Gelê Cizîrê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Tişrînê berê xwe dan Bendava Tijrînê. Gel gihiştin Bendava Tişrînê. Dewleta Tirk, piştî ku gel gihişt bendavê, derdora bendavê bombebaran kir.
Bi sedan kes, di 10ê kanûnê de ji Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Hesekê, Şedadê û Amûdê çûn kantona Tebqayê. Gel vê siharê jî ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk çû Bendava Tişrînê. Gelê ku gihişt bendavê, beşdarî nobetdaran bûn. Piştî ku gelê herêmê beşdarî nobetê bûn, balafirên şer gelek cihên derdora bendavê bombebaran kirin.
Beriya 4 rojan girseya gel ji kantonên Reqa, Tebqa, Firat û Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ketin û bi dorê li bendavê nobedariyê dikin da ku ji êrişên dewleta Tirk biparêzin. Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk êrişî karwanê sivîlan kirin, di êrişê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û 15 jî birîndar bûn.