• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Wasfî Ak: Parastina Kurdî erkeke wîjdanî û exlaqî ye

    Nivîskar Wasfî Ak: Parastina Kurdî erkeke wîjdanî û exlaqî ye

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 21ê SIBATA 2026an

    Rapora komîsyonê di malpera Meclisê de hat weşandin

    Rapora komîsyonê di malpera Meclisê de hat weşandin

    Belgefîlma “Kirasê ji Agir” li Wanê hat nîşandan

    Belgefîlma “Kirasê ji Agir” li Wanê hat nîşandan

    Nobeta Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 127an de ye 

    Nobeta Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 127an de ye 

    Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

    Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Wasfî Ak: Parastina Kurdî erkeke wîjdanî û exlaqî ye

    Nivîskar Wasfî Ak: Parastina Kurdî erkeke wîjdanî û exlaqî ye

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 21ê SIBATA 2026an

    Rapora komîsyonê di malpera Meclisê de hat weşandin

    Rapora komîsyonê di malpera Meclisê de hat weşandin

    Belgefîlma “Kirasê ji Agir” li Wanê hat nîşandan

    Belgefîlma “Kirasê ji Agir” li Wanê hat nîşandan

    Nobeta Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 127an de ye 

    Nobeta Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 127an de ye 

    Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

    Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Rapora hevpar ji bo birêz Ocalan wê encaman bi xwe re bîne

Mahmût Altintaş / AW

21 SIBAT 2026 - 08:45
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku ji bo avakirina zemîneke hiqûqî û demokratîk rapora hevpar girîng e û got: “Mafê hêviyê di çeçoveya pêkanîna biryarên DMMEyê de hatiye diyarkirin. Helbet ew xal wê ji bo birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî encaman bi xwe re bîne.” Bakirhan anî ziman ku divê êdî çand, nasname, ziman û hebûna gelê Kurd neyê neyê înkarkirin û weke dewlemendiya vî welatî bê dîtin. Bakirhan bal kişand ser yekîtiya Kurdan û got ku ya ku vê carê qedera Kurdan guherand ne tenê li qadan dengê hevpar bû, vê carê li ser masayan jî dengê hevpar ê Kurdan hebû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de bi banga Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoya çareseriya pirsgirê Kurd ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatibû destpêkirin derbasî merhaleyeke nû kir. Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Tevgera Azadî xwe fesîh kir û li Silemaniyê ya Başurê Kurdistanê bi merasîmeke dîrokî çekên xwe şewitandin. Piştî van gavên ji aliyê Abdullah Ocalan û Tevgera Azadî ve hatin avêtin, li ser banga Abdullah Ocalan li Meclîsa Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di 5ê Tebaxa 2025an de Komîsyon hat avakirin. Li Meclîsê ji bilî partiyeke hemû partî di komîsyonê de cih girtin.

Komîsyona ku 5 meh û 13 rojan xebitî di 18ê Sibatê de bi raporeke hevpar (pêşnûmeya pêşniyazan) xebatên xwe bi dawî kir.

Di rapora hevpar a komîsyonê de ji bo endamên rêxistinê ku çek danîne çêkirina qanûnên taybet cih girt. Her wiha Mafê Hêviyê yê ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên zêdetirî 25 sal in di girtîgehê de ne jî weke nav di raporê de cih negirt lê di çerçoveya biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de weke “Berdana bi şert” di raporê de cih girt. Mafê perwerdehiya zimanê dayikê jî di bin banê xala “Guhertinên Têkildarî Berfirehkirina Maf û Azadiyan” de werin bicîhkirin. Rapora hevpar a Komîsyona dê ji komîsyonên îhtîsatê yên Meclîsê re bên şandin û piştre jî dê biçe Desteya Giştî ya Meclîsê. Li bende ye ku di Lîjneya Giştî ya Meclîsê de jî pêşniyarên di rapora hevpar de hatine kirin dê weke qanûn bên çêkirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtina dawî ya bi Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê de diyar kiribû ku merhaleya pêvajoyê gihîştiye merhaleya Entegrasyona Demokratîk. Abdullah Ocalan merhaleya “Entegrasyona Demokratîk” jî bi çêkirina qanûnên hemwelatîbûna azad ve pênase dike. Her wiha Abdullah Ocalan di hevdîtinê de diyar kiribû ku pirsgirêk li ser tunehesibandina ziman û gel dest pê kiriye û divê dawî li înkarê bê anîn. Heyeta Îmraliyê ragihand ku Abdullah Ocalan gotiye hêza wî heye ku pêvajoyê ji aliyê teorik û pratîk ve bi rê ve bibe lê divê ji bo vê yekê derfet bên afirandin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê rapora hevpar, merhaleya pêvajoyê û xebatên niha şûn ve yên partiya wan daye pêşiya xwe de pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.

* Bi ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re salek derbas bû. Gelo di nav salekê de vê merhaleya pêvajoyê ku gihîştiyê ji bendewariyên gel re bû bersiv?

Dema em li vê sala derbasbûyî dinêrin, divê em bin çend xalan diyar bikin. Pêdiviya civakê ya aştiyê ne ‘Bibe baş dibe’ heye. Di nav vê krîza aborî û rizîbûna civakê de weke pêdiviyeke bingehîn xwe ferz dike. Ew ne tenê pêdiviyeke bêpêvçûn e û di heman demê de pêdiviyeke pêkhatina edalet û jiyaneke bi rûmet e. Ev daxwaz û pêdiviya gelemperî ya civakê ye. Her wiha ev pêvajo di heman demê de derfeta modela aştiyê ya li gorî Tirkiyeyê jî di ser esasê taybetmendiya civakê derdixe holê. Yanî pêvajoya li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, ne pêkane ku mînakên cîhanê kopî bike. Ev modela xweser a Tirkiyeyê ye û ev model aştiyê li gorî dîroka me, rastiya civakî û tecrûbeyên me siyasî ava dike û ji bo vê derefet e.

Weke ku birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya 18ê Sibatê de jî got, ‘Bêyî Kurdan komar nabe, divê nebe jî’. Ji bo wê jî divê pêvajo nemîne li hêviya temeniyan û divê bi mîsogeriya qanûnan bi pêş ve biçe. Helbet geşedanên li Rojava- Sûriyê, Başûr-Iraqê bandorê li ser pêvajoyê dikin lê divê ev pêvajo ne li gorî geşedanên li derve li gorî îradeya demokratîk a gel bi pêş ve biçe.

* Komîsyona Meclîsê piştî rapora hevpar xebatên xwe bi dawî kir. Rapora komîsyonê ji aliyê gelek derdoran ve hat nirxandin û rexnekirin. Gelo hûn wek DEM Partiyê vê raporê çawa dinirxînin û ev rapor dikare ji çareserkirina pirsgirêka Kurd re bibe bersiv?

Ji dema ev Komîsyon hat avakirin û vir ve me xebatên wê û erka wê baş xwend. Di serî de ev komîsyon ne komîsyoneke ku pirsigirêka Kurd çareser bike. Me wisa dît. Erka komîsyonê ew bû ku mijara meseleya Kurd bikişînê zemîna siyasî û hiqûqî. Em nirxandinên xwe jî li gorî vê rastiyê dikin. Di rapora hevpar de cihên ku me li hev kiriye jî hene û cihên ku em li dijî derketin, me şerh danî ser jî hene. Rexneya me ev e; Heke hûn mijareke sedsalî ku aliyên wê yên siyasî, aborî û çandî hene di çerçoveya ‘terorê’ de teng bikin ev yek çareseriyê bi xwe re nayîne. Nêrîneke şaş encamek baş bi xwe re nayîne. Bi zimanê ezber û perspektîfeke ‘ewlehiyê’ em nikarin bi pêş ve biçin û dîsa vegerin heman cihî. Rexneya me jî ev bû.

Lê tevî vê yekê jî derxistina raporeke hevpar girîng û bi nirx e. Lê berpirsyarî ji niha şûn ve dest pê dike. Divê Meclîs bêyî ku xwe egle bike, zeman bi ser re derbas bibe bikeve nava xebatan û komîsyonên îhtîsatê jî demildest pêşniyarên di rapora hevpar de hatine kirin bike qanûn. Divê Meclîs xalên di raporê de kêm mane jî bi awayekî wêrek temam bike û ji bo vê berpirsyariyê bigire ser xwe.

* Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên zêdetirî 25 sal in di girtîgehê de ne “Mafê hêviyê” weke nav di raporê de cih negirt lê di bin xala pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa û “Berdana bi şert” di raporê de cih girt. Gelo bi vê xalê pêşiya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî vedibe an na?

Mafê hêviyê mafekî gerdunî ye û li gorî kes û pêvajoyê naguhere. Lê xala ku di raporê de cih girtiye dibêje divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk were û mafê hêviyê jî di hundirê xwe de dihewîne. Ji bo wê jî em bang li hemû kesan dikin ku vê mijarê weke mafekî rewa bigirin dest. Helbet ew xal ji bo birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî encaman bi xwe re tîne.

* Partiya we li ser mafên neteweyî yên gelê Kurd, qanûnên taybet ji bo endamên rêxistinê û gelek pêşniyaran kiribû. Pêşniyarên we çiqas di rapora hevpar de cih girtin û ji niha şûn ve çi gav dê bên avêtin?

Kesên rapora me xwendine bi awayekî şênber dibînin, tespît û pêşniyarên çareseriyê bi awayekî zelal hatibûn kirin. Di rapora me de pêşniyar û daxwaz di 2 beşan de hatibûn tomarkirin. Yek, pêvajo bi awayekî ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hatibû pênasekirin û ji bo wê pêşniyarên, qanûnên aştiyê û qanûnên entegrasyona demokratîk bû. Ya duyem jî pakêteke demokratîkbûyînê bû. Yanî rakirina rejîma qeyûm, rûbirûmayinan heqîqetê, ji bo pêvajoya demkî edalet, mafên ziman, hemwelatîbûna wekhev û temsîliyeta wekhev a jinan di rapora me de cih girt. Di rapora hevpar de ew daxwaz û pêşniyarên me taybet di beşa ‘Rêveberina pêvajoyê û dewleta hiqûqê’ de cih digire. Her wiha xalên weke agahdarkirina gel ji pêvajoyê, raporkirin û teslîmkirina TBMMê, mîsogerkirina ewlehiya kesên di pêvajoyê de cih girtine, pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa û ji bo vê avakirina mekanîzmeyeke, guherandina qanûna înfazê li gorî edalet û wekhêviyê ew jî xalên me li serê li hev kirine û pêşniyarên me bûn. Van jî di rapora hevpar de cih girt. Di xala ji bo Rêveberiyên Xwecihî de jî dawî anîna sepana qeyûm bi pênaseya, ‘Heke hevşeredarek ji peywîre bê dûrxistin, divê qeyûm neyê tayînkirin û Meclîsa Şaredariyê bi xwe şaredaredar ango hevşaredar hilbijêre, hatiye sererastkirin.

* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dibêje, “Entegrasyona Kurdan bi Komarê re dê lingê bingehîn ê pêvajoyê be” û merhaleya pêvajoyê ku gihîştiyê weke merhaleya “Entegrasyona Demokratîk” pênase dike. Taybetmendiya vê merhaleyê çi ye û di vê merhaleyê de pêdivî bi avêtina çi gavan heye?

Em vê yekê bi metaforekê pênase bikin. Bifikirin hûn pirekê çêdikin. 2 lingên pirê hene. Dema pir hat çêkirin, li her du lingan heman ked tê dayîn. Lê piştî demekê lingek hat jibîrkirin û keda wî tunehat hesibandin. Dîsa pir li ser lingan dimîne lê di hundirê wê de pûç dibe. Rewşa komarê jî wisa ye. Ev komar bi Kurdan ve hat avakirin. Lê piştre ew rastî hat jibîrkirin. Rastiya Kurdan tune hat hesibandin. Bi vê yekê re komarê lingekî xwe winda kir. Sed sal in Kurd hem li derveyî vî welatî ne û hem jî di hundir de ne. Hem welatî ne û hem jî ne wekhev in. Axaftina bi zimanê dayikê hatibû qedexekirin. Bi vê yekê lingekî pirê hat jibîrkirin.

Divê ziman û nasnameya Kurdî neyê înkarkirin

Entegrasyona demokratîk temamkirina wî lingê pirê ye. Yanî bi darê zorê di nav xwe de girtin, ne bihevrebûyîneke ji dil e. Di nav hev de dema aliyek bê helandin, qebûlkirina wê ne pêkan e. Divê bi darê zorê tişt neyên kirin. Kes li ser kesî zext û zorê neke. Divê em dilê xwe bikin yek. Helandin tişta herî xerab e. Bihevrebûn tercîha rasttir e. Divê li şûna fişarkirinê em li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, hembêziyê bidin hev. Ji bo wê jî gavên ji niha şûn ve bên avêtin diyar in. Yek mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Mirovek divê bi zimanê xwe perwerde bibibe, bi zimanê xwe dersê bibîne, bixwîne, binivisîne, bifikire û bijî. Ev mafekî bingehîn ê mirovan e, mafê gerdînî û xwezayî ye. Ya duyemîn jî meseleya azadiya çandî ye. Nasnameya Kurdan-Kurdî divê neyê înkarkirin û weke dewlemendiya vî welatî bê dîtin. Xurtkirina demokrasiya herêmî; Di çerçoveya şertê xweseriyê ya rêveberiyên herêmî ya Yekîtiya Ewropayê de welatî bêtir li ser jiyana xwe xwedî gotin bin. Hemwelatîbûna wekhev; penaseyeke hemwelatiya wekhev di destûra bingehîn de cih bigire. Azadiya xwerêxistinkirinê; îradeya siyasî ya Kurdan divê bi awayekî azad li her derê xwe bîne ziman. Heke ev gav werin avêtin Kurd dikarin entegereyî komarê bibin, wê wisa linge komarê yê din jî pêk were. Wê demê ev welat dê li ser pêyan bimîne.

* Bi dawîbûna xebatên Komîsyonê re rapora hevpar dê biçe komîsyona îhtîsatê. Ji niha şûn ve pêvajo dê çawa bi rê ve biçe û xebatên partiya we çi bin?

Pêşniyarên qanûnî û demokratîk ji aliyê komîsyonên îhtîsasê ve dê bibin pêşniyara qanûnan û pêşkeşî Serokatiya Meclîsê bê kirin. Serokatiya Meclîsê jî dê van bişînê komîsyonên bi mijarê ve eleqedar dibin. Komîsyon jî van dinirxînê û dişînê Lîjneya Giştî ya Meclîse. Em jî weke partî ji bo pêşniyarên qanûnî ku di rapora hevpar de hatinê kirin pêk werin em ê xebat û têkoşîna xwe bidomînin. Ji aliyekî ve di nav gel de bi gel re têbikoşin û ji aliyê din ve jî bi partiyên siyasî û desthilatê ve muzakere bikin. Hêza me ji gel girtiyê dê bibe mifteya vekirina deriyê çareseriya demokratîk.

* We di komcivîna partiya xwe de bang li serokên partiyên siyasî kir û xwest bi mazuvaniya Serokkomar bicivin û pêşniyara avakirina koordînasyoneke ku desthilat û muxalefet jî di nav de be kir. Tu partiyeke bersiv da peşniyar û banga we? Heke ev bang û pêşniyara wê pêk were dê bandoreke çawa li ser pêvajoyê bike?

