Amed – Nivîskar Harûn Akkûl derbarê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara fesixkirinê ya PKKê de got ku “Banga 27ê Sibatê ji bo Rojhilata Navîn ronesans e” û destnîşan kir ku çiqas xwe bi rêxistin bikin wê ev pêvajoya çareseriyê ewqas zû bi aştiyê bi dawî bibe.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî re parve kir. Piştî vê bangê PKKê agirbest îlan kir. PKK ku di navbera 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12emîn lidar xist, di 12ê Gulanê de ragihand ku ew ê biryarên ji bo “têkoşîna bêçek” û “fesîxkirinê” weke destpêkeke nû binirxînin. Nivîskar, Dîroknas û Civaknas Harûn Akkûl derbarê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara fesixkirin û çek berdanê ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji ajansa me re axivî.
‘Banga Birêz Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn pir muhîm e’
Harûn Akkûl bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Banga Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tişteke pir muhîm e, gaveke nû ye. Di Rojhilata Navîn de peyvên demokrasî, aştî gelek zêde nayên bikaranîn. Lê Rêberê Gelê Kurd di Rojhilata Navîn de van têgehan bikartîne. Li Rojhilata Navîn her tişt li ser şer dimeşe. Tu li Filistîn, Lubnan, Yemenê dinêrî şer heye û kes qala demokrasî û aştiyê nake. Ji ber wê tişteke pîroz e. Niha cîhan hemû pirsgirêka kurd dinêre heta Çînê, Rûsya, Neteweyên Yekbûyî li her cihî ev banga Serokê Gelê Kurd pir cidî digirin.”
‘Di dîroka serhildanên Kurdistanê de cudatiya PKKê heye’
Harûn Akkûl derbarê têkoşîna 47 salan a PKKê û biryara wê ya xwe fesixkirinê de axaftina xwe wiha domand: “Di dîroka serhildanên Kurdistanê de jî cudatiya PKKê û serhildanên din heye. Çawa heye? Di serhildanên Kurdistanê de bernameyek, fikirîna zanistî nîne. An dijmin bi ser wan de çûye bersiv dayîne. Bernameyek, rêziknameyeke wan tune ye. Di PKKê de feraseta neteweyî bêtir pêş ketiye. Her tişt bi bernameyekê dimeşe. Ji sala 1978an ve PKK xwe nû dike û bernameyeke wê heye. Serhildana PKKê ne tenê serhildaneke çekdarî ye. Çekdarî aliyê wê yê pir biçûk e. Di nav de ekolojî, wêje, huner, zanîst, pirsgirêka jinê heye. Aliyê çekdarî jî ji bo ku ev tiştên min gotin biparêze heye.”
‘Banga 27ê Sibatê ji bo Rojhilata Navîn ronesans e’
Harûn Akkûl destnîşan kir ku gelê Kurd niha di Rojhilata Navîn de roleke girîng dilîze û wiha pê de çû: “Niha bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn kes gavan naavêje. Hem Ingilistan, hem Rûsya, Amerîka, Çîn, ji ber wê ev pêvajo pîroz e. PKK xwe her tim nû dike, xwe nû ava dike. Li gorî min PKK di Rojhilata Navîn de hinekê kêm dimîne. Bi navê Partiya Karkerên Kurdistanê kêm dimîne. Ji ber li Rojhilata Navîn rengên cuda milet hene, her rengek, cudatiyek azadî ye. Ji ber wê ev nav kêm dimîne. Ji ber ku Kurd pêşengtiya Rojhilata Navîn dikin. Di Rojhilata Navîn de Ereb, Çerkez, Suryanî hene. Hem ji aliyê baweriyan hem jî ji aliyê netewan pir reng e. PKK têra wan nake. Di pratîkê de têr dike. Ji hêla ekolojiyê, pirsgirêka jinê ji hêla aborî û demokrasiye ve têr dike. Carna di çapemeniyê de gelên din dibêjin ‘Nebêjin Rêberê Gelê Kurd, Rêberê gelan e’ çima? Ji ber ku ew xwe di hebûna kurdan de di hebûna Rêber Apo de dibînin. Banga 27ê Sibatê ji bo Rojhilata Navîn ronesans e.”
‘Em çiqas têbikoşin dê ewqas demokrasî pêk were’
Harûn Akkûl têkildarî gavneavêtina dewletê ya di pêvajoya heyî de ev tişt gotin: “Di dîroka dewleta Tirk de ev tişt me gelek caran dîtine. Li Milazgira Mûşê hatin gotin ‘Em ê îslamê qebûl bikin bila ola me bibe yek, em ê bibin xwişk û birayên hev, cih bidin me’ Kurdan wê demê jî cih da wan lê pişt re ji van gotinên xwe zivirî ne. Di şerê Çanakkaleyê de, şerê xelasiya dewleta Tirk de Ataturk geriya li Sêwas û Erziromê bi mîr û eşîretên kurdan re hevdîtin kirin, piştî şer xelas bû gotinên xwe pêk neanîn û dest bi qirkirina Kurdan kirin. Dîroka wan pir nepaqij e. Çima nikarin xwe biguherînin? Ji ber ku hebûna xwe li ser tunekirina Kurdan ava kirine. Ji ber wê veguherîna wan pir zor e. Heta niha gotine kurd tune ne, yên din tune ne, tenê tirk hene. Ji ber wê hinekê zehmetî dikişinin lê em ê pêşengtiya vê ji wan re bikin. Em dibêjin em gavekê biavêjin ku werin demokrasiyê, heke xwe bi xwe nayên demokrasiyê. Heke em têbikoşin dê werin wê merheleyê. Heta niha civaka xwe pergala xwe wiha avakirine. Niha jî Rêberê Gelê Kurd gavek avêtiye. Ew xwe hazir jî nabînin. Ji ber ku xwe amade nekirine. Ji ber wê em çiqas têbikoşin dê demokrasi ewqas pêk were. Divê ew jî xwe biguherînin heke neguherînin dê xelas bin. Dewlet Bahçelî ev yek dîtiye. Ev guhertin mecbûrî ye. Dibêje em bi Kurdan re li hev nekin em ê têk biçin.”
‘Em xwe çiqas bi rêxistin bikin em ê ewqas zû encam bigirin’
Harûn Akkûl di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Her barî bidin ser milê Rêberê Gelê Kurd jî neheqiyeke. Di tecrîdê de di zindanê de ye. Ji bo ku Rêberê Gelê Kurd rehettir bixebite û barê wî sivik bibe herkes hestiyar be. Li gorî vê çalakiyan li dar bixin, vê pêvajoyê bidin fêmkirin. Em xwe çiqas bi rêxistin bikin ewqas zû dê encam bigire. Lê heke em parçekirî bin, em ne birêxistin bin dibe ku ev pêvajo negihije armanca xwe. Divê em bibin yek û rêxistinkirina xwe xurt bikin ku em encamekê bi dest bixin.”
‘Gotina Rêberê Gelê Kurd ji Rojhilata Navîn re ronahiyek e’
Harûn Akkûl bal kişand ser hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi biraziyê xwe Omer Ocalan re kiribû û wiha bi lêv kir: “Wexta Rêberê Gelê Kurd bi malbata xwe re hevdîtin kir got ku ‘Hêza min heye ku ez şer bidim sekinandin.’ Ji bo ku ev kar biçe serî, çareser bibe, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bi dawî bibe. Divê bi herkesê re bi çapemeniyê re hevdîtinê bike. Diyalog çêbibe û azad bibe. Di hucreyekê de pêvajo nameşe ji ber ku şertên wekhev nînin. Di destê dewletê de her derfet heye. Lê Rêberê Gelê Kurd di hucreyê de ye. Hefteyê carekê an mehê carekê 20-30 deqîqet hevdîtinekê dike. Ji ber wê divê ewilî azad bibe. Pişt re divê girtiyên nexweş û hevalên me yên cezayên wan xelas bûne bên berdan. Da ku gelê Kurd ji samîmiyeta dewletê bawer bike. Divê ji hêla hiqûqî ve jî gav bên avêtin. Ji ber ku tiştên niha tên kirin korsanî ne. Bingeheke wê ya hiqûqî nîne. Sibê dikare van tiştan înkar bike. Di pêvajoya sala 2013-2015an de Recep Tayîp Erdogan derket got ‘Xebera min ji Mutebeqata Dolmabahçeyê nîne.’ Ji ber vê yekê divê ewilî Rêberê Gelê Kurd derkeve bi civakê re hevdîtin bike ji çapemeniyê re hevdîtin bike, bi aqilmendan re hevdîtin bike. Divê her tişt bi zelalî û hiqûqî çêbibe. Gotina Rêberê Gelê Kurd ji Rojhilata Navîn re ronahiyeke.”
‘Divê qanûna destûra bingehîn biguhere’
Harûn Akkûl diyar kir ku divê Tirkiye qanûna destûra bingehîn biguherîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê destûra bingehîn were guhertin. Zimanê Kurdî, statuya kurdî tê de hebe. Di dîroka Tirkan de jî navê vê erdnîgariyê Kurdistan e. Sed sal in înkar dikin lê çareser nebûye. Heta du sed sal in ev pirsgirêk heye. Baweriya me bi me heye. Baweriya me bi rêxistin û gelê me heye. Em çiqas xwe bi rêxistin bikin wê ev pêvajoya çareseriyê bi aştiyê bi dawî bibe.”
Harûn Akkûl kî ye?
Harûn Akkûl di sala 1986an li Amedê hatiye dinê. Dibistana sereteyî, navîn û lîse li Amedê xwendin. Pişt re dema li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê beşa Mamostetiya Dîrokê dixwend ji ber sedemên polîtîk hate girtin û 7 salan di girtîgehê de hate ragirtin. Dû re beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Stenbolê xwend û ji wir mezûn bû. Di Kovara Demokratîk Ûlûs û rojnameya Azadiya Welat de nivîs nivîsandin. Pirtûka wî ya ewil bi navê “Navê te Qedexe ye” di cotmeha 2020an de ji Weşanên Tevnê derket. Endamê Yekitiya Nivîskarên Kurdistan û PENa Kurd a Navnetewî ye. Her wiha di bin navê PENa Kurd de têkildarî Wêjeya Girtîgehê xebat meşandin. Pirtûka wî ya bi navê “Dîroka Serhildanên Kurdistanê” jî di sala 2024an de ji Weşanên Sîtavê derket. Nivîskar Harûn Akkûl li Amedê dijî.