• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

    Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

    Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

    Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

    Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

    Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

    Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Rizgariya ji aloziyan çareseriya demokratîk e

Enqere / AW

17 HEZÎRAN 2025 - 15:19
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û got: “Tirkiye bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û nasîna mafên gelê Kurd re dikare xwe ji vê tofanê xelas bike.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Meclisê di civîna koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan di serî de Denîz Poyraz bi bîr anî û got ku ew ê tu caran vê erişê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.

‘Rojhilata Navîn ji xwe re li rêyekê digere’

Bakirhan bal kişand ser şerê di navbera Îran û Îsraîlê de û got ku bi vî şerî re xeta fayê ya herî dijwar şikestiye û got heke ev şer mezin bibe dê li herêmê rê li ber şikestinên jeopolîtîk ên mezin veke. Bakirhan anî ziman ku dîroka Rojhilata Navîn bi xetereyeke erdhejeke siyasî û civakî ya herî mezin re rû bi rû ye û got: “Divê ev şerê ku tu feydeya wê ji bo Fars, Erev, Kurd û Cihûyan nîne tavilê bê bidawîkirin. Weke DEM Partiyê em banga diyalogê û muzakereyan dikin. Rojhilata Navîn diguhere û ji xwe re li rêyekê digere. Lewma divê ev rê baş were fêmkirin û rê û rêbazên li gorî vê rêyê bên hilbijratin. Ev tekane vebijêrka welatên Rojhilata Navîn e.”

‘Aştiya navxweyî rêya herî biewle ye’

Bakirhan diyar kir ku di demekê li Rojhilata Navîn şer û pevçûn mezin dibin de hewceye aştî û çareseriya li Tirkiyeyê were mezinkirin û wiha got: “Divê em dersan bo xwe ji şerê Îran û Îsraîlê bigirin û aştî û îradeya çareseriyê xurt bikin. Rêya herî bi ewle, avakirina aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Parolaya me jî bêhtir demokrasî, bêhtir edalet û bêhtir azadî ye. Herêm û Tirkiye tenê dikare bi jiyaneke demokratîk û wekhev bi hizûr bibe.”

‘Birêz Ocalan reçeteya Rojhilata Navîn nivîsandiye’

Bakirhan destnîşan kir ku Tirkiye bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikare ji tofanên heyî xwe xelas bike û wiha axivî: “Bi avakirina komara demokratîk dê bikare xwe xelas bike. Perspektîfa birêz Ocalan pêşkeşî kongreya PKK’ê kirî, perspektîfa ewlehiya hemû gelên vê erdnîgariyê ye. Birêz Ocalan gotibû ku jehrkuja pevçûnên Îsraîl-Filistînê û şerên netewe dewletan, konfederalîzma demokratîk e. Ev model dikare pirsgirêkên piralî yên Rojhilata Navîn bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bike. Bi vê perspektîfê dikare îstîqrar û hizûr were. Yên di hundirê xwe de nikarin demokrasiyê ava bikni, belayê dikişînin ser xwe. Li Îranê tu derdorên civakî jê xweş nînin. Çareserî di şer û înkarê de nîne. Çareserî, rejîmeke demokratîk e ku gel û baweriyan wekhev dibîne. Ji bo Îranê rêya sêyemîn ev e. Divê Îsraîl jî dev ji pozîsyona bêîstîqrarkirina Rojhilata Navîn berde. Îsraîl nikare bi êrişkirina welatên din ewlehiya xwe biparêze. Ewlehî, di aştiyê de ye. Di hizûr û demokrasiyê de ye.”

‘Birêz Ocalan xefikê têk biriye’

Bakirhan da zanîn ku divê êdî ji bo pêvajoya aştiyê gav bên avêtin û bi hesabên siyasî yên rojane re kesek nikare xetereyên jeopolîtîk ji holê rake. Bakirhan anî ziman ku yên li pey hesabên biçûk û hesabên hilbijartinê dikevin, dê di behra Rojhilata Navîn de bê pisûle bimînin. Bakirhan got ku nêzikatiya di çarçoveya ewlehiyê de ya li dijî pirsgirêka Kurd dê bibe xeletiya herî mezin û got ku bi banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê re ev xefik hatiye têkbirin.

Bakirhan axaftina xwe wiha domand: “Di demeke Rojhilata Navîn dişewite de divê em kêşeya winda bike-winda bike veguherînin kêşeya qezenc bike-qezenc bike. Rêya vê jî avakirina rejîmeke demokratîk û lihevkirina bi Kurdan re ye.”

‘Divê Ocalan azad bibe’

Bakirhan diyar kir ku dê di rojên pêş de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê bidin û ev yek anîn ziman: “Ji bo mezinbûna aştiyê divê rêya Îmraliyê ji her kesî re vekirî be. Divê birêz Ocalan bikare bi hemû derdoran re hevdîtinê bike. Dê ev hevdîtin ji bo Tirkiyeyê sûdewer bin. Rêberê gelekî yê 20 sal berê ev pêvajo texmîn dikir di girtîgehê de ye. Divê bi rastî jî êdî birêz Ocalan azad bibe.

Birêz Ocalan demekî kin berê got ‘ez dikarim pêvajoyê bikişînim ser zemîneke hiqûqî û siyasî.’ Her kesî digot ‘gelo ew qudreta wî heye?’ Di demekî kin de bi gotina xwe kir û li ser soza xwe ma. Lê gelo ev cisareta îktîdarê heye? Em bang li îktîdarê dikin ku xwedî cisaret be û qenciyeke mezin li Tirkiyeyê bike.”

Hevdîtinên ji bo yekitiya neteweyî

Bakirhan bi bîr xist ku di dawiya hefteyê de li Amedê bi partiyên Kurd re hevdîtinên pir baş pêk anîne û van hevdîtinan weke “dîrokî” pênase kir. Bakirhan got ku partiyên Kurd bi çareseriyê re ne û di mijara aştiyê de xwedî îrade ne. Bakirhan diyar kir ku lihevkirina partiyên siyasî yên Kurd, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê hêvî ye.

Komîsyona aştî û civaka demokratîk

Bakirhan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di şikestineke wiha dîrokî de betlaneya aştî û çareseriyê nabe. Divê Meclis tavilê ‘Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk’ ava bike û berpirsyartiya xwe bicih bîne. Divê ev komîsyona mîmara avakirina aştiyê be. Werin em avakirina komîsyonê nevehêlin û hêviya aştiyê mezin bikin.

Mafên gelê Kurd

Banga 27ê Sibatê û daxuyaniya kongreyê ya PKKê hêviyek mezin da gelên Tirkiyeyê. Êdî tu hukmê tundî û çekê ya li dijî mafên gelê Kurd û demokratîkbûnê nîne. Êdî her kes dibêje ku bila tavilê demokrasî û aştî bê.”

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîÎranÎsraîlTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

4 ADAR 2026
CENTCOM: Zêdetirî 1700 hedefên Îranê hatin lêdan

CENTCOM: Zêdetirî 1700 hedefên Îranê hatin lêdan

4 ADAR 2026
Îsraîl: Fermandarê Hêza Qudsê hate kuştin

Îsraîl: Fermandarê Hêza Qudsê hate kuştin

3 ADAR 2026
Îran: Ger êriş bidomin em ê navendên aboriyê hedef bigirin

Îran: Ger êriş bidomin em ê navendên aboriyê hedef bigirin

3 ADAR 2026
Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

3 ADAR 2026
Civîna Konseya Pisporan a Îranê hate bombebarankirin

Civîna Konseya Pisporan a Îranê hate bombebarankirin

3 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerê Îran û Îsraîlê di roja 4yemîn de ye: Êrişên hevdem, moşekên nû, Hurmiz û nîqaşa şerê bejahî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: Mudaxeleya Ocalan a Sûrî û nêrînên wî yên li ser qeyrana Rojhilata Navîn – 7

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axîos: Washington rola Kurdan di qonaxa nû de dinirxîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye biryarên DMMEyê nas nake 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji jinên girtî re fularên 8ê Adarê şandin: Ruhê 8ê Adarê di nava diwaran de nayê sekinandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sûrê çalakiya li dijî GESê: Guleyên plastîk li gel reşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (125)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne