Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Ferhad Şamî bi gotina, “An jiyanek bi rûmet an şehadetek bi şeref” banga berxwedanê kir.
Ferhat Şamî li ser hesaba xwe ya farmî peyamek parve kir û banga berxwedanê kir. Şamî bi gotina, “An jiyanek bi rûmet an şehadetek bi şeref” biryardariya mezinkirina berxwedanê anî ziman.
Bi sedan kesên peyama Şamî ji nûve parvekirin heman gotin dubare kirin û banga têkoşîn û berxwedanê anîn ziman.








