Li gorî daneyên Navenda Çavdêriyê Ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SHOR) balafirên şer ên Israîlê debopên çekan ên rejîma Sûriya ya Lazkiye û Tartusê bombe kir.
Hêzên leşkerî yên Isralîlê piştî HTŞê rejîma Esad hilweşand, li gelek bajarên Sûriyeyê qadên leşkerî û cebilxaneyên çekan bombe kirin. Balafirên şer ên Israîl depo û cebilxaneyên leşkerî kir armanc û di van êrîşên hewayî de gelek cebilxane tune kir.
Li gorî daneyên SOHRê balafirên şer ên Israîlê di sala 2024an de 170 caran êrîş kir. Artêşa Israîlê bi giştî 144 êrîşên hewayî û bejayî pêk anî. Dîsa 26 caran êrîşa roketan pêk anî. Di êrîşan de 312 nokteyên cebilxaneyan tune kirin. di van êrîşan de heta niha 416 leşker hatin kuştin û 286 kes jî birîndar bûn.