• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Erzîngan bi pileya 4 erd hejiya

    Hat îdiakirin ku girtî Çevîren xwe kuştiye

    Hat îdiakirin ku girtî Çevîren xwe kuştiye

    Li Zaxoyê komek dizên ji Tirkiyeyê hatin girtin

    Li Zaxoyê komek dizên ji Tirkiyeyê hatin girtin

    Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    Mehmûd Xelîl: Wê sibe 400 dîlgirtî bên berdan

    Amadekariyên pevguhertina koma çaremîn a dîlgirtiyan dest pê kir

    Fîdan: Divê em ji vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê re amade bin

    Fîdan: Divê em ji vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê re amade bin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Erzîngan bi pileya 4 erd hejiya

    Hat îdiakirin ku girtî Çevîren xwe kuştiye

    Hat îdiakirin ku girtî Çevîren xwe kuştiye

    Li Zaxoyê komek dizên ji Tirkiyeyê hatin girtin

    Li Zaxoyê komek dizên ji Tirkiyeyê hatin girtin

    Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    Mehmûd Xelîl: Wê sibe 400 dîlgirtî bên berdan

    Amadekariyên pevguhertina koma çaremîn a dîlgirtiyan dest pê kir

    Fîdan: Divê em ji vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê re amade bin

    Fîdan: Divê em ji vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê re amade bin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Baroya Amedê ji bo sekinandina êrişan bang li NYyê kir

Navenda Nûçeyan / AW

12 KANÛN 2024 - 16:25
Kategorî: ROJANE
A A
Baroya Amedê ji bo sekinandina êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir û got: “Mafê jiyanê yê sivîlan misoger bikin û ji bo aştiyeke mayinde gavên şênber biavêjin.”

Baroya Amedê têkildarî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Daxuyanî, bi sernavê “Divê êrişên ser sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jîngehan bên bidawîkirin” hate weşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi hilweşîna rejîma BAASê re ji bo gelên Sûriyeyê serdemeke nû dest pê dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo gelên, rejîmê berê wan dabû hev di nava demokrasî û aştiyê de bijîn hewceye hêzên herêmî û saziyên navneteweyî bingeheke pêwîst ava bikin. Bi domdarî hate gotin ku bi valahiya heyî re li ser jîngehên sivîlan, nexweşxane û qadên cemaweriyê êriş dest pê kirine û di van êrişan de gelek zarok û jinan jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran kes bi darê zorê ji warên xwe hatine kirin, gelek birîndar hatine înfazkirin. Hat gotin ku niha tekane herêma ku Kurd, Tirkmen, Ereb û neteweyên din lê biewle dijîn Rojava ye û wiha hate gotin: “Lê niha gefa êrişeke mezin li ser heye. Rawestandina êrişên ser gelên Rojava, parastina mafê jiyanê, ewlehiyê û pêşwazîkirina pêdiviyên însanî yên sereke, yek ji berpirsyartiyên sereke ya hiqûqa navneteweyî û raya giştî ye.”

Ji bo ewlehiyê divê tevdîrên pêwîst bên girtin

Baroya Amedê, destnîşan kir ku bidawîkirina êrişan ne tenê mecbûriyeteke hiqûqî lê di heman demê de berpirsyartiyeke exlaqî ye. Baroyê, got ku mezinkirina piştevaniya navneteweyî, xurtkirina mekanîzmayên hesabpirsînê û gavên ji bo pêşîlêgirtina pevçûnan tên avêtin, pir girîng in. Baroyê, diyar kir ku divê pêşiya alîkariya bi xelkê herêmê re were vekirin, ji bo ewlehiyê tevdîrên pêwîst bên girtin û sivîl li herêmên biewle bên veguhestin.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Divê êriş tavilê bên sekinandin û rêyên guftûgo û muzakereyan ên bi Kurdan re ku aktorên herî xurt ên Sûriyeyê ne, bên vekirin. Biryarên îro tên dayin dê bingeha rêyên çareseriyê ava bike û bibe bingeha aştiyeke mayinde. Weke Baroya Amedê em bang li Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye û saziyên din ên navneteweyî dikin ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bi erk û berpirsyartiyên xwe rabin, mafê jiyanê yê sivîlan misoger bikin û ji bo aştiyeke mayinde gavên şênber biavêjin.”

Etîket: Bakur û Rojhilatê SûriyêBaroya Amedêdaxuyanîêrişên dewleta tirkNeteweyên Yekbûyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Civîna PMê ya DEM Partiyê bi dawî bû

Civîna PMê ya DEM Partiyê bi dawî bû

12 NÎSAN 2026
‘Di girtîgehan de jiyan di xetereyê de ye’

‘Di girtîgehan de jiyan di xetereyê de ye’

10 NÎSAN 2026
Hevpeymana Hêzên Rojhilat têkildarî agirbestê peyamek da

Hevpeymana Hêzên Rojhilat têkildarî agirbestê peyamek da

10 NÎSAN 2026
Dayikên Aştiyê yên Îranê banga ‘rawestandina şer’ kirin

Dayikên Aştiyê yên Îranê banga ‘rawestandina şer’ kirin

9 NÎSAN 2026
Li Amed û Dîlokê bi boneya Roja Parêzeran daxuyanî hatin dayîn

Li Amed û Dîlokê bi boneya Roja Parêzeran daxuyanî hatin dayîn

6 NÎSAN 2026
Ji DFG û MKG bi boneya Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyanî

Ji DFG û MKG bi boneya Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyanî

6 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Tedawîya Zeynep Cansiz dewam kena

    Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarşema Serê Nîsanê: Cejna şahî, reng û jiyana nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên MEBYA-DERê: Divê meşa Gemlîkê bibe wesîleya azadiya Serokatî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî gefên li ser malbata Rojîn Kabaîşê daxuyanî hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Seroka Şaredariya Kobanê Romî: Em dê ji bo Kobaniyê bixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwan Îso: Di demeke nêzîk de koçberên Serêkaniyê jî dê vegerin cih û warên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê berfa Nîsanê: Kulîlkên daran ji sermayê dişewitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (473)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne