Amed – Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku Kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê êdî hêzek mezin û sereke ne û çareseriya li Sûriyeyê jî bê Kurd nabe. Bayindir anî ziman ku êdî dema azadkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatiye û ew ê bê navber têkoşîna xwe bidomînin.
Li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn geşedanên girîng û germ diqewimin. Hemû rojevên ku peyda dibin bi hev ve girêdayî ne. Çareseriya pirsgirêka Kurd, êrişên li ser rojavayê Kurdistanê û aloziyên li Sûriyeyê di rojeva hemû cîhanê de ye û li ser vê tê axaftin. Siyaseta Kurd jî navenda çareserkirina meseleya Kurd Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nîşan dide.
Li çar aliyên Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê xebatên di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” berdewam dikin. Niha li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya vê kampanyayê de “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” ber bi Enqereyê ve tê lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir derbarê geşedanên li Sûriyeyê, rojavayê Kurdistanê, tecrîdkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û danîna qeyûmên ser şaredariyên DEM Partiyê de pirsên ajansa me bersivandin.
Pirs û bersiv wiha ne:
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi salan bang li rejîma Beşaar Esed kir û xwest bi hev re Sûriyeyê biparêzin, lê Esed guh neda Rêveberiya Xweser û di encamê de rejîm hilweşiya. Di destpêkê de em hilweşandina rejîma Esed bipirsin, hûn hilweşandina rejîmê çawa dinirxînin?
Rejîma Esad piştî şerê navxweyî yê li Sûriyê bi piştgiriya Rûsyayê û Îranê ev 13 sal bûn li ser pêya ma. Rêveberiya Xweser di van salan de gelek daxwaz û hêvî ji rejîmê kir ku ji bo xelkên Sûriyeyê jiyanek azad û wekhev biparêzin. Rêveberiya Xweser niyeta xwe ku dikarin bi rejîmê re qedera Sûriyeyê diyar bikin, her tim bi raya giştî re eşkere dikir. Lê Esad di van 13 salan de tu bersivek erênî neda Rêveberiya Xweser. Rejîma Esad her tim guh da Rûsya û Îranê. Esad her tim destê Rêveberiya Xweser li hewa hişt. Her çiqas hin hevdîtin çêbûn jî negihîşt encamê.
Bi taybetî di 15 rojên dawî de konjoktura li Rojhilata Navîn guherî. Guhertinan ji şerê navbera Hemasê û Îsraîlê dest pê kir. Konjoktura sed salî ya li Rojhilata Navîn guherî. Stratejiya Îsraîlê ya di nava salek dawî de gelek guhertinan pêk anî û bi Xezeyê-Filîstinê dest pê kir, bi Lubnanê berdewam kir û niha berê xwe daye Sûriyeyê.
Hilweşandin û têkçûna Esad çawa di nava du hefteyan de bi hêsanî pêk hat? Nîqaşa herî mezin ev e. Rûsya û Îran bi eşkereyî destek dida Esad. Piştî ku hêz û qeweta Rûsyayê û Îranê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn lawaz bûn, Esad bi têkçûnê re rû bi rû ma. Rûsya ji ber şerê xwe yê bi Ûkraynayê re neçar ma ku piştgiriya xwe ji Esad vekişîne. Rûsya qet hesab nedikir ku wê wisa lawaz bibe. Hemû hêza xwe ya leşkerî di wir de xerc kir. Ji ber vê yekê jî herî dawî xwe avêt bextê Koreya Bakur.
Hebûn û tunebûna Rûsyayê ya li Rojhilata Navîn biryarek stratejîk bû. Niha îflaskirî xuya dike. Hêza Îranê jî ji niha pê ve li ser Rojhilata Navîn wê nebe. Di têkçûna Esad yên ku herî zêde di stratejî û polîtîka xwe de winda kiriye, dewleta Rûsyayê ye. Ji niha pê ve di diyarkirina qedera Rojhilata Navîn de wê dest û qeweta Rûsyayê gelek zeîf û lawaz be. Ji ber vekişîna Îran û Rûsyayê, desthilatdariya Esad di nava hefteyekê de hilweşiya, têkçû.
Sûriye ji bo qonaxa nû ya li Rojhilata Navîn erdnîgariyek di pozisyona mifteyê de ye. Wê stratejiya li ser Sûriyeyê ji îro pê ve çawa were diyarkirin, wê çawa birêve bibin nîqaş li ser vê yekê ne. Lewma jî divê em rola Tirkiyeyê ya di Sûriyeyê de kûr û dûr binirxînin.
Êrişên ku asta hovîtiyê bihûrandine ji aliyê komên çete ve li dijî xelkê sivîl ango li dijî zarokên Rojava pêk tên, ev çete hêz û qeweta xwe ji kê digirin?
Em dikarin bêjin ku ji vê qonaxê şûn ve stratejiya Tirkiyeyê ya ji sala 2011an heta 2024an a li ser Sûriyeyê û Rojava têk çû. Ew stratejiya Tirkiyeyê dixwest li Sûriyeyê bi pêş bixe têkçû. Bi her awayî têkçû. Plan û projeyên dewleta Tirkiyeyê hemû pûç bûn. Ji sala 2011an vir ve her tim Tirkiyeyê digot ez ê stratejiya Rêveberiya Xweser bifetisînim, binpê bikim û tine bikim. Tirkiyeyê digot ez ê nehêlim ku di sînorên min ê başûr de Kurd bibin cîran. Di van 13 salan de stratejiya herî mezin a dewleta Tirkiyeyê ev bû. Lê îro bi hemû êrişên xwe yên hovane û qirkirinê, bi hêzên xwe yên siyasî û eskerî bi her awayî xistiye meriyetê ku destkeftiyên Rojava tune bikin. Her wiha hemû komên çeteyan jî xistiye meriyetê û ji bo êrişkirinê piştgiriyê dide wan. Li gorî konjokturê navê van çeteyan diguherînin da ku dinya li hember î wan dernekeve. Lê ev çete bingeha xwe ji DAIŞê digirin. Tenê kiras guhertin e. Mar çawa kirasê xwe diguherîne û jehra pê re dimîne, ev komên çete jî tenê kiras diguherînin. Ev komên çete bi piştgiriya Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî dîsa di dewrê de ne.
Ev kirinên dijî mirovahiyê di asta herî bilind de DAIŞê heta sala 2015an li Rojava, Şengalê û Sûriyeyê pêk anî. Çawa ku Tirkiye di wan salan de bi awayekî eşkere piştgirî dida DAIŞê, îro jî bi heman awayî Tirkiye piştigiriya van komên çete dike. Tevgera van komên çete û yên DAIŞê heman in, bingeha wan yek e. Tirkiye, hemû gelên Tirkiyeyê, Sûriyeyê û dinya jî dizane ku ev komên çete kî ne. Ev kom li ser zîhniyeta DAIŞê xwe domandin. Tirkiye piştgiriya xwe ya ji b ovan komên çete jî venaşêre. Van komên çete sûcên hovane pêk anîne lê belê dîsa jî AKP-MHP bi awayekî eşkere destekê didin van çeteyan. Dixwazin çeteyan rewa bikin û bi raya giştî bidin qebûlkirin. Dîmenên Serokê MÎTê Îbrahim Kalin û Serokê HTŞê Colonî her tiştên Tirkiyeyê û piştgiriya wê ya bi çeteyan re eşkere dike.
Ji ber vê yekê heta niha dewleta Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rolek pirr neyînî rabû. Li ser gelên vê herêmê ev 13 sal in komkujî pêk tên. Ev îhtîmala komkujiyên cuda hê jî di siberoja erdnîgariya Sûriyeyê de heye. Ji ber ku dewleta Tirk hê jî guhertina stratejiyekê û guhertina bi heqaniyet nexistiye meriyetê. Ev niyeta Tirkiyeyê jî tine ye. Tirkiye bi piştgiriya çeteyên SMOyê dixwaze berê xwe bide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi qirkirinê û tasfiyekirinê dixwaze destê Rêveberiya Xweser lawaz bike. Tirkiye dixwaze bi navê SMOyê xwe li wir bicih bike. Hemû plan û projeyên dewleta Tirk ew e ku hilweşandina Rêveberiya Xweser a Rojava ye. Stratejiya Tirkiyeyê ya herî mezin ev e. Tirkiye dixwaze bi tengkirina qadên Rêveberiya Xweser di heman demê de siberojê li ser maseyên qada navdewletî destê Rêveberiya Xweser lawaz bike. Tirkiye dixwaze di tayînkirina qedera Sûriyeyê de Rêveberiya Xweser cih negire. Plan û hedefa Tirkiyeyê ev e.
Lê belê konjoktura Rojhilata Navîn û dinyayê ew e ku, Kurd li erdnîgariya Sûriyeyê û li Rojava hêzek e. Modela ku 13 sal in nîşanî dinyayê dan, bi têkoşîn û berxwedana xwe jî ji dinyayê re îspat kir. Îro ji bo Sûriyeyê modela herî mînak û niştecih ku bi her awayî jî îspata xwe kiriye, Rêveberiya Xweser a Rojhilatê ye.
Divê siyaseta Kurd geşedanên li Rojava çawa bixwîne û lazim e Kurd çi bikin?
Em dema êrişên DAIŞê yên sala 2014an bînin bîra xwe Kurdên li çar aliyên Kurdistanê û li hemû dinyayê bi ruhê neteweyî û yekitî rabûn ser pêya. Fikr û bîrdozaiya wan çi dibû bila bibûya lê belê Kurd bi ruhekî yekitî û neteweyî rabûn û Rojava parastin. Ew ruhê yekitiya Kurd û Kurdistanê di raporên MÎTê de gelek hatin nîqaşkirin. Di raporên xwe de dibêjin ku Kurdan di berxwedana Kobanê de ruhekî yekitiyê nîşan dane û ev yek ji bo xwe wek ‘gef’ dîtin e. Yanî bi rastî ev ruh di nava gelê Kurd de bi pêş ket. Di deh salên dawî de her çiqas fikrên me cuda hebin jî lê ruhê yekitiyê li pêş ketiye. Îro jî qedera gelê Kurd û Kurdistanê wê bi ruheê yekitiyê were diyarkirin. Helbet bi her awayî dîplomasiya gelê Kurd a navneteweyî gelek muhîm e. Wê ev dîplomasî were meşandin. Lê tişta ku qedera gelê Kurd diyar dike jî bi rastî bi bawerkirina hêzên xwe û ya din jî bi yekitî, tifaqa xwe û li ser ruhê Kurdî û Kurdistanî em destkeftiyên Kurdistanê biparêzin. Îro Rojava di wê merheleyê de ye. Heke em bi ruhê sala 2014an xwedî li Rojava derkevin û biparêzin, wê ev ruhê parastinê bike ku statuya rojavayê Kurdistanê were mîsogerkirin. Em îro di vê qonaxê de ne. Divê hemû hêz û aliyên Kurdî ji bo mîsogerkirina Rojava têbikoşin û dîplomasiyê bikin. Hewce em bi har awayî û bi hemû hêza xwe li dijî tasfiyekirina dewleta Tirkiyeyê û komên çete yên li herêmê rabin û xwedî çalak bin.
Tecrîdkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan berdewam dike. Her çiqas parêzer, malbat û siyasetmedar serlêdana hevdîtinan dikin jî lê ev serlêdan nayên qebûlkirin, hûn rewşa Ocalan têde çawa dinirxînin?
Me li jorê gelek behsa pêşketin û qewimandinên li Rojhilata Navîn, Sûriyeyê û Rojava kir. Lê belê bi rastî jî nirxandinên Rêberê Gelê Kurd rêzdar Abdullah Ocalan ji bo van herêman çiqas muhîm e, îro em pirr şênber û eşkere dibînin. Rêzdar Ocalan 20 salan li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn hem geriya û hem jî gelek xebatên wî yên sosyolojîk û dîrokî li ser van deveran hene. Wir nas dike û dizane dermanê wir çi ye. Lê belê bi komploya hêzên navdewletî rêzdar Ocalan dîl girtin û xwestin bi vê dîlgirtinê tevgera gelê Kurd tasfiye bikin. Lê belê rêzdar Ocalan encamên muhîm ji serhiladanên Kurdistanê yên li ser rûyê dîrokî derxist. Armanc û plana hêzên komploger ew bû ku digotin, em ê Ocalan dîl bigirin û vê tevgera wî tasfiye bikin. Lê belê li Girava Îmraliyê rêzdar Ocalan, bi berxwedan, seknek dîrokî bersivê û encamek dîrokî da hêzên navdewletî. Em dikarin bêjin îro Kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê hêzek sereke û bi qewet in. Ev jî xwe dispêre bîrdoziya rêzdar Ocalan. Ji ber vê yekê dîlgirtina rêzdar Ocalan têra hêzên komploger û Tirkiyeyê nekir, vê carê çi kirin? Komployê vê carê bi rê û rêbazên tecrîdê xwestin bidomînin. Xwestin bi metoda tecrîdê axaftinên wî, pêşniyarên wî, deng û rengê wî ji gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn qut bikin, da ku fikrên wî negihîjin gelan. Ji sala 2015an vir ve tecrîdek girankirî heye û ev jî xeleka komploya navneteweyî ye. Heke niha pêşî li rêzdar Ocalan bê vekirin, tecrîd rabe û bi rêk û pêk dikaribe biaxive û nêrînên xwe bîne ziman wê ji van qirkirin û aloziyên li Rojhilata Navîn, Sûriyeyê û Rojava re çareseriyek mayînde were peydakirin. Mînaka vê yekê jî modela li Rojava ye. Rêzdar Ocalan dibêje em vê modelê dikarin berfireh bikin û ji bo Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bicih bikin. Rasyonalîta Rojhilata Navîn, siyaset û sosyolojiya Rojhilata Navîn bi rastî jî li ser vê bingehê ye. Li ser xweseriyê ye gelên cîranên hev li kêleka hev dikarin jiyanek wekhev û azad bijîn. Jixwe ev di dîroka Rojhilata Navîn de heye. Ji ber vê yekê ye dewleta Tirk û hêzên navneteweyî dixwazin fikr û ramanên Ocalan li Îmraliyê bifetisînin.
Ji 1ê Cotmehê ve li ser meseleya Kurd nîqaş û axaftinên cuda tên kirin. Ev bingeha xwe ji ku digire. Di sala 2014an de dewleta Tirk ‘Plana Têkbirinê’ da pêşiya xwe. Bi her awayî û bi hemû hêza xwe êrişî tevgera azadiya gelê Kurd kirin. Gotin em ê serê Kurdan bitewînin û vê tevgerê belav bikin. Hedef û fînala wan jî sala 2023yan bû. Dixwestin di sedsala komara Tirk de dawî li vê tevgera Kurd bînin. Va em ber bi dawiya 2024an ve tên. Dema em bi her awayî li çar aliyên Kurdistanê binêrin, ev plan û projeyên dewleta Tirkiyeyê, bi berxwedan û têkoşîna gelê Kurd û bi tevî hemû berdeldayînêin giran têk çû. Ji bo tasfiyekirinê êrişî gelê Kurd kir, lê negihîştin encamê. Çimkî êdî îro gelê Kurd aktor û hêzek mezin û sereke ye. Hemû nîqaş û rojev li ser gelê Kurd e. Pirsgirêka Kurd û çareseriya wê li hemû dinyayê bi her awayî tê nîqaşkirin. Hemû hêzên gelê Kurd çi siyasî, çi leşkerî, çi civakî û çi rewşenbîrî êdî îro li dinyayê nayê veşartin.
Ji ber berxwedan û têkoşîna gelê Kurd, êdî di ajanda hêzên navdewletî de jî çareseriya ji rojhilatê Kurdistanê bigire heta rojavayê Kurdistanê heye. Ev yek êdî hêdî hêdî di ajanda û planên wan de derdikeve holê. Ev yek tirsekî mezin dixe dilê desthilatdariya AKP-MHPê. Ji ber vê yekê Devlet Bahçelî tirsa dewleta Tirkiyeyê tîne ziman. Ji ber ku êdî wê Kurd bibin xwedî statu, ev yek tirs xistiye dilê wan. Her çiqas em gotin û nîqaşên desthilatdariyê qebûl nekin jî lê nîşandana navnîşana çareseriya Rêberê Gelê Kurd ji bo me girîng e. Dewlet êdî pê hesiyaye.
Demek dirêj e kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li çar aliyên cîhanê berdewam dike, hûn jî bûn e hevparên vê kampanyayê, niha xebatên we di çi merheleyê de ne?
Bi salan e kampanya û xebatên me ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd rêzdar Abdullah Ocalan berdewam dikin. Em dibêjin êdî wextê azadiya rêzdar Ocalan û çareserkirina meseleya Kurd hatiye û derbas jî kiriye. Êdî hemû şert û mercên dinyayê û Rojhilata Navîn vê rastiyê derdixe holê û pêş. Desthilatdariya AKP-MHPê êdî di qonaxekê, di xaçerêyekê de ne, êdî wê biryarekê bidin. Ya wê meseleyê bi muxatabê wê re bi Rêberê Gelê Kurd re çareser bikin an jî mesele neyê çareserkirin wê desthilatdariya Tirkiyeyê yanî dewleta Tirk wê di konjoktura dinyayê û Rojhilata Navîn de bikeve xeteriyek mezin. Ji ber ku êdî nexşeyên Rojhilata Navîn ên sedsala tên guhertin. Ji ber vê yekê hemû têkoşîn, bangkirin û xebatên me ev e; em dibêjin gelê Kurd êdî jiyana xwe bi tecrîdkirinê qebûl nake. Azadiya rêzdar Ocalan û çareserkirina meseleya Kurd ji bo hemû Rojhilata Navîn û Kurdistanê were nîqaşkirin û êdî ji rojevê derkeve.
Em tenê di warê hiqûqî de jî lê binêrin, hemû hiqûqzanên naskirî yên li cîhanê tên nasîn jî dibêjin dema berdan û azadiya rêzdar Ocalan hatiye. Tecrîdkirin, astengkirina hevdîtinan di qanûn û hiqûqa Tirkiyeyê û gerdûnî de jî nîn e. Ev destilatdar û daraz bi eşkereyî dibêje, ez ne qanûnên xwe, ne jî qaydeyên xwe nas dikim. Lewma em dibêjin ev dewlet ji dewletbûnê derketiye û desthilatdarî ji çarçoveya qanûna derketiye. Bi darê zorê vê tecrîdê û dîlgirtinê didomîne.
Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û azadbûna rêzdar Ocalan xebat û çalakiyên me didomin. Di du salên dawî de bênavber xebatên me di vî warî de berdewam dikin. Wê siberojê jî ev xebatên me hin bi berfirehkirî bidomin. Em dibêjin divê dehilatdarî berpirsiyariya xwe bicih bîne.
Partiya we gelek xebat û konferans danîne pêşiya xwe, gelo xebatên we yên rêxistinkirinê di çi rewşê de ne?
Hêz û rêxistinên ku li ser lingan mane, hêzên ku li ber xwe dane û li ser koka xwe têkoşiyan e li ser pêya man e. Hemû hêz û tevgerên li Rojhilata Navîn ji bo bîrdozî û fikrên xwe tevdigere. Em jî wek partiyek Kurdistanî di vê rewşa heyî de li ser bingeh û koka xwe bi rêxistin bikin. Me li her deverê Kurdistanê me rêxistinên xwe ava kirin û berfireh kirin. Lewma divê partiya me DBP jî ji bo rastî û xwedî derketina Kurdistanê her tim li ser pêya be û rihên xwe berfireh bike. Xebatên me yên seferberiya rêxistinkirinê û azadiyê berdewam dike. Konferansên me ya hevalên jin û ya giştî hatin lidarxistin. Em ê nexşerêya pêvajoya li pêşiya me diyar bikin. Em ê ji bo xwedî derketina hemû nirxên gelê Kurd têkoşîn û xebata xwe bidomînin. Di siberojê de gelek plansazî û xebatên me hene. Xebata me di heman demê de li bajarên Tirkiyeyê jî hene. Ev konferansên me wê heyama du salên pêşiya me diyar bike. Partiya me dixwaze bi hemû meseleyên li Kurdistanê ve dakeve. Em dixwazin pêşî li qirkirina çandê, ziman û xwezayê-ekolojiyê bigirin. Em dixwazin rê li ber asîmîlasyonê bigirin û bixin rojevê û li dijî vê qirkirinê û polîtîkaya şerê taybet rabin. Em dixwazin partiya me li dijî van kirinên xerab ên li Kurdistanê bikin bend û hêzek xurt. Hemû xebatên me li ser vê esasê ne.
Danîna qeyûman ango polîtîka qeyûman berdewam dike. Gelo hûn danîna qeyûman bi çi polîtîka û planê ve girê didin?
Rejîma qeyûman ji sala 2016an vir ve hedefa vê desthilatdariyê ye. Ji bo pêşketin û rêxistinbûyîna gelê Kurd, helbet rêveberiyên xwecihî muhîm in. Danîna qeyûma yek ji plana herî sereke ya ‘Plana Têkbirinê’ ye. Lê ev polîtîka û plan bi her awayî têkçû. Dixwestin bi danîna qeyûm gelê Kurd ji her nirxên xwe yên civakî û siyasî berde. Lê her cara ku qeyûm danîn, gelê Kurd bi dengek bilind û berz xwedî li nirxên xwe û partiyên xwe derket. Gelê Kurd êdî ketiya ferqa vê yekê ku qeyûm ji bo çi tên danîn. Di her hilbijartinê de gelê me bi rêjeyek bilind bersiva wan û qeyûmên wan dide. Gelê me tu carî qeyûman qebûl nekir û wê qebûl jî neke. Dixwazin şaredariyên bi îradeya gelê Kurd hatine biserketin, nirxên gelê Kurd ên manewî ji hev belav bikin. Ev desthilatdarî dibêje; em ê wisa bikin ku gelê Kurd hêviya xwe ji têkoşîn û siyaseta gelê Kurd qut bike û hêviya xwe bi sazî û qeyûman ve girê bide. Lê belê em dikarin bi eşkere û vekirî bêjin, gelê Kurd tu carî hêvî û bendewarî ji dewletê û saziyên dewletê nekiriye. Lê em ê jî wek DBPê bikin ku her saziyek me bibe mal û dezgehên gelê Kurd. Em ê her saziyek xwe bikin navendên çand, ziman û civakî. Em ê nehêlin ku gelê me muhtacî qeyûman bibin.