Çavkaniyeke ewlekariyê ragihand ku Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê û bi taybet nêzîkî Kampa Vîktorya û baregeha dijîterorê hatin bombekirin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê çavkaniyeke ewlekariyê diyar kir ku Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê û bi taybet nêzîkî Kampa Vîktorya û baregeha dijîterorê hatin bombekirin. Çavkaniyê da zanîn ku cihê bombebaranê hê nehatiye zanîn û ev agahî da: “Lêkolîn tê kirin ku ji bo bizanin êriş bi balafirên bêmirov yan mûşekan pêk hatiye.”
Li aliyê din Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê hate bombekirin û bi taybet nêzkî Kampa Vîktorya ku leşkerên Amerîka tê de ne û Baregeha Dijîteror ya Iraqê jî li wir e.













