Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Trump, Tom Barrack piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû re, îro jî li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan re di çarçoveya dosyaya Sûriyeyê de hate cem hev.
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Trump, Tom Barrack duh li Qudîsê di çarvoveya dosyaya Sûriyeyê de bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû re hatibû cem hev û di encama civînê de hatibû daxuyandin ku DYA û Îsraîl di mijara Sûriyeyê de hemfikir bûne. Li gorî çapemeniya Cihûyan jî Îsraîlê xetên xwe yên sor ji Barrack re ragihandine. Netanyahû li ser mijarê diyar kir ku DYA û Îsraîl têkildarî mijara Sûriyeyê hemfikir in û wiha got: “Em li ser gefên ji aliyê Sûriyeyê ve pêk tên rawestiyan. Her du welat jî xwedî daxwazin ku li dijî van gefan rawestin. Her wiha ji bo hevîtinên peymaneke ku van gefan bi tevahî ji holê rake jî em li hev hatin.” Li gorî nûçeyên di çapemeniya Cihûyan de derketin de jî çavkaniyên ewlehiyê anîn ziman ku piştî hevdîtina duh êdî her du alî jî dizanin ka dê çi bikin.
Barrack peyam gihandin Fîdan
Piştî Qudîsê Barrack îro jî vegeriya Enqereyê û bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hate cem hev. Hevdîtin hate ragihandin lê daxuyaniyek nehate dayîn. Hate zanîn ku di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê hatiye nirxandin û tê payîn ku daxwazên Îsraîlê bi Enqereyê re hatine parvekirin.
Erdogan: Em dizanin kî ji perçebûna Sûriyeyê sûd werdigire
Her çiqas Fidan daxuyaniyek nedabe çapemeniyê jî Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di konferansa bi sefîran re de axivî. Erdogan bi gotina, “Em dizanin ka kî ji perçebûna Sûriyeyê fayde digire” îşaret bi Îsraîlê kir. Erdogan di heman demê de bi awayekî neyekser gef li Kurdan jî xwar û wiha axivî: “Ku peymana 10ê Adarê bi cih neyê dê vegere qeyranê. Em di vî warî de şîretan dikin.” Daxuyaniyên Erdogan wekî bersiva hevdîtina Barrack a bi Netanyahû re hate nirxandin.












