Baregeha hêzên Haştî Şabî yên li nêzîk Kerkûkê bi balefirên şer hate bombebarankirin. Komên Haştî Şabî biryar dabûn ku ji bo piştgiriya Îranê li dijî Îsraîl û DYAyê şer bike û çend caran bi dronan êrişî Balefirgeha Hewlêrê kiribûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî Baregeha Haştî Şabî ya li nêzîk Kekûrkê ji hêla balefirên şer ve hate bombebarankirin. Çavkaniyan anî ziman ku deqînên mezin li baregehê çêbûne û di encamê de xisarek mezin pêk hatiye. Çavkaniyan anî ziman ku hêj derbarê windahiyên mirovîn de agahiyên zelal nehatine bi destxistin.
Êriş ji vir dihatin organîzekirin
Bi armanca piştgiriya Îranê êrişên li dijî Balefirgeha Hewlêrê û Başûrê Kurdistanê li vir dihatin organîzekirin. Di encama êrişên bi dronan ên ji vir rabûyîn xisarek mezin li Balefirgeha Hewlêrê pêk hatibû. Li gorî çavkaniyan bi vê bombebardimanê peyama hişyariyê ji Haştî Şabî û Hikûmeta Îraqê re hatiye şandin.













