• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelê Bismilê: Dem dema azadiya Rêber Ocalan e

    Gelê Bismilê: Dem dema azadiya Rêber Ocalan e

    Rojnameger Ûrmiye: Trump ji Sûriyê xwest ku bi Kurdan re li hev bikin

    Rojnameger Ûrmiye: Trump ji Sûriyê xwest ku bi Kurdan re li hev bikin

    31 sal in li kujeran dipirsin: Hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin

    31 sal in li kujeran dipirsin: Hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin

    Şêxo: Ji bo vegera koçberan divê dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bibe

    Şêxo: Ji bo vegera koçberan divê dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bibe

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 15ê SIBATA 2026an

    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Gelê Bismilê: Dem dema azadiya Rêber Ocalan e

    Gelê Bismilê: Dem dema azadiya Rêber Ocalan e

    Rojnameger Ûrmiye: Trump ji Sûriyê xwest ku bi Kurdan re li hev bikin

    Rojnameger Ûrmiye: Trump ji Sûriyê xwest ku bi Kurdan re li hev bikin

    31 sal in li kujeran dipirsin: Hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin

    31 sal in li kujeran dipirsin: Hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin

    Şêxo: Ji bo vegera koçberan divê dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bibe

    Şêxo: Ji bo vegera koçberan divê dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bibe

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 15ê SIBATA 2026an

    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Rêya banga dîrokî di Amedê û Enqereyê re derbas dibe

Amed / AW

5 SIBAT 2025 - 13:15
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Amedê axivî û destnîşan kir ku ji bo aştiyê aliyê wan pirr zelal e û ew bang li desthilatdariyê dikin ku ji bo pêvajoyê gavan biavêje. Bakirhan dubare got ku ew li benda bangek dîrokî ya Abdullah Ocalan in û anî ziman ku rêya çareserî û aştiyê di Amedê û Enqereyê re derbas dibe.

 

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê û Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê di çarçoveya pêngava “Civînên Aştiya Civakî û Azadiyê” hatiye destpêkirin de li Navenda Kongre ya ÇandAmedê civîn li dar xistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, rêveber, parlamenter û hevşaredarên DEM Partiyê, rêveberên DBPê, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl ên demokratîk û bi sedan welatî tev li civînê bûn.

Tuncer Bakirhan û şandeya pê re li ber ÇandAmedê ji aliyê welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Civînê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiye dest pê kir. Piştre Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî geşedanên di rojevê de axivî.

Tuncer Bakirhan bi xêrhatina hemû mêvanan kir û got: “Em hemû gelên xwe silav dikin. Dayikên Aştiyê hûn bi xêr hatine, bi serseran û serçavan hatine.”

Berxwedanî û çanda Amedê

Tuncer Bakirhan behsa berxedêrî û pirrengîniya Amedê kir û wiha got: “Amed bajarê berxwedanê, bajarê çand, ziman û baweriyan e. Amed her tim wek bere zindî li ser lingan e. Em îro li Amedê ne em ji bo Aştiya Civakî û Azadiyê bi gelê xwe re dicivin. Em li hemû bajaran û navçeyan van civînan li dar dixin.”

Berfirehiya axaftina Tuncer Bakirhan bi vî rengî ye:

“Birêz Ocalan di hevdîtinê de pirr tiştek muhîm dibêje, dibêje ‘Xwediyê vê meseleyê gelê me ye. A rast gel e û her tişt pê ve girêdayî ye. Bi gel re biaxivin û nîqaş bikin. Fikr, nêrîn û pêşniyarên gel ji min re bînin’. Em jî di serî de li bajarên Kurdistanê û hemû bajarên Tirkiyeyê em van civînan li dar dixin û em ê hewl bidin şande nêrîn û fikra gel ji birêz Ocalan re bibe.

Rêya çareseriyê di Amedê û Enqereyê re derbas dibe

Rêveberên vî welatî jî carna mîna me wate û girîngiyê didin Amedê. Carna dibêjin rêya aştiyê di Amedê re derbas dibe. Hin derdikevin dibêjin rêya Yekitiya Ewropayê di Amedê re derbas dibe. Em jî carek din dibêjin rêya çareserî û aştiyê di Amedê û Enqereyê re derbas dibe. Em Enqere jî deynin kêleka Amedê. Amed û Enqere navenda nîqaşên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd in. Yek ji pirsgirêka mezin a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Em di pêvajoyek girîng a ku nîqaşên çareseriya pirsgirêka Kurd tên kirin de derbas dibin. Duh digotin Kurd tune ne lê îro rastiya gelê Kurd tê axaftin.,

Tirkiye nîqaşên pirr cidî diaxive. Em dixwazin ev nîqaş û pêvajo veguhere pêvajoya çareserî û aştiyek bi rûmet. Em jî xwedî li meseleya çareseriyê û aştiyê derdikevin. Em pêvajoyek girîng re rû bi rû ne. Em di serdemên herî zor de hatin cem we û em bi gelê xwe re axivîn. Heke gel tev li têkoşînê nebe, ew têkoşîn bi ser nakeve.

40 sal in tevî hemû zilm û zordariyê jî gelê me di têkoşîna xwe de bi israr e. Gelê me her tim têkoşîna xwe dewlemend kir. Gelo li cihekî din ê cîhanê têkoşînek wiha ya civakî û gel heye, ez nizanim.

Li Rojhilata Navîn sînor ji nû ve tên xêzkirin. Rojhilata Navîn adeta di nava aloziyê û krîzan û şeran de ye. Em jî neçar in vê rastiya Rojhilata Navîn bibînin û ji nêz ve nîqaş bikin.

Birêz Ocalan ku ev çar sal bûn dihat tecrîdkirin pê re hevdîtin pêk hatin. Em giringî û qîmetê didin van hevdîtinan.

Her kes berpirsiyar e

Heta îro dewletê û desthilatê gotin pirsgirêka Kurd tune û pirsgirêka ewlehiyê heye. Lê îro qonaxa em gihîştinê vaye ew jî vê rastiyê dibînin. Hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn bûn mexdûrên vî şerî û êş kişandin. Lewma çareserî muhîm e. Divê tenê ne em Kurd divê hemû gelên Tirkiyeyê piştevaniya çareserkirina vê pirsgirêkê bike. Hemû kes ji çareserkirina vê pirsgirêkê berpirsiyar e.

Mafên gelê Kurd nas bikin

Heke ev pirsgirêk were çareserkirin divê Kurd bi mafên xwe bên nasîn. Divê zimanê wan bê nasîn û bibe zimanê perwerdehiyê. Divê qeyûm neyên tayînkirin. Divê dawî li feraseta yekeperestiyê û zilmê bê anîn.

Banga dîrokî ya Ocalan

Dibe ku bangek were kirin. Birêz Ocalan xwe ji bo bangek dîrokî amade dike. Birêz Ocalan wê têkildarî formula çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd daxuyaniyek dîrokî bide.

Em dibêjin aştî ew radibin zilmê dikin

Em li aliyekî dibêjin ev pêvajoyek muhîm diqewime lê ew radibin qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê dikin. Ew radibin zilmê dikin.

Di heman demê de vê pêvajoya hevdîtinan helbet rojavayê Kurdistanê, Kobanê, Qamişlo jî eleqedar dike û dihewîne nava xwe. Em dibêjin aştî û çareserî lê ew her roj bombeyan bi ser Bendava Tişrînê ve dibarînin. Aliyekî bi me re civînan dikin lê em serê sibehê radibin ku qeyûm tayîn kirin e.

Em zîhniyeta qeyûm red dikin, qebûl nakin. Em ê serê xwe li ber qeyûmê wan û zilma wan netewînin. Helbet zilm hebe, lê li dijî vê jî berxwedan û têkoşîna me heye.

Em xwedî li peyamên Ocalan derdikevin

Em ê xwedî li peyamên birêz Ocalan û li vê pêvajoyê derkevin. Ji bo ev pêvajo veguhere pêvajoya aştiyê û çareseriyê em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya demokratîk berdewam bikin. Em ji aliyekî ve vê pêvajoyê ava dikin lê hinek radibin dixwazin vê pêvajoyê dabeş bikin û xera bikin.

26 sal in têkoşîna aştiyê dike

Heke em jî dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe divê em bi hêz bin. Birez Ocalan ji bo aştiyek bi rûmet 26 sal in di zindanê de ye. Lê her tim dixwaze ev pisrgirêk şiklê aştiyane û demokrastîk were çareserkirin. Divê em jî destê birêz Ocalan bi hêz û xurt bikin. Divê em her tiştî li ser milê wî nehêlin. Divê em fikr û pêşniyarên wî bixin meriyetê û di vê çarçoveyê bi gel re parve bikin.

Tecrîdê rakin

Hemin hûn jî birêz Ocalan sermuzakerevan dibînin divê hûn tecrîdê rakin. Gelo di hucreyekê de ku birêz Ocalan tê îzolekirin wê çawa aştî were? Mirovekî di hucreyekê de ye, dibêjin fermo muzakere bike, ka ev li kî dera cîhanê hatiye dîtin.

Bihêlin bila birêz Ocalan bi gel re were ba hev

Heke Ocalan bi gel re were ba hev wê ev pêvajo hin bêtir li pêş bikeve. Bi tecrîd û îzolekirinê re pêvajoya muzakereyê nayê birêvebirin. Em ji vir bang li rayedaran dikin ku demildest dawî li tecrîdê bînin û bila birêz Ocalan bi civakê re were ba hev û gavek beriya gavekî pêvajo bimeşe. Divê ji bo vê yekê zemînek yasayî û hiqûqî were çêkirin. Heke ev zemîn were amadekirin heke ku rayedarên desthilatdariyê carek din werin Amedê wê bi sed hezaran gelê Kurd we bi kêfxweşî û dilgerm pêşwazî bike. Em ji vir bang li birêz Erdogan dikin, gelê Amedê dibêje bila muzakere dest pê bikin, bila ev pêvajo veguhere pêvajoya aştî û çareseriyê û demildest were çareserkirin. Berpirsiyarî û gav avêtin dikeve ser milên rayedarên desthilatê.

Em pirr zelal in

Aliyê me pir zelal e, em alîgirên diyalogê, aştî û çareseriyê ne. Em alîgirên Kurd û gelên Rojava ne. Em dibêjin ku gelên Rojava li ser axa xwe bi awayek azad bijîn û dawî li êrişên li ser wan werin.

Em nizanin çi di banga birêz Ocalan de heye. Em wisa texmîn dikin ku wê birêz Ocalan wek deklarasyona sala 2013an carek din bêje bila çek bêdeng bibin û çareseriya demokratîk biaxive û li pêş bikeve.

Em xwe bi rêxistin bikin

Em ê ji bo vê pêvajoyê û pêngavê em ê mal bi mal bigerin, kolan bi kolan bigerin û em ê bêjin em piştevaniya birêz Ocalan dikin. Em ê bêjin vaye em li vir in. Em xwe bi rêxistin bikin. Heke rêxistinbûna te nebe, wê hêza te jî nebe. Heke em xwe bi rêxistin û bi hêz bikin em ê bi ser bikevin.”

Piştî axaftina Tuncer Bakirhan civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

 

 

Etîket: Abdullah OcalanCivînên Aştiya Civakî û AzadiyêDBPDEM PartîErdoganTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em deyndarê Abdullah Ocalan in’

‘Em deyndarê Abdullah Ocalan in’

15 SIBAT 2026
Waştişê kurdan û embazanê înan zelal ê: Ganî Abdullah Ocalan azad bibo

Ji çar hêlên Ewropayê dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî ji Rojava re statû’ olan da

14 SIBAT 2026
Çalakîyanê ma asteng kenê: Ka way û birayî?

Banga ji bo meşa li Amedê: Werin em Kurdistanek azad ava bikin

14 SIBAT 2026
Platforma Bajêr a Amedê bi gelek partiyan re hevdîtin pêk anî

Platforma Bajêr a Amedê bi gelek partiyan re hevdîtin pêk anî

14 SIBAT 2026
Li Strasbûrgê 100 hezar kes dimeşe: Azadî ji Rêber Apo re statû ji Rojava re

Li Strasbûrgê 100 hezar kes dimeşe: Azadî ji Rêber Apo re statû ji Rojava re

14 SIBAT 2026
Komplo li Awûstralyayê hate şermezarkirin

Komplo li Awûstralyayê hate şermezarkirin

14 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (552)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne