• Nûçeyên Herî Dawî
Bakirhan: Gelo hûn li benda çi ne ku şert û mercên azad ên xebatê yên Ocalan ava bikin?

Bakirhan: Gelo hûn li benda çi ne ku şert û mercên azad ên xebatê yên Ocalan ava bikin?

13 ADAR 2025 - 16:27
Li Îzmîrê gelek endam û rêveberên CHPê hatin binçavkirin

Li Îzmîrê gelek endam û rêveberên CHPê hatin binçavkirin

1 TÎRMEH 2025 - 09:29
Lîsa Çalan: Em li benda serlêdanên Fona Sînebîrê ne

Lîsa Çalan: Em li benda serlêdanên Fona Sînebîrê ne

1 TÎRMEH 2025 - 08:24
Mêşvanek Elkî: Divê ji bo bazara hingiv kooperatîf ava bibe

Mêşvanek Elkî: Divê ji bo bazara hingiv kooperatîf ava bibe

1 TÎRMEH 2025 - 08:05
Li Şaredariya Amedê êdî dema şofêrên jin e

Li Şaredariya Amedê êdî dema şofêrên jin e

1 TÎRMEH 2025 - 08:02
ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2025an

ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2025an

1 TÎRMEH 2025 - 08:00
Li Şemzînanê erdhej çêbû

Li Şemzînanê erdhej çêbû

30 HEZÎRAN 2025 - 23:38
HSDê bîlançoya 24 saetan eşkere kir

HSDê îdiayên ’Operasyona Çolistana Sûriyeyê’ derewand

30 HEZÎRAN 2025 - 20:47
‘Hewceye zemîna hiqûqî were avakirin’

‘Hewceye zemîna hiqûqî were avakirin’

30 HEZÎRAN 2025 - 19:21
Ciwanan afîşên komxebatê daliqandin

Ciwanan afîşên komxebatê daliqandin

30 HEZÎRAN 2025 - 19:07
Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev

Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev

30 HEZÎRAN 2025 - 18:41
Zeynep Kinaci li Şirnexê hat bibîranîn

Zeynep Kinaci li Şirnexê hat bibîranîn

30 HEZÎRAN 2025 - 16:21
Şîrîn Ebadî: Rejîma Îranê piştî şer îşkenceya li ser girtiyan zêdetir kiriye

Şîrîn Ebadî: Rejîma Îranê piştî şer îşkenceya li ser girtiyan zêdetir kiriye

30 HEZÎRAN 2025 - 14:37
Kerîm Boran ji hepsê hat berdan

Kerîm Boran ji hepsê hat berdan

30 HEZÎRAN 2025 - 14:12
Îsraîlê êrişî koçberan kir: Bi dehan kes hatin kuştin

Îsraîlê êrişî koçberan kir: Bi dehan kes hatin kuştin

30 HEZÎRAN 2025 - 12:26
Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket

Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket

30 HEZÎRAN 2025 - 11:37
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2025an

    Li Şemzînanê erdhej çêbû

    Li Şemzînanê erdhej çêbû

    HSDê bîlançoya 24 saetan eşkere kir

    HSDê îdiayên ’Operasyona Çolistana Sûriyeyê’ derewand

    ‘Hewceye zemîna hiqûqî were avakirin’

    ‘Hewceye zemîna hiqûqî were avakirin’

    Ciwanan afîşên komxebatê daliqandin

    Ciwanan afîşên komxebatê daliqandin

    Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev

    Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2025an

    Li Şemzînanê erdhej çêbû

    Li Şemzînanê erdhej çêbû

    HSDê bîlançoya 24 saetan eşkere kir

    HSDê îdiayên ’Operasyona Çolistana Sûriyeyê’ derewand

    ‘Hewceye zemîna hiqûqî were avakirin’

    ‘Hewceye zemîna hiqûqî were avakirin’

    Ciwanan afîşên komxebatê daliqandin

    Ciwanan afîşên komxebatê daliqandin

    Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev

    Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Gelo hûn li benda çi ne ku şert û mercên azad ên xebatê yên Ocalan ava bikin?

Riha /AW

13 ADAR 2025 - 16:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Riha – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di pîrozbahiya Newrozê ya li Xelfetiyê de bang li desthilate kir û got: “Gelo hûn ê şert û mercên ku birêz Ocalan bikare bi awayekî azad bixebite û muzakereyan bike kengî ava bikin? Hûn li benda çi ne?”

