Baroya Amedê ji bo ku Nevzat Bahtiyar ê di kuştina Narîn Guran de ji sûcê “delîl veşartine” 4 sal û 6 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn ji sûcê “Bi hevkarî zarok biqesdî kuştin e” were cezakirin, serî li Dadgeha Îstînafê da.
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21ê Tebaxa sala 2024an de li gundê Çûlî yê ser bi navçeya Rezana Amedê ve winda bû û cenazeyê wê piştî 18 rojan di 8ê Îlonê de hate dîtin. Di doza kuştina Narîn Guran de biryar di 28ê Kanûnê de hate dayîn. Dadgehê, ji ber sûcê “bi hekarî zaro biqesdî kuştin e” cezayê muebeda girankirî da dayika Narînê, Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran û apê wê Salîm Guran. Her wiha ji ber sûcê “tunekirin, veşartin û guherandina delîlan” jî 4 sal û 6 meh cezayê hepsê da bersûc Nevzat Bahtiyar.
Baroya Amedê ji bo ku Nevzat Bahtiyar ê ji sûcê “delîl veşartine” 4 sal û 6 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn ji sûcê “Bi hevkarî zarok biqesdî kuştin e” were cezakirin, serî li Dadgeha Îstînafê da.