Paytexta Iraq Bexdayê bi dijwarî hate bombebarankirin, di encamê de Cîgirê Berpirsê Karûbarên Iraqê yê Artêşa Pasdaran a Îranê ligel pênc şêwirmendê pasdaran hatin kuştin.
Li gor medyaya navxweyî ya Iraqê, di saetên îro êvarê de gelek baregehên Haşdî Şabî yên li devera Cadiriye ya Bexdayê bi dijwarî hatin bombebarankirin.
Li gor agahiyên di medyaya Iraqê de hatine belavkirin, di encamê de Cîgirê Berpirsê Karûbarên Iraqê yê Artêşa Pasdaran ya Îranê ligel pênc şêwirmendê pasdaran hatin kuştin.
Her wisa hate ragihandin ku li gelek deverên Bexdayê dengê teqînên mezin hatine bîhîstin, lê nehat zanîn dengê teqînan bombebaran bû an na.