Li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xelfetî ya Rihayê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz tê pîrozkirin. Pîrozbahî, li Parka 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de posterê Abdullah Ocalan hate bilindkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di pîrozbahiya Newrozê de axivî û Newroz li gelan pîroz kir.

‘Birêz Abdullah Ocalan Newroza we pîroz kir’

Tuncer Bakirhan, anî ziman ku Xelfetî ji bo nasnameya Kurdan û têkoşînê xwedî cihekî girîng e û wiha got: “Xelfetî, ji bo jiyaneke wekhev a li vê xakê navendeke girîng e. Kurd li Xelfetiyê bûn, li Xelfetiyê rabûn ser pêyan. Bi têkoşîna birêz Abdullah Ocalan ê Xelfetiyî re digihije nasname, rûmet û aştiya xwe. Em gelek keyfxweş in ku starta Newrozê li vir didin. Hêj çendek roj berê me li Girava Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Gelek silavên birêz Ocalan ji bo hembajariyên xwe, xelkê Xelfetiyê hebûn. Newroza we pîroz kir. Hêvîdarim di vê meha pîroz a Remezanê de daxwazên we qebûl bibin û bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan ku di Newrozên din de bi me re be. Tenduristiya birêz Ocalan baş bû û mirûzê wî xweş bû.”

‘Em di konaxeke dîrokî de ne’

Bi domdarî Tuncer Bakirhan diyar kir ku Newroza 2025’an dê bibe sala azadiya gelê Kurd û wiha domand: “Dê bibe starta bidestxistina maf û hiqûqa xwe. Ev Newroz ji bo me tevan gelek girîng e. Ji bo pîrozkirina van Newrozan me can da, bedelên giran dan. Me gelek heval û rêhevalên xwe winda kirin. Bi vê wesîleyê ez di şexsê Muhsîn Melîk, Ferîdun Yazar, Îbrahîm Ayhan de hemû kesên jiyana xwe ji dest dayin birêzdarî bi bîr tînim. Tu tiştek vala nebçû, tu ked vala nehate dayin. Îroj em li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dayin, êdî têkoşîna kesên bedel dayin dê bi xwe re hemwelatiya wekhev û demokrasiyê ji bo gelan bîne. Em di qonaxeke dîrokî de ne ku rojên xweş li pêşiya me ne.”

‘Ev bang, banga vexwendina demokrasî û aştiyê ye’

Bakirhan, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Ev bang, banga vexwendina demokrasî û aştiyê ye. Banga vexwendina xwişk-biratiyê ye. Banga bidawîkirina polîtîkaya înkarê ya sed sal in didome ye. Ev bang, banga pêkvejiyana wekhev a Kurdan, Elewiyan û gel û baweriyên din e. Lewma divê di serî de em xwedî lê derkevin. Ji ber ku di vê bangê de dibêje ku bila Kurd bibin hemwelatiyên wekhev, bila jin neyên qetilkirin, bila mafên ciwanan bên dayin û pêşeroja wan neyê dizîn. Dibêje bila li îradeya Xelfetiyê qeyûm neyê tayînkirin û înkara sessalan bi dawî bibe. Lewma weke hembajariyên birêz Ocalan, divê herî zêde hûn ciwan û jin xwedî li vê bangê derkevin. Gelo ciwanên Xelfetiyê amade ne ku xwedî li banga birêz Ocalan derkevin û mal bi mal, kolan bi kolan vebêjin? Jinên hêja, birêz Ocalan silava herî mezin ji we re şand. Got; ‘Pirsgirêka jinê mezintirîn pirsgirêka cîhanê ye.’ Gelê Kurd, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek pêş ketin. Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ji Hindistanê heta Arjantînê deng veda û têkoşîna jinên Kurd ji bo cîhanê bû mînak û veguherî modelekê. Kedeke mezin a birêz Ocalan di têkoşîna azadiyê ya jinan de heye.”

‘Hûn amade ne ku vê bange bigihînin gelan’

Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkoşîna birêz Ocalan çiqasî ji bo mafên demokratîk ên gelê Kurd bin, ewqas jî ji bo azadiya jinan e. Lewma jî yek ji dînamîkên ku divê herî zêde xwedî li vê bangê derkeve jî hûn hevalên jin in. Gelo hûn amade ne vê bangê bigihînin gelên Turkmen, Ereb ên li Xelfetî û Rihayê dijîn? Birêz Ocalan di bangê de dibêje ‘ bila xwîn nerije. Bila êdî ciwanên Xelfetiyê jiyana xwe ji dest nedin. Bila êdî birayên me yên Çanakkale, Edîrneyê nemirin. Li şûna pevçûn û tundiyê, em pirsgirêka Kurd bi rêyên diyalog û muzakereyan çareser bikin. Em Tirkiyeyê demokratîk bikin. Em Tirkiyeyeke demokratîk a ku êdî mirov nayên girtin, nayên qetilkirin û ji ber fikrên xwe destên wan nayên kelemçekirin ava bikin.’

