Bavê Rojnameger Nazim Daştan Mehmet Alî Daştan û bavê Cîhan Bîlgîn Nesîm Bîlgîn ku ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin xwestin derbasî başurê Kurdistanê bibin, lê li ber deriyê sînorê Xabûrê tên sekinandin bertek nişan dan û gotin ku heta ew cenazeyên zarokên xwe negirin wê li wir bin.
Şandeya ji Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, bavê rojnamevan Nazim Daştan, bavê rojnamevan Cîhan Bîlgîn, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), MEBYA-DERê û Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin saet di 16.00ê 6ê Çile de hatin Deriyê Sînor ê Xêbûrê. Lê heyet ji duh (6ê çile) esir ve 24 saetin li ser sînor tên rawestandin û nikarin derbasî başûrê Kurdistanê bibin. Şande ji duh ve li nokteya kontrolkirina pasaportan bi hinceta “Sîstem nîn e” tên sekinandin.
‘Heta em cenazeyên zarokên xwe bigirin em li vir in’
Bavê Cîhan Bîlgîn Nesîm Bîlgîn bi lêv kir ku ew heta cenzeyên xwe nestînin wê li ser sînor bin û wiha got: “Ji duh ve em li vir sekinî ne. Di destpêkê de gotin X- Ray xera bûye. Pişt re jî gotin sîstem çûye. Lê erebeyên din berdidin me didin sekinandin. Em jî heta cenzeyên xwe nestînin em ji vir naçin. Em li benda agahiyê ne. Heta em biçin emê li vir bin. Heta xwîn di laşê me de hebe em ê li vir bin. Ez bang li wezînah dikim û dibêjin bila bihelin em biçin cenazeyên xwe bînin defin bikin. Zarokên me rojnameger bûn. Tu sucê wan jî tune bû. Bila cenazeyên me li wir nedin sekinandin û bihelin em biçin cenazeyên xwe bînin. Bila dawî li vê bêhiquqiyê bînin. Ew zilm e. Ew li dijî hiqûqê ye. Bêhiqûqiyê dikin. Li herdu aliyan erebe diçin û tên. Lê me didin sekinandin. Bila gelê me li ser pîyan bin. Em jî heta cenazeyên xwe bînin li vir in dixwazê bila mehekê jî bajo.”
‘Em cenazeyên xwe dixwazin’
Bavê Nazim Daştan Mehmet Alî Daştan jî anî ziman ku ew ji bo cenazeyê zarokên xwe bigirin hatine, lê bi hincetên cûda asten dikinê û ev tişt got: “Ji me re gotin hûn dikarin biçin cenazeyên xwe bînin. Lê niha jî bi hincetên keyfî me didin sekinandin. Em vê bê hiqûqiyê qebûl nakin. Em bang li wezîrên navxweyî û meclise dikin ku destur bidin me. Em biçin cenazeyên xwe bigirin û bînin defin bikin. Em cenazeyên zarokên xwe dixwazin.”