. Gavên Bahçelî behs dike, bavêje. Ev pêvajo divê bi îradeya Meclisê û bi gavên wêrek bê pêşxistin÷ Nasîna nasname, ziman û çandê, bi hêzkirina demokrasiya herêmî tekane riye ku gel xwe bi ewle hîs bike ye.

‘Hem biratî hem bêdengiya li dijî nijadperestiyê bi hev re nabe’

Li ser êrişên li dijî gelê Kurd Bakirhan bi bîr xist ku ev êriş dibin sedema veqetiyanek hestewarî û ev tişt gotin: “Îro ji her rojê zêdetir şikestinek hestewarî heye. Li hemberî derdorên êrişî Kurdan dikin tiştek nayê kirin. Herkes dikare li gorî dilê xwe li dijî Kurdan nijadperestiyê bike. Li Tirkiyeyê hem nijadperestiyek nepenî hem jî aşkera tê kirin. Bi sed hezarên ji bo Rojava meşiyayîn ji hêla rojnameyekê ve wekî terorîst hatin pênasekirin. Hemşîreyek bi boneya pora xwe honand ji kar hate derxistin û binçavkirin. Lê li hemberî van yek tişt nehat kirin. Bêguman ev yek dibe sedema veqetiyana hestewarî. Daraz jî bi awayekê destûr dide vê nijadperestiyê. Hem behsa biratiya gelan dikin û hem jî nijadaperestiyê dimeşînin. Ev paradoksek Enqereyê ye. Çareserkirina vê paradoksê jî karê îktîdarê ye.”

Etîket: AKPBahçelîBakirhanBirêz OcalanDEM PartîKurdistanMHPRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

22 ADAR 2026
Bi hezaran li Qendilê kom bûn û Newrozê pîroz kirin

Bi hezaran li Qendilê kom bûn û Newrozê pîroz kirin

21 ADAR 2026
Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026
Ji Bafil Talebanî banga yekîtiyê

Ji Bafil Talebanî banga yekîtiyê

21 ADAR 2026
Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

20 ADAR 2026
Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

20 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Newroza Stenbolê wêneyên bi heybet: Erd û esman bû Newroz

    Ji Newroza Stenbolê wêneyên bi heybet: Erd û esman bû Newroz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Rojeva sereke ya civînên me serkeftin û serhildana Wanê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Em piştgiriyê didin pêngava ‘Projeya Yekîtiya Gelê Kurd’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Îzmîrê: Kurd dê bi Rêberê xwe ve azad bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Stenbolê bi stranên Koma Amed bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (914)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne