• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    ‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

    ‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Baroya Amedê: Şer û pevçûn dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

    Baroya Amedê: Şer û pevçûn dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

    Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin  HATE NÛKIRIN

    MÎA-FED: Ji bo avakirina civakeke azad konferansê li dar dixin

    Otomatik taslak

    Bi girseyî serdana şîna Welat û Aram kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    ‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

    ‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Baroya Amedê: Şer û pevçûn dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

    Baroya Amedê: Şer û pevçûn dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

    Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin  HATE NÛKIRIN

    MÎA-FED: Ji bo avakirina civakeke azad konferansê li dar dixin

    Otomatik taslak

    Bi girseyî serdana şîna Welat û Aram kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd dê civîna Neteweyî ya Kurd li dar bixe

Amed / AW

20 SIBAT 2026 - 11:45
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur têkildarî lidarxistina Civîna Neteweyî ya Kurd li Çand Amedê daxuyanî da û wiha bang li hemû jinên Kurd kir: “Werin em bi pêşengiya ‘Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ bi hev re aştî û civaka demokratîk ava bikin. Em we vedixwînin civîna ku dê di 2yê Adara 2026an de li Amedê were lidarxistin.”

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur têkildarî lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd li avahiya ÇandAmedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi rihê yekîtiyê bi pêşengtiya jinê ber bi Kongreya Neteweyî ve” hate daliqandin. Pêkhateyên Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur di nav de parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ya bi serenavê “Yekîtiya Jinên Kurd Bingeha Yekîtiya Neteweya Demokratîk e” bi Kurdî hate amadekirin endama platformê Laleş Bîçîmlî xwend.

Laleş Bîçîmlî bal kişand ser geşedanên li herêmê diqewimin û wiha got: “Weke hemû gelên li herêmê, em li ser erdnîgariya xwe ji her demê zêdetir bi rewşa kaos û şer re rû bi rû ne. Îro li ser Îsraîlê bi piştgiriya hêzên Emperyalîst tê xwestin ku ji nû ve teşeyeke bidin Rojhilata Navîn. Rejîma nû ya Sûriyeyê ku bi tevlêbûna bermahiyên DAÎŞê hate avakirin û ji aliyê hêzên hegemonîk ve tê xwestin ku xwe paqij bike û rewatiyê bistîne, di meha Adara 2025an de li Lazkiyeyê Elewî û di Tîrmeha 2025an de li Siweydayê gelê Dûrzî li ber çavên hemû cîhanê bi êrîşên hovane di komkujiyê re derbas kirin.

Ev çeteyên cihadîst ku dijminê jinan, gelan, komên baweriyên cuda û hemû mirovahiyê ne, bi riyekê wiha erêkirin û destûrê ji hêzên serdest standin û xwestin ku qirkirina Kurdan jî pêk bînin. Ev destûr û erêkirina di 6ê Rêbendanê de, bi navbeynkariya DYA, piştgiriya Fransa û di bin çavdêriya Tirkiyeyê de li Parisê di civîna Şam û Îsraîlê de hate dayîn. Heman êvarê li Helebê, li navçe û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi destê Hikûmeta Şara û çeteyan êrîş li ser Kurdan hate kirin û heman rewş û xetere îro jî bi dorpêçkirina Kobanê didome.”

‘Dixwazin dîsa Kurdan li derveyî hiqûqî bigirin’

Laleş Bîçîmlî di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bi vê konseptê dixwazin ku sed sal piştî peymana Lozanê dîsa Kurdan li derveyî hiqûqê bigirin. Ev 14 sal e ku bi perspektîfa neteweya demokratîk li dijî şer, tundî, mêtingerî û dijminatiya jinan li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistanê dixwazin ku rêveberiya demokratîk a ku hatiye avakirin were tunekirin û ji holê rabe û ji bo entegrasyona ku tê plankirin were astengkirin, hemû polîtîkayên zext û zordariyê xistine meriyetê. Ev dorpêçkirin û şer ên li Rojavayê Kurdistanê li dijî hebûna gelan û baweriyan, bi taybetî jî li Kobanê li dijî Kurdan, bûye navenda berjewendî û nîşandana mezinahî û xurtbûna hêzên serdest û hevkarên wan ên li herêmê. Ev hêzên kapîtalîst û mêtinger armanc dikin ku Şoreşa Rojava, ku şoreşeke jinan e, bêhna wê biçikînin, wê tune bikin û ji holê rakin. Ji ber vê yekê jî li Rojhilata Navîn ji bo îradeya gelan a jiyana hevpar û aştiyane asteng bikin, têk bibin komployek wiha ya navneteweyî xistin dewreyê.

Komployeke bi vî rengî hedefgirtina vê pêvajoyê ye

Divê eşkera û vekirî were gotin ku ev komplo di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de pêk hat. Tam jî di demeke wiha de pêkhatina komployeke bi vî rengî hedefgirtina vê pêvajoyê ye ku bi Tirkiyeyê re pêş diket, ev jî xaleke girîng e ku divê li serê were sekinandin. Ev rewşa heyî planek li dijî destkeftiyên Kurdan e ku di dîrokê de tevî her cure zext û zordariyan, mêtingerî û polîtîkayên tunekirinê Kurd bi berxwedan û berdelên mezin bi dest xistine. Ev li dijî perspektîfa çareseriyê ya azadî, demokratîk û jiyana hevpar a Birêz Abdullah Ocalan hatiye pêşxistin. Lê tevî ku hêzên emperyalîst dixwazin li herêm û erdnîgariya me gengeşî û tevliheviyê biafirînin û tu zagonên navneteweyî nas nakin, bi nêzîkatiya ‘ez her tiştî dikarim bikim’ tevgeriyabin jî ev xwesteka wan dîsa bi berxwedana Kurdan têk çû û bêwate bûye. Gelê Kurd bi xweparastina xwe ya mezin, bi berxwedana xwe; bi avakirina hêza xwe ya polîtîk û rêxistinî xwe îspat kiriye û hêz û hebûna xwe bi cîhanê daye qebûlkirin.”

‘Têkoşîna Azadiya Kurdistanê xwedî wê hêzê ye ku dikare hemû Kurdan bîne cem hev’

Laleş Bîçîmlî destnîşan kir ku têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi pratîkên xwe yên berê û bi taybetî bi daneheviya xwe ya di 50 salên dawî de wergirtiye, nîşan da ku xwedî wê hêz û şiyanê ye, dikare hemû Kurd û Kurdistaniyan bîne cem hev û li dora hev kom bike û wiha pê de çû: “Îro em vê yekê bi zelalî dibînin ku li çar aliyên Kurdistanê û li her deverên cîhanê di dorpêçkirina Kobanê de Kurd bi rojan, demeke dirêj li qad û kolanan yek rêz dibin û bi yekdengî diqîrin. Berxwedana Kobanê û li hemberî vê dorpêçkirinê bêdeng nebûna gelê Kurd, ji aliyê civakî û hestiyarî ve girêdan û helwesteke hevpar û xurt di nava gelê me de ava kir, ji bo Rojava yekîtiya neteweyî pêk anî û sînorên çêkirî yên li Kurdistanê hatine xêzkirin bêwate kir. Di vê pêvajoyê de ku tê xwestin peymana Sykes-Picot were nûkirin, ji bo Kurdan yekîtiya neteweyî êdî bûye pêwistî û pêdiviyek jiyanî û jêveneger, ev li her Kurd û Kurdistaniyan ferz e. Siyaseta Kurd jî ji aliyê gel ve bi pirsa ‘ku îro nebe, kengî?’ re rû bi rû maye, divê siyaseta Kurd jî berpirsiyariya xwe pêk bîne.”

‘Jinên Kurd dikarin pêşengtiya yekîtiya neteweyî bikin’

Laleş Bîçîmlî anî ziman ku hêza herî dînamîk a avakirina yekîtiya neteweyî ya demokratîk bêguman têkoşîna Jinên Azad a Kurdistanê ye ku îro ji bo têkoşîna jinan a cîhanê jî mînak û çavkanî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pêşketin û pêşengiya jinan bingeha pêkanîna yekîtiya neteweyî amade kiriye. Jinên Kurd û jinên Kurdistanê ku li hemû Kurdistanê û cîhanê têkoşîneke bêhempa û bênavber didin, xwedî zanîn, danehevî û hêz in ku pêşengiya yekîtiya neteweyî ya gel jî bikin.

Erdnîgariya Kurdistanê ya ku bêstatu hatiye hiştin û veguheriye cih û warê talan û mêtingeriyê, li vê derê bi taybetî li ser bedena jinê lê hemû nirxên mirovahiyê têne têkbirin û binpêkirin. Me gelek mînak dîtin ku kiryarên ne mirovahiyê ne û pêkanîna zihniyeta DAIŞê ne ku li dijî ‘jinên şerker’ pêk hatin. Ji bo Kurdan jin û hemû tiştên li ser jinê pîroz in, lê ev hov û barbarên vê demê dixwazin wan tune bikin. Birîna keziya por ku wan parve kir û nîşan da îro ji bo jinan bûye sembola azadiyê û çalakiya hûnandina por a jinên Kurd û jinên cîhanê tevgereke rêxistinî ya jixweber çêkir. Her wiha di nav hemû Kurdan de, birdoziya wî/ê çi be jî, hesta yekîtiya neteweyî gihand asta herî bilind.”

‘Kurd doza maf û azadiya xwe dikin’

Laleş Biçîmlî axaftina xwe wiha domand: “Hest û hişmendiya neteweyî ya ku di nava gelê Kurd de hate afirandin û pêş ket Kurdên ku ji qadan dernakevin û qadê naterikînin û di her şertan de doz û daxwazên xwe yên maf û azadiyê dikin êdî ev hatiye fêmkirin, pêşiya wê nayê girtin û nayê rawestandin. Her çend ev sekna qewî û bi biryar, hin gav bi hêzên hegemonîk dabe avêtin jî divê neyê jibîrkirin, siyaseta tunekirinê ya ku di dîrokê de her tim li ser kar e, dibe ku her gav dîsa bikeve meriyetê.”

‘Yekîtiya jinên Kurd xerca yekîtiya neteweyî ye’

Laleş Bîçîmlî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro pêkanîna yekîtiya demokratîk a gelê Kurd bi awayekî stratejîk li ser esasê îradeya azad a jinan û wisa girtina dest dîrokî ye. Ev stratejî ku ji aliyê jinan ve jî li ser bingeha peymana civakî were diyarkirin, ev garantiya jiyana hevpar a Kurdan û hemû cudahî, reng û dengan e. Ji ber ku yekîtiya jinên Kurd, xerca yekîtiya neteweyî û yekîtiya neteweya demokratîk e.

Li ser vê bingehê, di vê pêvajoya hesas, nazik û girîng de, bi rihê ‘Jin Jiyan Azadiyê’ em li hemû jinên Kurd ên li Kurdistan û yên ku li her devera cîhanê dijîn, bang dikin û dibêjin; werin cem hev, bi pêşengiya ‘Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ ji bo em bi hev re aştî û civaka demokratîk ava bikin; em we vedixwînin civîna ku dê di 2yê Adara 2026an de li Amedê were lidarxistin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî yekîtiya jinên Kurd” bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ di roja 3yemîn de didome

‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ di roja 3yemîn de didome

20 HEZÎRAN 2026
Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

20 HEZÎRAN 2026
‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

20 HEZÎRAN 2026
Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

20 HEZÎRAN 2026
‘Cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn êrişeke li dijî vîna jinê ye’

‘Cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn êrişeke li dijî vîna jinê ye’

20 HEZÎRAN 2026
ÎHD: Rasul Kocaturk û Resûl Baltaci demildest berdin!

ÎHD: Rasul Kocaturk û Resûl Baltaci demildest berdin!

20 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermend Bermal Çem stran û klîbeke nû amade kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mîrateyek ji bîra aborî û çandî ya Amedê hildiweşe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Kamaç: Gel amade ye divê partiyên Kurdan jî amade bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 20ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHD: Rasul Kocaturk û Resûl Baltaci demildest berdin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amadekariyên Mitînga Azadiyê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Welat û Aram kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (574)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne