Di panela “Zimanê Kurdî” de ku di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê de tê lidarxistin, bal kişandin ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokartîk”. Di panelê de dan zanîn ku divê pêvajo bibe wesileya azadbûna zimanê Kurdî û gotin ku barê herê mezin li ser milê siyasetmedaran e.
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku bi dirûşma “Em rêya aştiyê bi hunera azad re dihonin” tê lidarxistin, di roja 10an de didome. Di çarçoveya mîhrîcanê de Komeleya Çand û Zimanê Kurdî ya Medyayê (MEDYA-DER) û Şaredariya Tetwanê bi hevkarî panela “Zimanê Kurdî” li dar xistin. Panel, li hewşa Konservatûarê ya Şaredariya Tetwanê hat lidarxistin û li hewşê pankarta “Statû ji bo zimanê Kurdî û statû ji bo hebûna Kurdî” hat daliqandin. Panela ku nivîskar û rojnameger Hogir Berber moderatoriya wê kir, nivîskar Mûhsîn Ozdemîr, nivîskar û rojnameger Roza Metîna û nivîskar û siyasetmedar Sûltan Yaray weke panelîst cih girtin. Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Bedlîsê Huseyîn Olan, Hevşaredara Tetwanê Belkîza Beştaş Epozdemîr, endamên saziyên sivîl û gelek zimanhez tev li panelê bûn.
‘Dîrok bêyî ziman nabe’
Nivîskar Mûhsîn Ozdemîr bal kişand ser têkiliya ziman û dîrokê û got ku dîrok lêkolînkirina zemanên bihûrî ye. Mûhsîn Ozdemîr, diyar kir ku dîrok bêyî ziman nabe û got: “Dîrok ew e ku bi zimanekî û nivîskî, li gorî rê û rêbazan hatiye tomarkirin. Em mecbûr mane ku dîroka xwe bi zimanê xelkî hîn bibin. Heredot geriya ye û nivîsandiye. Bêşansiya me ew e ku em bi ziman û feraseta wan hînî dîroka xwe bûne. Heredot li gel dijminên Kurdan yên wî çaxî maye û di gelek mijaran de behsa me Kurdan kiriye. Heke em têkiliya ziman û dîrokê nebînin em nikarin fêm bikin. Em di binê dîrokê de nemane û em weke şewqekê dixûyin. Tirkî, Erebî û Farsî dikarin xwe li ser zimanê Kurdî ava bikin, lê Kurdî nikare xwe li ser van zimanan ava bikin. Ji ber ku zimanê me gelekî dewlemend û kevnar e.”
‘Divê plansaziyên ji bo Kurdî bên aşkerekirin’
Nivîskar û siyasetvan Sûltan Yaray behsa siyaset û ziman kir. Sûltan Yaray, da zanîn ku ji Îtîhat Terakkî heta niha tundî û qirkirineke mezin heye û li hember zimanê Kurdî polîtîkayên bişaftinê dimeşînin. Sûltan Yaray, destnîşan kir ku li Kurdistanê bi hezaran dibistanên Tirkî heye û yek jî Kurdî nîne. Sûltan Yaray, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em hêvî dikin ev polîtîkayên li ser zimanê Kurdî rabin û ev pêvajoye bibe sedema azadbûna Kurdî. Ji bo vê yekê jî bar dikeve li ser milê siyasetmedarên Kurd. Tevî ewqas polîtîkayên bişaftinê jî ji ber ku zimanekî gelek dewlemend e heta îro li ber xwe daye. Pêşiyê siyasetmedar dû re saziyên me divê plansaziyên xwe yên ji bo zimanê Kurdî eşkere bikin. Ev ziman ne zimanekî wisaye ku em paşguh bikin.”
‘Çapemeniya Azad keda civakê derdixe pêş’
Rojnameger û nivîskar Roza Metîna jî behsa têkiliya rojnamegerî û ziman kir. Roza Metîna, anî ziman ku qada rojnamegeriyê qadeke têkoşînê ye û bi taybetî jî çapemeniya azad. Roza Metîna, şehîdên çapemeniya azad bi bîr anî û got: “Em hemû xebatkarên Çapemeniya Azad yên jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bi bîr tînin û em ê mîrateya wan xwedî derkevin. Çapemeniya Azad, keda civakê derdixe pêş. Êrîşek sîstematîk li ser zimanê Kurdî heye. JINNEWS, Ajansa Mezopotamya, Ajansa Welat ku xwerû Kurdî ye, Rojnews û ANHA ajansên Çaplemeniya Azad in û gelek caran beşên Kurdî yên Çapemeniya Azad tên astengkirin. Ew jî dizanin ku medya dikare teşeyekê bide civakê, lewma hertim dibe hedef. Keda çapemeniyê ya bi zimanê dayikê peywireke mezin û pîroz e. Medyaya alîgir ya dewletan bi awayekî zayendî û nîjadperest weşanê dikin û ev yek tundiya li se jinê û civakê zêde dike. Ev ziman civakê ji hev vediqetîne û nakokiyan çêdike. Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk” destpêkiriye, lê hêj jî êrîşên li ser rojnamegeran berdewam dike. RolekeÇapemeniya Azad jî teşîrkirina polîtîkayên şerê taybet e, lewma hedef tên girtin.”