Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê di çarçoveya 21ê Sibatê de belgefîlma “Kirasê ji Agir” ku qala jiyana Serokê Hereketa Azadî Xalid Begê Cibirî dikir, nîşan da.
Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, li Eywana Sînemayê ya Yilmaz Guney a baroyê belgefîlma bi navê “Kirasê ji Agir” da nîşandan. Belgefîlm, ji hêla derhêner Keremo ve hatiye kişandin û qala jiyana Xalid Begê Cibirî û tevgera “Hereketa Azadî” dike. Belgefîlm ji hêla welatiyan ve rastî eleqeyeke mezin hat û eywana sînemayê tije bû. Malbata Xalid Begê Cibirî, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li nîşandana belgefîlmê bûn.
Beriya ku belgefîlm dest pê bike, derhêner Keremo temaşevan silav kir û helbestek li ser zimanê Kurdî xwend. Dûre belgefîlm hat nîşandan û temaşevanan bi baldarî temaşe kirin.
Piştî nîşandanê li gel derhêner gotûbêj hat lidarxistin û temaşevanan pirsên xwe ji Keremo re kirin.














