Balafirên şer ên dewleta Ûris li Helebê nexweşxaneya zanîngehê bombe kir. Di êrîşa hewayî ya li dijî nexweşxaneyê de 12 mirov mirin û 23 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê parve kir, balafirên şer ên dewleta Ûris li Helebê nexweşxaneya zanîngehê bombe kir. Di êrîşa hewayî de 12 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn. Balafirên şer ên Ûris taxên El-Îza’a, taxa El-Furkan, Stadyuma Şaredariyê, El-Ramousa, El-Safirah, Nexweşxaneya Zanîngehê, avahiya Zanîngeha Helebê, Qada Sa’adallah El-Cabrî û Şeyh Neccar bombebaran kir. Di êrişên hewayî ye 12 kes mirin û 23 kes jî birîndar bun.
Li Idlibê di êrîşa hewayî de 8 kes mirin
Balafirên dewleta Ûris li Idbilê bombe barandin. Di êrîşa hewayî de 2 zarok, 1 jin bi giştî 8 kes hatin kuştin.