Balafirên şer ên dewleta Tirk di danê êvarê de gundê Mijê yê ser bi bajarokê Amêdiyê ve bombebaran kir.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, di danê êvarê de balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Mijê yê ser bi bajarokê Amêdiyê yê li sînorê parêzgeha Dihokê ve bombebaran kir. Heta niha têkildarî zerer û ziyanên bombebaranê de tu agahî nehatine belavkirin.