Ji bo çi me ew bang kir; Em mijareke sed salî nîqaş dikin. Ji bo wê divê serokên partiyan werin cem hev. Êdî em cudahî û cihêbûna hev deynin aliyekî û ji bo siberojek baş em werin cem hev û çareseriyê gotûbêj bikin. Ji ber ku êdî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê nayê taloqkirin. Rojeveke cuda nikare bikeve pêşiya vê û kes nikare vê bike malzemeya siyasî. Tu Serokê partiyeke jî nikare ji vê berpirsyariyê bireve. Divê bi awayekî em werin cem hev û çareseriyan pêşniyar bikin. Banga me deng veda. Li ser nîqaş jî çêbûn. Em ê jî di vê mijarê de israr bikin û peydakirina rebazên nû bidomînin.

* Piştî berxwedana gelê Kurd û dostên Kurdan li Rojava-Sûriye peymanek hat îmzekirin. Hûn vê peymanê û ruhê yekitiyê ya gelê Kurd ku derketiyê holê çawa dinirxînin?

Ya ku qedera Kurdan guherand vê carê ne tenê di qadan dengê hevpar hebû, vê carê li ser masayan jî dengê hevpar ê Kurdan hebû. Ev pirr girîng bû. Sed sal in qederek reş û bi êş anîne serê Kurdan. Kurd li qadan bi berxwedanê bi serdiketin lê li ser masayê winda dikirin. Lê niha gotinek heye, ‘Kurd li ser masayê vê carê ne şîv û paşîv in li ser kursî ne’. Kurdên ku di navbera wan de pirsgirêk û nakokî hebûn, partiyên siyasî ku nedihatin cem hev, lê vê carê bi ruhekî hevpar hatin cem hev. Dema mijar bû Rojava hemû Kurdan cudahî dan aliyekî û bi yek dengî xwedî li Rojava derketin. Yekîtiya Kurdan hem bû sedema pêkanîna peyamê û hem jî hêza Kurdan a siyasî nîşan da. Girîngiya ruhê yekîtiyê ya Kurdan tenê bi Rojava re sînorkirî nîn e. Ev ruh dikare zemîneke yekîtiyê û piştgiriya bi hevdu re ava bike. Yekîtiya demokratîk a Kurdan ji bo dewletên di nav de dijîn ne xetere ye, berevajî vê firsendek e. Heke bi dînamek ewqas bi hêz re tifaqek wekhev û adilane were sazkirin, ev yek wê wan dewletan bêtir xurt bike. Divê hemû kes yekîtiya Kurdan di vê çerçoveyê de binirxîne û bi vê perspektîfê lê binêre.

Etîket: Abdullah OcalanHevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer BakirhanKomîsyona Meclîsêrapora hevparRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanTuncer Bakirhanyekitiya Kurdan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mijara çapemeniya cîhanê û Erebî Rojava ye

Di çapemeniya cîhe de nirxandina rapora pêvajoyê: Firsendek dîrokî

21 SIBAT 2026
‘Gelê Kurd dikare bi yekîtiyê xwe biparêze’

‘Gelê Kurd dikare bi yekîtiyê xwe biparêze’

21 SIBAT 2026
Pervîn Buldan: Ma do demêko nêzdî de şêrê Îmrali

Buldan: Ocalan naskirina ziman, nasname û çandê wekî şertê bingehîn dibîne

20 SIBAT 2026
Fetî Yildiz: Divê Demîrtaş bê berdan

Fetî Yildiz: Dikare beşek zagonan bêşert û merc bên çêkirin

20 SIBAT 2026
Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

20 SIBAT 2026
Hunermend: Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin

Hunermend: Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin

19 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber nexweşiya dil Selîm Temo rakirin nexweşxaneyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Meclîsê cara yekem pêşnûmeyek Kirmanckî hate qebûlkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd dê civîna Neteweyî ya Kurd li dar bixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Rapora hevpar ji bo birêz Ocalan wê encaman bi xwe re bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em ji bo zimanê xwe bimeşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ziman a Zazakî: Windabûna Zazakî windabûna hezarê salan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parka Gulistana Zimanan bi pirzimanan hat xemilandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (764)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne