Navenda Nûçeyan – Alim û zimanzanê Kurd Fadil Bedîrhanoglû, yek ji pirtûkên pîroz Quran li gorî rêgezên tefsîra îslamî wergerand Kurdî. Bedîrhanoglû diyar kir ku bi xwendina vê pirtûkê, Kurd dê hem zimanê xwe pêş bixin hem jî peyama Xwedê bi zimanê xwe fêr bibin.
Alim û zimanzanê Kurd Fadil Bedîrhanoglû, di sala 1993yan de ji Fakulteya Îdareya Karsaziyê ya Zanîngeha Anadoluyê mezûn bû û di heman salê de, li Beşa Ilmê Tefsîrê ya Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Harranê ewilî dest bi lîsansa bilind kir. Di sala 1995an de teza xwe ya bi navê “Fikra Nîjadî di Quranê de” qedand. Di heman salê de dest bi xebatên doktorayê kir. Di sala 2000an de bi teza xwe ya “Fitne di Quranê de” doktoraya xwe qedand û unvana doktorê îlmê wergirt. Di navbera salên 1996-2004an de li Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Harranê wekî mamosteyê pispor xebitî û di sala 2004an de teqawît bû.
Fadil Bedîrhanoglû, yek ji pirtûkên pîroz Quran li gorî rêzik û rêgezên tefsîra îslamî wergerand Kurdî. Me jî weke Ajansa Welat bi Bedîrhanoglû re hevpeyvînek çêkir. Fadil Bedîrhanoglû bi dilgermî bersiv da pirsên me.
Birêz Fadil Bedîrhanoglû, perwerdeya we ya di warê ilmê îslamî û tefsîrê de çi ye?
Di sala 1965an de min dest bi perwerdeya medreseyê kir. Min mufredata medreseyê qedand. Piştî xwendina zanîngehê, min di warê tefsîrê de lîsansa bilind kir. Teza min a lîsansa bilind li ser ‘Di Quranê de têgeha nijad (Kuran’da irk kavrami)’ bû. Min di sala 2000an de doktora kir û teza min a doktorayê jî ‘Di Quranê de fitne (Kuran’da fîtne)’ bû. Perwerdeya min a zimanê Erebî û Îslamî demek dirêj dom kir. Min bi taybetî giraniya xwe da ser Quranê, ji ber ku peyama bingehîn a dînî, Quran bû. Lewma min zanîna xwe li ser Quranê pêş xist. Dema min zimanê Erebî fêr kir û wateya Quranê fêm kir, ez gelek xemgîn bûm. Gelê me yê Kurd bi hezaran salan e oldar e, Quranê dixwîne lê nizane çi dixwîne. Lewma wateya wê jî rast fêr nabin. Lewma min jî giraniya xwe da ser Quranê. Min xwest ez di Quranê de bibim pisporêk ku ji gelê xwe re bibim feyde.
Dema we Qurana pîroz wergerand, we ji kîjan çavkaniyan sûd wergirt?
Dema wergerandina Quranê, min ji çavkaniyên zimanzanî yên tefsîrê û ji şîrovekarên tefsîrê sûd wergirt. Min ji tefsîrên klasîk ên îslamî û tefsîrên hemdemî îstîfade kir. Weke mînak, tefsîrên klasîk ên herî biqîmet (Kurtubî, Îbn-î Kesîr, Tabarî) ne. Her wiha min ji (Mewdudî, Nesefî, Îbn-î Cewzî, Ebû Heyl û Endulusî) jî gelek îstîfade kir. Ji bo ku mirov wateya herî rast a Quranê îfade bike, pêwîst e mirov gelek tefsîran şîrove bike. Tefsîran bixwîne û lêkolîn bike ku wateya herî rast derxîne holê.
Li gorî we, wergerandina Qurana Pîroz dê çi feydeyê bide gelê Kurd?
Em rastiyê bibêjin, di destê me de pirtûkek pîroz heye. Tiştê bingehîn ê dînî ye, wehî jî çavkaniya dînî ye. Di destê me de jî çavkaniya wehî Quran e. Çi heyf e ku gelê me nizane. Lewma min jî xwest di vê mijarê de xebatê bikim. Gelê me, peyama îlahî rast bi zimanê xwe bandor bibe, hem jî bixwîne û bizane çi dixwîne. Gelê me dê zimanê xwe jî pêş bixin, ji ber ku gelê me hatiye parçekirin û ji hev veqetiyaye. Gelê me di bin zilmkaran de dijî, lewma nikarin jiyana xwe bi zimanê xwe bînin ziman. Ev pirtûka pîroz e, pêwîst e di destê her kesî de be. Ger di destê her kesî de be û her kes wê bixwîne, ji aliyê peyama îlahî ve çi tê gotin û çi ferman dide, dê zanibin. Her wiha dê zimanê wan jî pêş bikeve. Min ev her du feydeyên mezin dîtin û min dest bi projeyê kir.
Di pêşerojê de projeyên we yên wergerandina metnên dînî çi ne?
Em rastiyê bibêjin, miletek li ser lingên xwe bisekine, divê kultur û hunera xwe pêş bixe û bi zimanê xwe li ser lingên xwe bisekine. Lewma divê em di hemû warên jiyana xwe de bi zimanê xwe bijîn. Tenê bi vî awayî em dikarin li ser lingên xwe bisekinin. Li ser vê, divê pirtûk bi Kurdî bêne nivîsandin, ger bi Kurdî nehatibin nivîsandin bila ji Kurdî re bêne wergerandin. Di dilê min de heye, teza xwe ya doktora û masterê jî ez wergerînim Kurdî. Bi Kurdî pêşkêşî gelê xwe bikim. Projeya min a herî mezin, Qurana pîroz bû. Hamdî Xwedê, me ev projeya xwe pêk anî. Em bang li gelê xwe dikin; ziman nasname û hebûn e. Zimanê miletekê nebe, ew milet jî nabe.
Çi heyf e ku heta niha berhemên alimên Kurdan hatine xerakirin, heta di gelek metnên dînî û tarîxî de navê gelê Kurd hatiye guhertin an jî hatiye derxistin. Li şûna navê gelê Kurd, navê gelê Tirk hatiye bikaranîn. Li ser vê mijarê fikra we çi ye?
Em rastiyê bibêjin, ev pirsgirêkek gelek giring e. Çawa ku di jiyanê de ser gelê Kurd îxaneta herî mezin heye, di warê ziman û kulturê de jî di warê civakî de jî dorpêçek li ser Kurdan heye. Di warê wergerandinê de jî heman dorpêç berdewam dike. Çi heyf e ku bêexlaqî berdewam dikin. Ji bo ku tunebûna gelê Kurd misoger bikin, di warê wergerandinê de jî bêexlaqiyek gelek mezin hatiye kirin. Wek mînak, di pirtûkên Bediuzzaman (Seîd-î Kurdî) de, dema behsa tarîxa Îslamiyetê tê kirin, li cihê ku behsa Kurdan hatiye kirin, guhertin hatiye kirin.
Bêexlaqiyek gelek mezin e. Mirov ecêbmayî dimîne bê ka çawa bêexlaqiyek wisa mezin dikin. Lewma êdî bawerî bi wergêran nemaye. Di hemû zimanan de di îfadekirina hev de kêmasî çêdibin. Zimanê Kurdî û Erebî herî baş hev îfade dikin. Ev her du ziman in. Ev xebata me, ji xebatên din rastir e, ji ber ku gotinên Xwedê ne. Li ser vê yekê, em gelek bextewar in. Bila gelê me rehet bibe. Bila baweriya xwe bi alimên xwe bînin. Em ji tecrûbeyên mezin gihîştin û hatin van rojan. Me Qurana pîroz wergerand. Me ayet bi ayet li ser sekinî û îfadeya herî rast, me da îfadekirin da ku gelê me bixwîne û fêm bike ku çi tê gotin. Lewma em dixwazin bila gelê me baldar bibe, bi xwendina vê pirtûkê hem zimanê xwe pêş bixe hem jî peyama Xwedê bi zimanê xwe fêr bibe.