Baroya Amedê derbarê kesên ku cezayên xwe temam kirine û serbest hatine berdan de daxuyaniyek da û bal kişand ku “Parvekirinên ku kesên xwedî naverokên sexte hedef digirin, nefretê dihewîne û aştiya civakî tehdît dike divê cidî neyê girtin.”
Baroya Amedê têkildarî hin îdîayên derew ên der barê welatiyên ku li gorî qanûna bi hejmara 5275an cezayên xwe yên li ser înfaza ceza û tedbîrên ewlehiyê temam kirine û li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ên derbarê betalkirina xalên 220/6 û 314/3 yên Qanûna Ceza ya Tirk de hatine berdan de daxuyaniyek nivîskî weşand.
‘Feraseteke şaş tê afirandin’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser îdîayên şaş ên hin hesabên medya sanal û saziyên çapemeniyê yên derbarê welatiyên ku cezayên xwe temam kirine û li gorî qanûna bi hejmara 5275an a li ser înfaza ceza û tedbîrên ewlekariyê hatine berdan, hatine kirin. Hate diyarkirin ku sûcê nefret û cihêkariya raya giştî hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser betalkirina xalên 220/6 û 314/3 yên Qanûna Ceza ya Tirk û hat destnîşankirin ku posteyên şaş û hedef nîşandanê di nava raya giştî de tê bikaranîn Di danezana encamê de hat ragihandin ku cezayên muebbetê û girankirina muebbetê ji hev cuda li gorî xalên 47 û 48emîn ên Qanûna Ceza ya Tirk tên sererastkirin û dema hukmên serbestberdana bi şert werin bikaranîn, serbestberdan jî qanûnî ye.
‘Divê rewşa hiqûqî nebe mijara nîqaşê’
daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: “Rewşa hiqûqî ya welatiyên piştî temamkirina cezayên girtîgehê yên di qanûnê de hatine berdan, li gorî rêgeza qanûnî ya sûc û cezayan, li gorî mewzûatê tê birêvebirin û li gorî pêşniyara ti rêzikname û îdîayên taybet ti îmtiyazê nagire. Wekî din, niha gelek girtî hene ku tevî cezayê xwe qedandine jî ji ber sedemên kêfî nikarin ji hukmên serbestberdana bi şert sûdê werbigirin. Her wiha divê rewşên girtin û mehkûmiyetê bi hev re neyên tevlihevkirin. Girtina di rewşên îstîsnayî de dikare bê sepandin, lê belê di mijara mehkûmiyetê de temamkirina ceza û pêkanîna hukmên serbestiya bi şert, pêwîstiyeke hiqûqî ye. Ji ber vê yekê, du rewşên hiqûqî yên cuda divê ji derveyî çarçoveya berhevdanên neheq neyên gotûbêj kirin. Weke Baroya Amedê em careke din destnîşan dikin ku her kes li pêşberî hiqûqê wekhev e, maf û azadiyên bingehîn neyên binpêkirin û dewleta hiqûqê û edalet ji bo her kesî esas e. Di heman demê de em bi rêzdarî ji raya giştî re radighînin ku pêwîst e bawerî neyê dayîn parvekirinên ku kesên xwedî naverokên sexte hedef digirin, nefretê dihewîne û aştiya civakî tehdît dike.”