Şirnex – Berdana Ayhan Bayar ê 30 sal in di girtîgehê de tê ragirtin cara duyemîn hate taloqkirin.
Girtiyê siyasî Ayhan Bayar ku 30 sal in di girtîgehê de tê ragirtin û tevî cezayê lê hatiye birîn xelas kiriye jî dîsa nehat berdan. Cezayê li Bayar hatiye birîn beriya 6 mehan xelas bûbû lê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bi hinceta “li odeya rêxistinê maye” berdana wî taloq kiribû.
Malbata Bayar piştî 6 mehan îro ji bo pêşwazîkirina kurê xwe çû ber deriyê girtîgehê lê hînbû ku lijneyê vê carê bi hinceta “ketiye grêva birçîbûnê” berdana Bayar 3 mehên din taloq kiriye.
Parêzerê Bayar, Ahmet Taş diyar kir ku ew ê li dijî biryarê îtîraz bikin.