Balafirên şer ên Tirkiyeyê bi SÎHAyan bajarê Sirînê û derdora bendava Tişrînê bombebaran kir.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê bajarê Sirînê bombebaran kir. Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), di saetên êvarî de duriyana bajarê Sirînê bombebaran kir. Der barê zirarên pêk hatin de tu agahî nehatin parvekirin.
Li aliyê din balafira şer a SÎHAyê derdora bendava Tişrînê topbaran kir. Artêşa Dewleta Tirkiyeyê û komên paramîlîter derdora Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kir.