Banga birêz Ocalan li her çar aliyê cîhanê deng veda

Tenê dê Tirkiye ji vê bangê bibandor nebe. Dê bandorê li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê jî bike. Binêrin, piştî banga birêz Ocalan di navbera HSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de mutabeqetek hate îmzekirin. Di vê mutabeqetê de wekî birêz Ocalan gotibû, têkoşîna hevparbûna rêveberiyê ya Kurdan bû. Banga wê ye ku Kurdên bênasname bi nasnameya xwe û weke hemwelatiyên wekhev di Sûriyeyeke demokratîk de cih bigirin. Banga birêz Ocalan li her çar aliyên cîhanê deng veda. Cara ewil ji bo bangekê ji her çar aliyên cîhanê piştgirî hate dayin. Ji ber ku di banga birêz Ocalan de xwişk-biratî heye, edalet û wekhevî heye. Jiyaneke mirovane heye. Bêyî bên biçûkxistin, jiyaneke bi nasname û mirovane ya Kurdan heye.

Netewe dewletên yekperest li Rojhilata Navîn hatin ferzkirin

Ev sed sal in netewe dewletên yekperest li Rojhilata Navîn hatin ferzkirin. Gelo ma ev bû çareserî? Rojhilata Navîn veguherand gola xwînê. Li Sûriye, Iraq, Îran û li gelek welatên Rojhilata Navîn dewletên yekperest ên ne li gorî xaka Rojhilata Navîn derket holê û divê ev dewlet êdî tune bibin. Em niha di qonaxa serdemeke ku hemû gel û bawerî bi hev re, wekhev û azad dijîn de ne. Heke em wekheviyê bixwazin, heke em bixwazin ev rejîm biguherin, divê mîna îro li Xelfetiyê em xwedî li banga birêz Ocalan derkevin, vebêjin, birêxistin bikin û mezin bikin da ku bi hev re bi ser kevin.

Sed sal berê li Rojhilata Navîn gel û bawerî bi hev re dijiyan. Her tişt bi vê netewe dewletên yekperest dest pê kir. Selahedîn Eyyubî bi sedan sal berê li vê xakê rêveberiya xwe ava kir û tu ferq û cudahî di navbera Kurdan, Elewiyan, Tirkan û Suneyan de nekir. Cihêkarî nedkikir. Di vê feraseta ku Selahedîn Eyyubî sedan sal berê dabû destpêkirin û niha birêz Ocalan didomîne de xwişk-biratî û aştî heye. Pêkvjiyan heye. Zemîneke ku mirov bêyî şer, bêyî pevçûn, bêyî xwîn û bi nasnameya xwe bikarin bijîn heye. Ev heqîqet dê bi piştgiriya we bidome. Sedsal piştre dîsa Selahedîn Eyyubekî Kurd derket û got; ‘Ez înkarkirina Kurdan qebûl nakim, tunehesibandina Elewiyan, qetiklirina jinan nas nakim. Avakirina Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîneke ku Kurd, jin û Elewî tê de wekhev dijîn û cihêkarî lê nayê kirin pêkan e.’ Mirov çiqas pê serbilind be dîsa jî kêm dimîne. Ev tevek jî ji hêla hembajariyê we, xizmê we birêz Abdullah Ocalan ku li ser vê xakê jiyaye ve hatin kirin. Xelfetî çiqas bi xwe serbilind be dîsa jî kêm dimîne.

Sedsala 21emîn sedsala kurdan e

Birêz Ocalan ev yek ji me re got; ‘Li Tirkiyeyê demokrasî bêyî Kurdan, Elewiyan û jinan nabe. Li Sûriyeyê demokrasî bêyî Kurdan, Êzidiyan, Ermenan û gel û rengên wê derê nabe.’ Ji bo pirsgirêka Rojhilata Navîn ku dinyayê nekariye jê re bibe çareserî, rêyek vekir û bi paradîgmaya birêz Ocalan re ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo cîhanê bû mînak. Em serbilind in ku kesayetekî mîna birêz Ocalan ku ji bo mirovahiyê têdikoşe û 27 sal in di hucreyeke 12 metrekareyê de têdikoş e rêheval û rêberê me ye. Lewma jî divê em bi hev re tovê banga birêz Ocalan kiribû bixebitin û mezin bikin. Bêyî cihêkariyê em ê bi nasname û rûmeta xwe, wekhev û bi xwişk-biratî bijîn Banga birêz Ocalan dibêje ku sedsala 21’emîn bêyî Kurdan nabe. Sedsala 21’emîn bêyî Kurdan, demokrasî û wekheviyê nabe. Birêz Ocalan dibêje ku sedsala 21emîn sedsala Kurdan e, sedsala wekhevî û azadiyê ye. Belê, em jî tev li birêz Ocalan dibin. Sedsal piştre care ewil e ku firsendek derket pêşiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn. Niha jî ji bo vê firsendê bi demokrasî û wekheviya gelan tacîdar bikin, erk û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Gelo hûn li gel me ne ku em vê berpirsyartiyê bi layiqî bicih bînin? Hûn jî li gel me ne ku bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane, alaya wan bi serfirazî bilind bikin? Hûn jî ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê bi me re ne? Gelo hûn jî li gel me ne ku Tirkiyeyeke yekperestî, pergaleke adilane, wekhev, xizan têr û her kes bi nasnameya xwe dijî ava bikin?

Bi bangê re her tişt jinûve dest pê dike

Ev bang, dawî nîne. Banga bihêzkirina têkoşînê ye. Bi vê bangê re tu tiştek bi dawî nabe. Bi vê bangê re jinûve dest pê dike. Ciwanno, berpirsyartiya me ye ku em vê bangê bi ruhê ciwanan birêxistin bikin. Berpirsyartiya me ya xwedîderketina li vê bangtê heye. Em niha li vir bi hezaran kesan re ne lê em ê ji vir û şûnde bi Tirk, Turkmen, Kurd û gelên din re xwedî li paradîgmaya herî rasteqîn, rast û adilane ya sedsala 21’emîn derkevin, biparêzin û birêxistin bikin.

Bila Meclis rola xwe bilîze û sererastkirinên qanûnî pêk bîne

Belê, birêz Ocalan bang kir lê îktîdarê heta niha jî gavek neavêtiye. Em li vir, bang li îktîdarê dikin. Gelo hûn ê şert û mercên ku birêz Ocalan bikare bi awayekî azad bixebite û muzakereyan bike ava bikin? Hûn li benda çi ne? Divê ji ewil şert û mercên muzakere û jiyanê yên birêz Ocalan bên başkirin. Piştre jî zemîna berdana rêhevalên me Selahattîn, Fîgen, Leyla û Ayşeyan were amadekirin. Di heman demê de em ê helwesta deletê ya li dijî vê bangê hîn bibin. Em bang li îktîdara qeyûm tayînî Xelfetiyê kirî dikin; heke hûn jidil bin wê demê dîsa hevşaredarên me li peywirên wan vegerînin. Qeyûman paşve bikişînin û dev ji vê zîhniyeta qeyûmperest berdin. Ji ewil di qanûnan de sererastkirinan bikin ku Kurd û gelên din ên Tirkiyeyê bi hev re wekhev û azad bijîn. Ez bang li Meclisê dikim; ev bang bangekî dîrokî ye û rola xwe bilîze û sererastkirinên qanûnî pêk bîne. Ez we tevan bi rêzdarî silav dikim.”

Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Piştre jî hunermend Arhat derket sr dikê û stranên xwe got. Pîrozbahî, bi gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkNewroza XelfetîTuncer Bakirhan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Heyetek Ewropî ji bo ku Abdullah Ocalan bibîne tê Tirkiyeyê

Heyetek Ewropî ji bo ku Abdullah Ocalan bibîne tê Tirkiyeyê

30 HEZÎRAN 2025
Divê civinên gel domdar bin

Divê civinên gel domdar bin

30 HEZÎRAN 2025
Li Parlamentoya Îngilistanê azadiya Ocalan hat xwestin

Li Parlamentoya Îngilistanê azadiya Ocalan hat xwestin

27 HEZÎRAN 2025
Rayberê Şarê Kurd Abdullah Ocalanî Newroza şarî pîroz kerd

Abdullah Ocalan, Şêx Seîd bibîr anî: Serhildana wê çaxê têkoşîna azadiya îro ye

27 HEZÎRAN 2025
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

27 HEZÎRAN 2025
‘Divê jin kolan bi kolan ji bo azadiya xwe bixebitin’

‘Divê jin kolan bi kolan ji bo azadiya xwe bixebitin’

27 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (5)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne