Bendava Devegeçîdî ku sala par ziwa bûbû îsal ji ber şiliya ku zêde bariya, tije bûye û ev yek cotkaran û xelkê deverê kêfxweş dike.
Îsal di serî de li Bakurê Kurdistanê û li tevahiya Kurdistanê zivistan bi şilî derbas bû. Barîna baranê û berfê bandorek erênî li ser zêdebûna avê kir û hişkesalî ji holê rabû. Ji ber ku îsal şilî zêde bû avên kanî û newalan der bûn û gol û bendav tije av bûn. Salên bihûrî gelek bendav û golên ji bo cotkariyê hema bêje ziwa diman. Yek ji van gol û bendavan jî Bendava Devegeçîdî ya gundên navçeya Peyasa Amedê bû.
Ji ber şiliya zêde Bendava Devegeçîdî tije bûye û asta avê derketiye herî jor. Bendava ku sala par ziwa bûbû îsal tije ye û ev yek kêfa cotkaran û xelkê herêmê tîne.
Bendava Devegeçîdî ku wek behrê xwe dide nîşandan, pêlê wê li qeraxê dide û ev yek mizgîniya rabûna hişkesaliyê nîşan dide.







